Endamê Komîsyona Demokrasî, Xwişk-Biratî û Hevgirtina Mîllî yê CHPê Turan Taşkin bertek nîşanî binçavkirinan da û got: “Bi operasyonên siyasî çawa aştiya navxweyî dê pêk bê.”
Komîsyona, Demokrasî, Xwişk-Biratî û Hevgirtina Mîllî ku di çerçoveya ‘pêvajoya’ hatiye destpêkirin de, li Meclîse hatibû avakirin bi nûnerên wakif û malbatên polîs û leşkerên di şer de hatine kuştin re civiya. Di rûniştina yekem a civînê de nûnerên sazî û komeleyan daxwazên xwe yên ji pêvajoyê anîn ziman.
Piştî axaftinên Komele û xizmên polis û lêşkeran endamê Komîsyonê yê CHPê Turan Taşkin axivî. Turan Taşkin bertek nîşanî operasyonên siyasî da û got: “Ma ev komîsyon ji bo avakirina demokrasiyê kar nake? Ev bi tena serê xwe têrê nake. Divê ew hişmendiya ku armanca komîsyonê fam nake jî biguhere. Em ê çawa operasyonên siyasî paşguh bikin? Her çend girtin divê çareya dawîn be jî, dadwerî bi mîlyonan dolaran hatiye firotin. Biryara binçavkirinê ya Şeredariya Beyogluyê hatiyê kopî kirin û binçavkirinên din destpêkiriye. Binçavkirinên din bi karanîna kopîkirin-nameya Şaredarê Beyogluyê hatine kirin.
Receb Yazici 20 salan ajokarê Ekrem Îmamoglu bû. Ew bi hinceta qezenckirina îhaleyan û sûdwergirtina neqanûnî ji îhaleyên ku li malê têne şandin, hat girtin. Ev zilam ajokar e. Li benda aştî, biratî û edaletê ne. Em ê bibêjin aştî, em ê her cûre cudakariyê red bikin; lê ez dikarim bi sedan neheqiyan rêz bikim.Ev komîsyon divê mîsyona parastina hiqûqê, edaletê û demokratîkbûna tevahî bigire ser xwe. Divê komîsyon tenê bi çêkberdanê û rêziknameyên teng ên qanûnî ve sînordar nebe. Bi operasyonên siyasî çawa aştiyeke navxweyî wê pêk were. Heke bangeke me li dijî operasyonên siyasî hebe ew jî ji bo başiya vê komîsyonê ye.”