88 sal berê îro elewiyên Dêrsimê bi biryarek fermî ya li meclisê rastî komkujiyê hatin û bi hezaran elewî hatin kuştin. 88 sal borîn lê hîna hesab nehatiye pirsîn.
Di çarçoveya qanûna Dêrsimê ya hejmar 2884 a di 25ê Kanûna 1935an de, di 4ê Gulana 1937an de bi biryara Desteya Wezîran li dijî Dêrsimê dest bi operasyona leşkerî kirin. Di komkujiyê de bi hezaran elewiyên Dêrsimî hatin kuştin.
Komkujiya Dêrsimê di dîroka nêz a Kurdistanê de yek ji wan komkujiyan ku bi dehhezaran kurd hatin qetilkirin, sirgûnkirin û asîmîlekirin. Tevî ku bi dehan sal di ser komkujiyê re desrbas bûne jî, bandora komkujiyê îro jî berdewam dike. Li gorî daxuyaniyên fermî 16 hezar, lê li gorî gelê Dêrsimê yên bûne şahidên komkujiyê, herî kêm 70 hezar Kurdên dêrsimî hatine kuştin. Gelek belge hene ku şahidiya vê qetlîamê dikin. Bi dehhezaran jin, zarok, kal û pîr bi gazên kîmyewî, bombebaranan û bi gelek awayên cur bi cur ên hovane li gund, şikeft, çeman hatin qetilkirin.
Rayedarên hikûmeta wê demê elewiyên Dêrsimê wekî keleha dawî ya Kurdan a berxwedêr dît û li diji wan ferman derxist. Hikûmeta wê demê ji bo elewiyan asîmîle bike bi hezaran keç û xortên Dêrsimî di çerxa xedar a asîmîlasyonê re derbas kirin.
Di çarçoveya qanûna Dêrsimê ya hejmar 2884 a di 25ê Kanûna 1935an de, di 4ê Gulana 1937an de bi biryara Desteya Wezîran li dijî Dêrsimê operasyona leşkerî hatibû destpêkirin. Di van operasyonan de bi deh hezaran Kurdên Elewî hatin qetilkirin. Operasyonên leşkerî heta sala 1938an berdewam kiribû û bi komkujî û sirgûnan di astek mezin de erdnîgariya Dêrsimê hatibû bêmirovkirin. Tiştên ku li gelê Dêrsimê hatin kirin, wek binavkirina ‘komkujî’ didome. Parêzvanên mafên mirovan di navbera 1937-1938yan de ji bo tiştên ku hatî jiyîn wek komkujî were naskirin, têkoşiyan. Daxwazên Dêrsimiyan û parêzvanên mafên mirovan wiha ne:
* Navê Dêrsimê lê were vegerandin,
* Rûmeta Seyîd Riza û hevalên wî ku di komkujiya Dêrsimê de hatin darvekirin, were vegerandin, cihê gorên wan were aşkerekirin, gorên din ên komî li gorî qaydeyan werin vekirin,
*Divê aqûbeta wan zarokên keç ku di encama operasyonên leşkerî yên hatin kirin de û nehatin qetilkirin û sax girtin, aşkere bikin û bidin malbatên wan.
*Dest ji polîtîkayên bêmirovkirina Dêrsimê bên berdan, barajên HES ku çêkirina wan didome û yên din werin îptalkirin û dawî li taxrîbata çandî û xwezayî bînin,
*Divê navendên xwezayî û baweriyên çandî ya li Dêrsimê werin hilanin, dewrên nûnerên gelê xwecihî yên Dêrsimê (wek şaredariya Dêrsimê) were pêkanîn.”
Lorînên ku ev 88 sal in nesekinin, birînên derbas nebûyî. Êşek ku di dil de maye, komkujiya Dêrsimê, qêrînên ku di guhan de deng vedide, di zimanan de lorîn…Ev 88 sal in gel bi gotin û awazan bîrek avad ike. Maviş Guneşer, di dema qirkirina 38’yemîn ya Dêrsimê de, xwe spartibû Rûbarê Laç, zilma ku Demenan jiyan kiriye û berxwedana wan bi awaza bi navê Hewa Deré Laçi (lorîna rûbarê Laç) carek din bandorê li dilê me dike.
“Zaliman leşker anîn ser me, dinya bûye sacek sor bûyî, gule hatine sîngê me, artêşê wisa karî bikeve rûbarê. Me şer kir, bi heft qatîn me bedêlên wê girt, kî ji me miribe, di rûbarê Laçê de di axiretê de cihê wan bihuşt e.”
KNK: Ev komkujî hatiye belgekirin
Konseya Rêveber a KNKê vê komkujiyê wekî Qirkirinek û jenosîdeke fermî ya bi biryara dewlet û hukûmetê hatiye belgekirin pênase dike. KNK destnîşan dike ku bi biryara fermî ya dewlet û hikûmeta Tirk, êrîşeke mezin a leşkerî bi armanca ji navbirina xelkê Dersimê hate kirin û vê nirxandinê dike: “Dewlet û hukûmeta Tirk bi kîn û nefreteke tolhildanî, ji erd û esmanan êrişî Dêrsimê kir. Bi hezaran Dêrsimî kuştin, hind jî birîndar kirin û bi hezaran jî bi darê zorê dane koçkirin û bi rê ve telifandin. Qirkirineke, jenosîdeke fermî bi biryara dewlet û hukûmetê, bi belge hate kirin. Ev fermana qirkirina hemû xelkê Dêrsimê bû. Ji xeynî komkujî, birîndarî û koçeke malwêranî, navê Dêrsimê jî bi qanûneke taybetî hate guhertin û kirin Tuncelî. Ew biryara komkujiyê, ew ferman, ew polîtîka, ew tertele, îro jî berdewam e. Dilê Kurdan ji ber wê jenosîda mezin bi kul e û ti caran ji bîr nakin û divê ji bîr jî nekin.”
PÎK: Em Komkujiya Dêrsimê ji bîr nakin!
Partiya Îslamiya Kurdistanê (PÎK) bi daxuyaniyekê kesên ku di Komkujiya Dêrsimê de hatine qetilkirin bi bîr anîn û got: ‘’Di vê komkujiyê de bêyî cudahiya jin, zarok, kal û pîran li hemberî gelê Dêrsimê hovîtî û jenosîdek hate kirin.’’
Li dijî komkujiyê meşiyan