awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
26 GULAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Li Şengalê Cejna Jîngehparêzî û Zarokan a 4ê Nîsanê hate pîrozkirin

Navenda Nûçeyan / AW

5 NÎSAN 2026 - 15:31
Kategorî: CIVAK, ROJANE
A A
Zarokên Şengalê ku di Cejna Jîngehparêzî û Zarokan a 4ê Nîsanê de hatin gel hev, xwestin ku sala bê bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re şitil biçînin û vê rojê bi hev re pîroz bikin.

Li Şengalê ku 4ê Nîsanê her sal wekî rojeke jîngehparêziyê û cejna zarokan tê pêşwazîkirin, îsal jî li Şengalê bû sedema kêfxweşiyeke mezin. Bi pêşengtiya Saziya Ziman û Perwerdeyê ya Êzidiyên Şengalê, ji bo zarokan mîhrîcaneke rengîn hate lidarxistin. Zarokan bi cilên xwe yên gerîla, şervanî û cilên gelêrî yên herî xweşik beşdarî pîrozbahiyan bûn.

Azadî ji zarokatiyê dest pê dike

Di pîrozbahiyan de gotina Abdullah Ocalan a wekî “Azadî ji zarokatiyê dest pê dike” bû bingeha çalakiyan. Di serdemeke ku teknolojî zarokan ji xwezayê dûr dixe de, 4ê Nîsanê ji bo zarokên Şengalê veguherî cejneke mezin a civakbûn û jîngehparêziyê. Di mîhrîcanê de ji bo zarokan pêşbirk hatin kirin, govend hatin gerandin û stran hatin gotin.

Hest û xeyalên zarokan

Zarokên Şengalê yên ku kêfxweşiya wan ji rûyê wan dihat xwendin, hestên xwe bi me re parve kirin. Zarokan diyar kirin ku ew herî zêde di vê rojê de xwe azad hîs dikin û xeyala wan a herî mezin ew e ku di 4ê nîsana sala bê de, li çiyayên Şengalê bi Abdullah Ocalan re şitilan biçînin û xaka xwe şîn bikin.

Li Şengalê pîrozbahiyên 4ê Nîsanê bi çandina şitilan û gerandina govendan bi dawî bûn.

Etîket: Abdullah OcalanSengalzarok
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Heyeta DEM Partiyê ev 53 roj in bi Abdullah Ocalan re hevdîtin nekiriye

Abdullah Ocalan: Çarçoveya qanûnî dikare bingeha pêvajoyê ava bike

25 GULAN 2026
Heyeta DEM Partî dê roja sêşemê serdana Ozgur Ozel bike

Heyeta DEM Partiyê ji Îmraliyê vegeriya

24 GULAN 2026
Beriya konferansê hiqûqnasên Kurd bang kirin: Divê bilez statuya birêz Ocalan bê diyarkirin

Beriya konferansê hiqûqnasên Kurd bang kirin: Divê bilez statuya birêz Ocalan bê diyarkirin

22 GULAN 2026
Tevî biryara AYMê û muzakereya bi Ocalan re jî çima dirûşm û wêneyên wî tên qedexekirin?

Tevî biryara AYMê û muzakereya bi Ocalan re jî çima dirûşm û wêneyên wî tên qedexekirin?

20 GULAN 2026
Encamnameya kongreya TAJÊ: Em ê bi sîstema komînan demokrasiyeke radîkal ava bikin

Encamnameya kongreya TAJÊ: Em ê bi sîstema komînan demokrasiyeke radîkal ava bikin

19 GULAN 2026
Malpera Yenî Yaşamê hate astengkirin

Dr. Hazargol: Gav neavêtina derbarê statûyê de tê wateya cemidandina pêvvajoyê

19 GULAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

    ARŞÎV

    • GULAN 2026 (661)
    • NÎSAN 2026 (1047)
    • ADAR 2026 (1153)
    • SIBAT 2026 (1043)
    • ÇILE 2026 (1573)
    • KANÛN 2025 (636)
    • MIJDAR 2025 (501)
    • COTMEH 2025 (512)
    • ÎLON 2025 (484)
    • TEBAX 2025 (467)
    • TÎRMEH 2025 (582)
    • HEZÎRAN 2025 (463)
    • GULAN 2025 (577)
    • NÎSAN 2025 (468)
    • ADAR 2025 (540)
    • SIBAT 2025 (514)
    • ÇILE 2025 (594)
    • KANÛN 2024 (628)
    • MIJDAR 2024 (94)

    Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

    Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

    Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

    Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

    Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

    Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
    Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

    Telefon: +90 (532) 519 37 73

    E-mail: awelatnavend@gmail.com
    Malper: www.ajansawelat.com
    Twitter Youtube Instagram Whatsapp

    © 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

    Encamek nîn e
    View All Result

    © 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne