* Hat zanîn ku girtiyê bi navê Yûnûs Ozak ê li Girtîgeha Tîpa S ya Kirşehîrê tê ragirtin, ji bo rawesta amadeyî qebûl nekiriye, 10 gardiyanan êrişî wî kirine û damara destê wî qetandine.
* Welatiyên Amedî bûyerên di demên dawî de nav civakê de diqewimin nirxandin û gotin: “Sedema yekem a bûyerên di nav civakê de diqewimin û tundiya pêk tê aborî û pêk neanîna debarê ye.”
* Festîvala Fîlman a Amedê ya 3yemîn berdewam dike. Derhênerê Kurd ê ji Rojava Mano Xelîl got ku miletê Kurd ji bernameyên wisa re gelek birçî ye.
* Xebatkarên Termînala Otobusan Amedê wiha gotin: “Buhabûna mazotê ji me re dibe pirsgirêk em jî neçar dimînin û buhayê bilêdan zêde dikin.”
* Li navçeyên Hezex û Cizîrê bi tevlibûna Veysî Aktaş ê ku 10 salan li Îmraliyê bi Rêberê Gelê Kurd Abdûllah Ocalan re ma, parêzerê Abdullah Ocalan, Mazlûm Dînç û Hevşaredara Êlihê Gulistan Sonuk civînên gel werin lidarxistin. (11.00-17.00)
* Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê dê bi Serokê Giştî yê Partiya DEVA Alî Babacan û Serokê Giştî yê MHPê Devlet Bahçelî re hevdîtinê bike. (11.00-14.000)
* TUM BEL -SEN dê Sempozyoma Navneteweyî ya 2yan a Rêveberiyên Xwecihî, Ked, Aştî û Demokrasiyê dê li oteleke navçeya Çankayayê ya Enqereyê li dar bixe. (09.30-17.30)
* Şaxa ÎHDê ya Enqereyê dê rapora xwe ya salane li avahiya xwe ya navçeya Çankayayê ya Enqereyê eşkere bike. (12.00)
* Festîvala Fîlman a Amedê ya 3yemîn dê bi nîşandana fîlman û belgefîlman di roja 6emîn de berdewam bike. (13.00-20.00)
* Komeleya Rewşa Jinan a Piştevaniyê (DAKAH-DER) dê rapora xwe ya têkildarî astengiyên jin pê re rû bi rû dimînin û pêşniyarên çareseriyê li Çand Amedê aşkere bike (13.30)
* Mîhrîcana Muzîkê ya Wanê ku dê 5 rojan bidome, dê di roja 3yemîn de li Navenda Çanda Berîvanê berdewam bike. (18.00)













