Şirnex – Li Navenda Ziman Çand û Hûnerê ya Eyşe Şanê 550 şagirt bi kurdî perwerdehiya gitar, tenbûr, piyano, wênesazî û şanoyê dibinin. Perwerdekarê şanoyê Mahsûn Asilkar anî ziman ku 20 şagirt perwerdehiya şanoyê dibînin.
Şeredariya Silopiyayê ku ji aliyê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ve tê rêveberin ji bo pêşketina ziman, çand û hûnerê di 21’ê Sibata 2024’an de Navenda Ziman Çand û Hûnerê ya Eyşe Şanê vêkir. Navenda Ziman Çand û Hûnerê ya Eyşe Şanê piştî ku vêbû, dest bi qûrsên zimanê Kurdî, gitar, tenbûr, piyano, wênesazî û şanoyê kir. Piştî destpêkirina qûrsan Navenda Eyşe Şanê di 9 mehan de bi giştî 550 şagirt kom kir. Ji bo pol û qûrsên nû jî xebatên Eyşe Şanê berdewam dikin. Saziya Eyşe Şanê ku di demeke kin de bala gel kişand ser xwe, bi kurdî şagirtên xwe fêrî pîşeyan dike.
Ji bo şagirtan fêrî zimanê Kurdî û pîşeyên wekî şano, tenbûr, gitar, wênesazî û piyanoyê bikin, gelek mamostê hatin peywîrdarkirin. Bi sedan şagirt di van perwerdehiyan de hînî ziman û hûnerê dibin. Yek jî ji van qûrsan jî qûrsa şanoyê ye. Ji bo qûrsên şanoyê 20 şagirt tên Eyşe Şanê û li vir perwerdehiyê dibinin. Mamosteyê Şanoyê Mahsûn Asilkar li ser xebatên şonayê û navenda ziman û çandê agahî dan.
‘Em dixwazin derdê xwe bi zimanê xwe vebêjin’
Mahsûn Asilkar anî ziman ku daxwaz û armanca wan ew e ku bi şanoyê derdê xwe bi Kurdî vebêjin û wiha got: “Em şagirtên xwe jî li ser vê fikir û armancê perwerde dikin. Heke daxwaza civan û gelê me ya şanoyê hebe bila ew jî werin tevlî me bibin. Bila bên li vir şanoyê hîn bikin. Ji zarokiyê ve bala min li ser şano û sînemayê ye. Ez dixwazim li vî bajarê ku lê ji dayik bûme şanoyê hînî ciwanan bikim û li vir lîstikên xwe bilîzin.”
Bi xwe ava dikin
Mahsûn Asilkar da zanîn ku ew lîstokên xwe jî bi xwe amade dikin û dilîzin û ji bo pêşerojê jî projeyên wan ên lîstokê hene. Mahsûn Asilkar wiha dirêjî da axaftina xwe: “Em li vir cûr bi cûr lîstikan amade dikin û wan lîstikên xwe dilîzin. Ji bo 25’ê Mijdarê me lîstikek amade kiribû û me ew lîst. Navê lîstoka me jî ji bo taybetmendiya rojê “Jin jiyan azadî” bû. Gel jî hat bi kêfxweşî temaşe kir. Ji bo 8’ê Adarê jî amadekariyên me hene ku em bilîzin. Heta niha me 6 lîstik amade kirin û lêhîstin. Ji bo amadekariya hê lîstikên me yên din jî berdewam dikin û li ser dixebitin. Her wiha projeya me ya sînema jî heye. Em dixwazin li vir kurte fîlman jî çêbikin û bi wan fîlman jî derdê xwe vebêjin. Amadekariya me ya li ser wê jî heye.”
‘Em dixwazin hişekî ava bikin’
Hûner yek jî ji bo avakirina hêşmendiya civakan rêbazek e. Hemû berhemên hûnerî neyinî an jî erênî xizmeta avakirina heşmendiya civakan dikin. Mahsûn Asilkar jî bal kişand ser vê yekê û ev tişt anî ziman: “Bi rêya şanoyê em dixwazin ji civakê re hişmendiyeke ava bikin. Bûyerên ku gelê me di nav de dijî. Pirsgirêkên ku heyî weke ewaneke raxînin ber çavê gel ku gel baştir fehm bike û li ser bifikirê. Weke mînak Pîkaso şerê navxweyî yê Spanyayê xêz kiribû. Dîktatorê Spanyayê ji Pîkaso re dibêje tê nîgareke pir xweş xêz kiriyê. Pîkaso jî dibêje ew ne min çêkiriye te çêkiriye. Yanî em jî weke wê tabloyê dixwazin rewşa ku heyî bînin ser dike. Şano hûnera herî kevn e. Beriya ku nivîs û axaftin tune bû civakê bi şanoyê xwe dida fehm kirin. Meriv dikarê şanoyê li wir jî bide destpêkirin. Bi Yunan re jî şanoya bi nivîskî derketiye. Her netew jî xwedî şanoyekeye û şanoya her netewî jî li gor taybetmendiya wan cûda ye. Lê dema bi giştî meriv rewşa şanoyê ya cihanê dinêre weke qadeke burjuvaziyê ye. Yanî piranî kesên ku derfetên wan ên aborî hene û li gor hişmendiya kapîtalîzmê “Pêşketî” ne temaşe dikin û dilîzin. Ya me kurdan jî şanoyeke me heye. Em jî dixwazin şanoya xwe pêşdatir bibin. Em dixwazin dîrok, rewş û çanda xwe bi rê ya şanoyê ji civaka xwe û cihanê re vêbêjin.”
Divê gel li şano û ziman xwedî derkeve’
Mahsûn Asilkar bi lêv kir ku ji bo pêşketina şanoya Kurdî divê gel xwedî li ziman û şanoyê derbikeve û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Divê gelê me jî li ziman û şanoya xwe xwedî derbikevin. Werin şanoyê temaşê bikin. Şanoya kurdî ji ber ku perwerdehiya Kurdî tune ye. Her herêm li gor devoka xwe dilîze. Ew yek jî dibe sedema şanoya herêmkî. Bi devokî şano baş e ne xirab e. Lê ji bo hemû gel fehm bike li ser xebat û nîqaş bên kirin. Her şano li gor taybetmendiyên civaka ku di nav de derketiye teşe digre. Ji ber rewşa ku Kurd di nav de dijîn şanoya Kurdî jî li gor wan şanoyan ne şanoyeke em bêjin dûrî civakê an jî dûrî pirsgirêkên heyî ye. Şanoya ku gel xwe di wê d bibîne ye. Şanogerên me jî dema dilîzin xwe wê şanoyê dibînin. Ji ber ku tişta ku di wir de tê gotin ango tê lêhîstin çîroka wan bixwe ye. Taybetmendiya şanoya kurdî jî yek jî ew ê helbet bilî vê jî li gor çand û dîrokê jî taybetmendî û cûdahiyan dihewîne.”
Hûn dikarin ji lînka jêr temaşe bikin