TAJÊ encamnameya Kongreya xwe ya 3yemîn eşkere kir. TAJÊ destnîşan kir ku ew ê ji niha û pê ve li şûna meclisan sîstema ‘komînan’ ava bikin, li ddijî zîhniyeta baviksalarî têkoşîna civakî mezin bikin û ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan têkoşîneke bênavber bimeşînin.
Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ), di 18ê Gulana 2026an de bi beşdariya 250 delegeyan û bi dirûşmeya “Bi jin, jiyan, azadî ber bi jiyana komunal ve” Kongreya xwe ya 3yemîn li li dar xist. TAJÊ bi daxuyaniyekê encamnameya kongreyê bi raya giştî re parve kir. Di destpêka encamnameyê de peyamên piştevaniyê yên ku ji rêxistinên jinên Kurd û Êzidî hatine hatin silavkirin û hat destnîşankirin ku dê peyama kongreyê ji bo hemû jinên azadîxwaz bibe yekîtî, têkoşîna hevpar û tifaqa ji bo azadî û demokrasiyê.
‘Azadiya Rêber Apo azadiya me ye’

Di daxuyaniyê pêvajoya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daye destpêkirin, hate destnîşan kirin û wiha hate gotin: “Rêber Apo zêdeyî salek e tevî tecrîd û zextên zêde jî, li Zindana Îmraliyê ji bo me jinan û hemû gelên azadîxwaz pêvajoyeke nû û serdemeke nû ya têkoşînê da destpêkirin. Di her hevdîtineke sînordar de jî, ji bo aştî û civaka demokratîk berpirsyariyên dîrokî xistiye ser milê jinan. Ji ber ku Rêber Apo ji bo me jinên Êzidî rûpeleke nû vekiriye, em timî azadiya xwe di azadiya wî de dibînin û em ê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêbertiya xwe têkoşîneke bênavber bimeşînin.”
‘Dê têkoşîn ji bo hemû jinan be’
TAJÊ diyar kir ku ew ê ji niha û pê ve ne tenê ji bo jinên Êzidî, her wiha ji bo hemû jinên ji pêkhateyên cuda yên Şengalê xebatan bimeşînin û ji bo avakirina tifaqa bi rêxistinên jinan ên cîhanê re, xebatên dîplomasiyê xurttir bikin. Her wiha hat ragihandin ku piştî fermanê al û sembola TAJÊ li gorî hest û fikrên wê demê hatibûn çêkirin, lê ji ber ku ew serdem bi dawî bûye, li ser pêşniyar û daxwaza delegeyan ala TAJÊ hatiye guhertin.
‘Têkoşîna li dijî zîhniyeta baviksalarî dê mezin bibe’
Di encamnameyê de hat destnîşankirin ku yek ji mijarên bingehîn ên kongreyê, têkoşîna li dijî şîdeta mêr û dewletê ye. Di daxuyaniyê de ev xal hatin destnîşan kirin: “Di civaka me de jin tên kuştin, neçarî xwekuştinê tên kirin. Çanda pirjiniyê, zewaca di temenê biçûk de û pirsgirêka qelen ku jinê dike mijara kirîn û firotinê, hîn jî serwer in. Di ronahiya perspektîfên Rêber Apo de derketiye holê ku rojeva me ya sereke ya serdema pêş, têkoşîna li dijî zîhniyeta zayendperest û zilamsalar e. Bi prensîba ‘Azadiya jinê azadiya civakê ye’ em ê têkoşîna xwe ya civakî ya ku guhertina jin û mêran hedef digire bilind bikin.”
‘Rizgarkirina jinên dîlgirtî û naskirina jenosîdê’
Der barê jinên ku di destê DAIŞê de dîl mane de jî ev peyam hat dayîn: “Yek ji armancên herî girîng ên avakirina TAJÊ, tolhildan û rizgarkirina jinên Êzidî yên dîlgirtî bû. Lê hîn jî yên ku bûne sedema fermanê û destê wan di qirkirina jin û civaka me de heye, hesab nedane. Ji bo ku yek jin an zarokekî me di destê DAIŞê de nemîne, em ê bi hemû hêza xwe têbikoşin. Ji bo jinên ji destê DAIŞê rizgar bûne bijîn jî, em ê li dijî koçberkirina van jinan û revandina wan a derveyî welat bisekinin. Her wiha ji bo ku Fermana 74an di asta Iraqê û qada navneteweyî de wekî jenosîd bê naskirin, em ê têkoşîn û xebatên xwe bilind bikin.”
‘Xweparastin û sîstema radîkal a jinan: Komîn
Di encamnameyê de girîngiya xweparastinê û xwedîderketina li Yekîneyên Jinên Şengalê (YJŞ) û Asayîşa Jinên Êzîdxanê hat dubarekirin û wiha hate gotin: “Xweparastin nabe dewrî tu kesekî din bê kirin.” Der barê şêwazê nû yê rêxistinbûnê de jî biryareke radîkal hat ragihandin: “Sîstema me ya heta niha ku li ser esasê meclisan bû, nedikarî xwe bigihîne her jinekê. Me pêwîst dît ku em demokrasiyeke radîkal û rasterast a ku hemû jinan digire nava xwe pêk bînin. Navê vê demokrasiyê jî komîn e. Li şûna meclisên jinan ên gund û komelgehan, wê li gorî pêwîstiyan komînên gundan û komînên aboriyê bên avakirin. Komîn wê bibe cihê xwe-avakirina her jinekê. Parastina herî mezin a jinê, rêxistinbûna wê ye.”
‘Banga yekîtiyê ji bo statuya Şengalê’
Di dawiya encamnameyê de hat diyarkirin ku di çarçoveya pêvajoya entegrasyona demokratîk de, TAJÊ dê di demokratîkkirina siyaseta Iraqê û misogerkirina statuya Meclisa Gel a Şengalê de roleke pêşeng bilîze. TAJÊ bang li hemû jinên Şengalê kir û got: “Wê ev Kongreya me ya 3yemîn têkoşîna azadiya jinê derbasî qonaxeke din bike. Em bang li hemû jinên Şengalê dikin ku di bin banê tevgera me de, ji bo azadiya xwe û statuya Şengalê werin cem hev. Em bi hev re xurt in, rêxistinbûna me çeka me ya herî xurt e ku dikare me ji her cure tundiya mêr û dewletê biparêze.”













