Tedawiya dayika yek ji qadroyên pêşeng ên PKKê Sakîne Cansizê, Zeynep Cansiz li nexweşxaneyê didome. Zeynep Cansiz a ku di 6ê Nîsanê de li malê ketibû û rewşa wê giran e, niha di bin çavdêriya bijîşkan de ye.
Dayika yek ji qadroyên pêşeng ên PKKê Sakîne Cansizê, Zeynep Cansiz di 6ê Nîsanê de li mala xwe ketibû û rewşa tenduristiya wê giran bûbû. Malbatê piştî bûyerê Zeynep Cansiz rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Çîgliyê û dest bi tedawiya wê kiribûn. Lê ji ber giraniya rewşa wê piştre rakirin Nexweşxaneya Bajêr a Îzmîrê. Li gorî agahiyên herî dawî yên ji nexweşxaneyê hatine girtin, Cansiz niha di beşa lênihêrîna awarte de tê ragirtin. Hate ragihandin ku rewşa wê ya giştî stabîl e û bijîşk ji bo başbûna wê tedawiyê didomînin.













