• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derheqê Ma De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
27 SIBAT 2026
No Result
View All Result
  • ROJANE
  • CINÎ
  • EKONOMÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • KOMEL
  • WEŞÎYE
  • DINYA
  • FORUM
  • HUQÛQ
  • KULTUR
  • Heme Xeberî
  • ROJANE
  • CINÎ
  • EKONOMÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • KOMEL
  • WEŞÎYE
  • DINYA
  • FORUM
  • HUQÛQ
  • KULTUR
  • Heme Xeberî
No Result
View All Result
Ajansa Welat
No Result
View All Result

‘Ji bo serkeftina pêvajoyê divê birêz Ocalan demildest azad be’

Amed / AW

27 SIBAT 2026 - 12:54
Kategorî: MANŞET, POLÎTÎKA
A A
Amed – DBPê û TJAyê têkildarî salvegera “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daxuyaniyeke nivîskî weşandin. DBPê destnîşan kirin ku ji bo bang civakî bibe divê demildest reformên demokratîk bikevin meriyetê. TJAyê jî diyar kir ku ji bo serkeftina pêvajoyê û pêkanîna aştiyeke rastîn divê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan demildest azad be.

 

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 27ê Sibata 2025an de banga “Aştî û Civaka Demokratîk” li raya giştî ya Tirkiyeyê û bakurê Kurdistanê kir. Vê bangê bi taybetî li Tirkiye û Kurdistanê, li Rojhilata Navîn û gelek welatên cîhanê deng veda. Di nava salekê de di çarçoveya banga 27ê Sibatê de di nava salekê de gelek geşedanên girîng çêbûn. Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Tevgera Jinên Azad (TJA) di salvegera yekemîn a bangê de daxuyaniyeke nivîskî weşandin.

DBPê bi serenavê “Ji bo banga 27ê Sibatê civakî bibe divê demildest reformên demokratîk bikevin meriyetê” daxuyaniyek weşand û destnîşan kir ku bang firsendeke dîrokî ye û xwedî cihekî girîng e. DBPê bal kişand ser geşedanên li Rojhilata Navîn û anî ziman ku Manîfestoya Civaka Demokratîk nexşerêyeke berfireh derdixe pêş.

‘Aştî li ser bingeheke demokratîk pêkan e’

DBPê bi lêv kir ku tevî salek bi ser pêvajoyê re derbas bûye jî desthilat û dewletê tu gavên ku veguhestina demokratîk pêk bîne neavêtine û wiha got: “Rewşa ku îro tê jiyîn jî vê nakokiyê bi awayekî şênber radixe li ber çavan. Deshilatdarî û dewlet di gotinê de li ser ‘aştî û çareseriyê’ disekine, lê di warê hiqûqî, siyasî û makezagonî de pratîkeke erênî nameşîne. Em baş dizanin ku; aştî, li ser bingeheke wekhev, azad û demokratîk mumkun e. Divê çareserî wek taktîkeke siyasî neyê dîtin, divê wek berpirsyariyeke dîrokî bê qebûlkirin.”

‘Aştî ji bo berjewendiya tevahiya civakê ye’

DBPê destnîşan kir ku ji bo gavên ku hatin avêtin mayînde bibin û ji bo baweriya civakî bihêz bibe divê pratîkên şênber bikevin meriyetê û wiha domand: “Divê astengiyên siyasî û hiqûqî ji holê rabin, pêşî li siyaseta demokratîk bê vekirin, rêveberiyên herêmî bê bihêzkirin û reformên ku wê aştiya civakî mayînde bike bikevin meriyetê. Wek Partiya Herêmên Demokratîk, em vê baweriyê de ne ku; aştî ji bo berjewendiya tevahiya civakê ye. Ji ber vê yekê jî em bang li desthilatdarî û dewletê dikin ku; li hember îradeya çareseriyê ya Birêz Ocalan gavên erênî biavêjin, mesafeya navbera gotin û pratîka xwe de bidawî bikin û ji bo lihevkirina civakî bikevin nav liv û tevgerê. Firsendên dîrokî an bi wêrektiyê tên bikaranîn an jî bi berdilên giran encam dibin. Îradeya ji bo çareseriyê diyar e. Ji bo pêvajo bisazîbibe û bi encam bibe, berpirsyarî êdî li ser milê dewlet û desthilatdariyê ye. Pêvajoya avakirina civakî, tekane temînate pêşeroja me ya hevpar e.”

‘Bangawazî ne tenê ji bo dewletê bû’

 

TJAyê jî geşedanên salekê yên di çarçoveya banga “Aştî û Civaka Demokratîk” de pêk hatin bi bîr xist û destnîşan kir ku Banga Aştî û Civaka Demokratîk tenê bangawaziyeke ji bo dewletê nebû û wiha got: “Ev bang li dijî pergala kapîtalîst a mêrperest, di avakirina pergala ‘demokratîk, ekolojîk, azadiya jinan’ de bang li jinan, gelan û civakê dikir ku erka xwe bi cih bînin. Ev erk, hevaltiya jinan ya Birêz Ocalan ê ku pîvana sosyalîstbûnê bi nêzîkatiya li hemberî jinê diyar dike û dibêje ‘yê ku nizane bi jinê re çawa biaxive nikare bibe sosyalîst”, careke din nîşan da. Di avakirina civaka demokratîk de axaftina bi jinê re ji pratîkeke rojane derxist û gihand heqîqeta ku ziman ew hêman e ku hemû têkiliyên civakî, siyasî û aboriyê diyar dike.”

‘Ji bo serkeftina pêvajoyê divê Birêz Ocalan di zûtirîn demê de azad bibe’

TJAyê diyar kir ku weke jin xwedî li bangê û pêvajoyê derketin û wiha domand: “Ji bo serkeftina pêvajoyê û pêkanîna aştiyeke rastîn, em bang dikin ku şert û mercên azadiya fizîkî ya Birêz Ocalan di zûtirîn demê de pêk bên. Li Tirkiyeyê dema behsa aştiya bi Kurdan re tê kirin, di heman demê de li Rojava pêkanîna êrîşên li ser hebûna Kurd careke din ev yek nîşanî me da; heta ku civaka demokratîk a ku di heman demê de tê wateya xweparastinê, bi hemû mekanîzmayên xwe nebe fermî, di serî de Kurd û jin hemû beşên civakê dê her tim bi rîska qetlîaman re rû bi rû bimînin. Lêbelê, tam niha, di vê dema ku diyalogên ji bo aştiyê berdewam dikin, erkên herî lezgîn ê dewletê ji bo gelê Tirkiyeyê, ku bi dehan salan e polarîze bûye û pirsgirêkên wî yên civakî ji ber vê polarîzebûnê kûrtir bûne, ew e ku rêziknameyên yasayî û siyasî biafirîne ku dê bihêle Kurd bi nasname û çanda xwe bijîn; jin îradeya xwe ya azad bikar bînin; û hemî beşên civakê bêyî gefa tepeserkirina baweriyan, serdestî an hiyerarşiyê beşdarî jiyanê bibin. Ji bo bidawîbûna şer û tundiyê, ji bo avakirina aştiyeke rasteqîn û birûmet, divê Meclîs berpirsiyariya dikeve ser milê xwe bi cih bîne. Û êdî dem nemaye ku were windakirin.”

‘Em ê berpirsyariya dikeve ser milê me bi cih bînin’

TJAyê daxuyaniya xwe bi van gotinan bi dawî kir: “Wekî encam, di sala duyemîn a Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêberê Gelê Kurd Birêz Ocalan de, em wekî jin girîngiya pêşengiya jinan di avakirina civaka demokratîk de û rola xwe ya pêşengiyê ya îdeolojîk, polîtîk û pratîk ji bo civakeke komunal, demokratîk û sosyalîst a ku azadiya jinan esas digire, zelaltir dibînin. Em di wê zanabûnê de ne ku hêza li ser maseya aştiyê dê bi rêxistinbûna civakî mezin bibe. Li ser vê bingehê, dema ku em têkoşîna xwe di zihniyet û çalakiyê de ji bo çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd, ji bo pêkanîna aştiyê û ji bo ku dewlet gavên hiqûqî û siyasî yên pêwîst biavêje bilind dikin; em careke din îfade dikin ku ji bo serkeftina pêvajoyê em ê berpirsiyariya dikeve ser milê xwe bi cih bînin.”

Tags: daxuyanîDBPRêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalansalvegera banga 27ê SibatêTJA
ShareTweetSendShareShare

Nûçeyên Din

DBP: Ganî îradeyê çareserî Ocalan azad bibo

DBP: Seba ke vengdayîşê 27ê Sibate komelkî bibo, ganî reformê demokratîkî bêrê caardene!

27 SIBAT 2026
‘Werin em bi tilîliyên xwe 8ê Adarê pîroz bikin’

‘Bêrê ma tîlîlîyanê xo reyde 8ê Adare pîroz bikerê’

27 SIBAT 2026
Sloganê “Jin, jiyan, azadî” dêsan ser o ame nuştiş

Sloganê “Jin, jiyan, azadî” dêsan ser o ame nuştiş

24 SIBAT 2026
Li Perperikê û Xalxalokê 21ê Sibatê hat pîrozkirin

TJA: Heta ke cinî azad nêbê, komel nêeşkeno bibo azad

23 SIBAT 2026
Çîgdem Kiliçgun: Têkoşîna jinên Kurd bandorê li hemû cîhanê dike

Çîgdem Kilîçgun: Têkoşînê cinîyanê kurdan tesîrê xo heme dinya ser o keno

20 SIBAT 2026
Aktivîstên TJAyê: Em ê ji bo azadiyê têkoşîna xwe bilindtir bikin

Aktîvîstê TJA’yî: Ma do seba azadîye têkoşînê xo xurtêr bikerê

18 SIBAT 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

    ARŞÎV

    • SIBAT 2026 (377)
    • ÇILE 2026 (540)
    • KANÛN 2025 (254)
    • MIJDAR 2025 (226)
    • COTMEH 2025 (209)
    • ÎLON 2025 (232)
    • TEBAX 2025 (210)
    • TÎRMEH 2025 (299)
    • HEZÎRAN 2025 (257)
    • GULAN 2025 (334)
    • NÎSAN 2025 (265)
    • ADAR 2025 (317)
    • SIBAT 2025 (317)
    • ÇILE 2025 (298)
    • KANÛN 2024 (293)

    Ajansa Welat, bi xeberanê xusûsîyan, dosya, cigêrayîş, dîmen û vengan komelî agahdar û roşnî kena.

    Bi şîarê agahîyanê raşt û objektîfan weşanî esas gêna, serê şopa heqîqetî de agahîyan vila kena.

    Ajansa Welat bi xeber û tedeyanê xo bena veng û rengê welatî.

    Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

    Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

    Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
    Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

    Telefon: +90 (532) 519 37 73

    E-mail: awelatnavend@gmail.com
    Malper: www.ajansawelat.com
    Twitter Youtube Instagram Whatsapp
    • Serrûpel
    • Têkilî
    • Derbarê Me De

    © 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

    No Result
    View All Result
    • ROJANE
    • CINÎ
    • EKONOMÎ
    • POLÎTÎKA
    • EKOLOJÎ
    • KOMEL
    • WEŞÎYE
    • DINYA
    • FORUM
    • HUQÛQ
    • KULTUR
    • Heme Xeberî

    © 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne