Ji bo debara xwe bikin sînorên ku hatine avakirin derbas dikin. Lê dema sînoran derbas dikin jî têne kuştin. Her salê 50-60 kes têne kuştin û bi sedan kes jî birîndar dibin. An kuştinê didin ber çavan an jî birçîbûn û koçberiyê.
Jiyana wan û debara malbata wan li pişta wan e. Çiqas teqet di çongên wan de hebe û çiqas karibin rahêlin bar, ew qas dikarin zêde debara xwe û malbata xwe bikin. Lê ev tenê têr nake. Di heman demê de sînor û bend jî li pêşiya wan hene. Divê van sînor û bendan jî derbas bikin. Gelek ji wan li ser sînor tên kuştin. Sînor jiyana wan û malbatawan bi hevre tarî dike.
Em qala kolberan dikin. Kolberên sal 12 meh bê westan û rawestan barê wan li ser pişta wan û di rêyên dijwar de ne. Şev û roj wî barê xwe yê ji xwe mezintir, didin pişta xwe, çiya û çiya dimeşin. Tevî barê xwe zinar û latan derbas dikin. Di germa havînê de ji xwîdana wan di pişta wan re davêje. Çileyê zivistanê jî ji serma diqerizin. Lê dîsa ji bo debarê, barê xwe didin ser pişta xwe û dikevin rêyên zor û zahmet. Dîsa kuştinê didin ber çavê xwe û sînoran derbas dikin. Her çend salê 50-60 kolber bên kuştin jî û her çend 300-400 kolber li ser sînoran birîndar bibin jî ji bo debarê neçar in ku kolberiyê bikin. Eger kolberiyê nekin ew û zarokên xwe tev dê ji birçîna bimirin. Lê dema kolberiyê dikin jî gelek ji wan li ser sînor têne kuştin.
Li Kurdistanê her dem di navbera gundan, navçeyan û bajaran de karê kirîn û firotin hebû. Li Kurdistanê welatî ji bo debara xwe bikin, hinekan ji wan bi karê çotkarî û çandiniyê hinekan ji wan karê sewalkarî dikin. Lê yên zevî, dehl, rez û pezê wan tune bin jî jibo debarê karê bazirganiyê dikirin. Lê piştî Kurdistan parçe kirin û bi sînoran kurd ji hev qut kirin, kurdên ku bazirganî dikirin, neçar man ku vê carê sînoran derbas bikin. Dema sînor derbas kirin jî wekî kesên kaçax hatin dîtin û rastî êrîşan hatin. Ji roja sînor li sînga axa Kurdistanê xistine heta niha, her sal li ser sînoran bi dehan kurd tên kuştin û bi sedan kurd birîndar dibin.
Dema mirov li dane û statîstîkan dinere dibîne ku li ser sînor komkujiyek veşartî heye. Yek bi yek dibin deh, deh bi deh dibin sed. Kuştinek dibe du kuştin. Piştre kuştin zêde dibe û dibe komkujî.
Rejîma Îranê li dijî kolberên ku ji bo debara jiyanê bazirganiya sînor dikin komkujiya veşarî pêk tîne. Di 13 salên dawî de kuştina li dijî kolberan pêk hatiye, nîşan dide ku li diji kolberan komkujiyek mezin heye. Li gorî daneyên malpera Kolbernewsê, rejîma Îranê di 13 salan 681 kolber kuştine.
Li gorî daneyên Tora Mafê Mirovan a Kurdistanê, rejîma Îranê di 2024an de 51 kolberên kurd kuştin û 246 kolberên kurd jî birîndar kirine. Li gorî agahiyên Tora Mafê Mirovan a Kurdistanê rejîma Îranê di 2024an de li herêmên sînor ên parêzgeha Urmiye, Bane, Serdeşt, Pawe û Kirmanşan 51 kolberên kurd kuştin û 246 kolber jî birîndar kirine.
Kolbarnewsê: Di 13 salan de 681 kalber mirin
Di sala 2012an de 43 kolber mirin, 51 kolber birîndar bûn. Di sala 2013an de 43 kolber mirin, 31 kolber birîndar bûn. Di sala 2014an de 44 kolber mirin û 58 kolber birîndar bûn. Di sala 2015an de 38
Kolber mirin û 51 kolber jî birîndar bûn. Di sala 2016an de 29
Kolber mirin û 29 kolber birîndar bûn. Di sala 2017an de 66 kolber mirin û 88 kolber birîndar bûn. Di sala 2018an de 58 kolber mirin û 152 kolber birîndar bûn. Di sala 2019an de 86 kolber mirin û 170 kolber birîndar bûn. Di sala 2020î de 67 kolber mirin û 174 kolber jî birîndar bûn. Di sala 2021an de 75 kolber mirin û 153 kolber jî birîndar bûn. Di 2022an de 49 kolber birin û 176 kolber jî birîndar bûn. Di sala 2023an de 39 kolber mirin û 195 kolber jî birîndar bûn. Di sala 2024an de 44 kolber mirin û 400 kolber jî birîndar bûn.