Koordînasyona KJKê, ji ber wefata dayika yek ji pêşengên Tevgera Azadiya Jinê û kadroyên damezrîner ên PKKê Sakîne Cansiz (Sara), Zeynep Cansiz peyameke sersaxiyê weşand.
KJKê di daxuyaniya xwe de xemgîniya xwe anî ziman û sersaxî ji malbata Cansiz û gelê welatparêz re xwest. Di peyamê de hat destnîşankirin ku hevrê Sakîne Cansiz ji bo azadiyê şerekî mezin daye û berdêlên giran dana. KJKê daxuyand ku dayika Zeynep Cansiz jî dê wekî jinek afirîner, şahid û hevrêya vê dozê her tim mîna kedkareke pîroz a têkoşîna jinan bê bîranîn.
‘Em dayîkên xwe qet ji bîr nakin’
KJKê bal kişand ser rola dîrokî ya dayikan a di şoreşa Kurdistanê de û ev tişt destnîşan kir: “Şoreşa me li ser bingeha berdêla dayikan û azadiya jinê bi pêş ket. Li Kurdistanê ku cografyaya civaka dayikê ye, sîstemên dagirker tenê bi azadiya jinê dikarin bên têkbirin. Dilên wan ên bi êş, bûn serên ku tu carî nehatin tewandin. Em ê weke emaneteke civaka azad, dayikên xwe di nava têkoşîna xwe de biparêzin û wan qet ji bîr nekin.”













