Amed – Nûsret Taşcîhan ê ku li navçeya Sûrê ya Amedê sefarkariyê dike da zanîn ku sefarkarî ji hosteyên ermen fêr bûye û got: “Dema ku min dest bi sefarkariyê kir gelek esnafên ev kar dikirin hebûn lê niha hema hema bêje ez tenê sefarkariyê dikim.”
Li Amedê hejmara Ermenên ku bi karê hesinkariyê ve mijûl dibin hema bêje êdî nemane. Lê kesên ku karê hesinkariyê ji hosteyên Ermen û Ereban hîn bûne niha jî bi hejmareke kêm vî karî didomînin. Nûnerên herî dawî yên ku ji hosteyên ermenî fêrî hesinkariyê bûne, hewl didin ku hunera hesinkariyê neyê jibîrkirin. Hosteyên ermen hem karê hesinkariyê dikirin hem jî beroş û qûşxaneyên ku zengerî û reş bûyî bi çend asta re derbas dikirin û piştî van asta, zengara ku li ser beroş û quşxaneyan jê diçû û spî dibûn. Ev karê spîkirina beroş û qûşxaneyan weke sefarkarî bi nav kirine.
‘42 sal in sefarkariyê dike’
Nûsret Taşcîhan ê ku li taxa Alî Paşa ya girêdayî navçeya Sûrê ya Amedê ji dayîk bûye dema ku li cem hosteyên xwe yên ermen dest bi kar dike pir zû hînî sefarkariyê dibe û pişt re li cihê ku hosteyên wî lê dixebitîn dikan vekiriye. Nûsret Taşcîhan ê 65 salî ye, da zanîn ku 42 sal in sefarkariyê dike wiha got: “Zaroktiya min li kolanên Sûrê di nav kar û bar de derbas bû. Rewşa malbata min pir nebaş bû. Ji ber vê jî ji bo ku alîkariya malbatê bikim hêj dema zarok bûm karên weke firotina avê, dirûnkerî û paletiyê kirin.”
‘Bi karê sefarkariyê 10 zarok mezin kirin’
Nûsret Taşcîhan bi lêv kir ku di 18 saliya xwe de diçe cem hosteyên ermen ku fêrî karê sefarkariyê bibe û wiha domand: “Wê demê hem ji ber rewşa aboriyê ez çûm cem hosteyekî ermen dest bi kar kir û hem jî bala min kişand. Demekê xebitîm û di karê sefarkariyê de min xwe pêşxist û pir zû fêrî sefarkariyê bûm. Pişt re min cihê ku hosteyên min lê dixebitîn dikanek vekir û weke hosteyekî min ev kar kir. Ji wê rojê ve ez sefarkariyê dikim. Min bi karê sefarkariyê 10 zarok mezin kirin. Niha zarokekî min û birayê min jî li ba min dixebitin û fêrî kar bûne.”
‘Karê sefarkariyê gorî demê tune bû’
Nûsret Taşcîhan diyar kir ku eleqeya bi karê sefarkariyê re nemaye, karê wan êdî ji holê radibe û wiha pê de çû: “Dema ku min dest bi sefarkariyê kir gelek esnafên ev kar dikirin hebûn lê niha hema hema bêje ez tenê sefarkariyê dikim. Êdî tiştên ku porselen, alumînyûm derketine kes eleqeder nabe. Di demen berê de me heqê keda xwe werdigirt lê niha tiştek wisa tuneye. Eleqeya vî karî weke berê nîne. Niha jî porselen, alumînyûm derketine û karê me jî li gorî demê ji holê radibe.”
Zor û zehmetiyên sefarkariyê pir in
Nûsret Taşcîhan dest nîşan kir ku zor û zehmetiyên sefarkariyê pir in û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Zor û zehmetiyên karê ez dikim pir in û kedeke mezin jî dixwaze. Beroş an jî quşxaneyên ku tên ber destên min, ez ji bo ku ew reşbûn û zengara wan jê biçe pêşiyê xîz dikim û dû re li ser agir dişewitînim. Dema ku ev reşbûn û zengara wê li ser agir nerm dibe paqij dikim. Heke beroşên ku xwar hebin ez wan jî bi destan rast dikim û herî dawî jî di bin avê re derbas dikim û spî dibe. Li gorî qûşxane û beroşan em bihayê wê diyar dikin.”