Ji çalakvanên Meşa Dirêj Hunermend Payiz Tunç diyar kir ku ew di meşê de rastî eleqeyek pir germ tên û got: “Di meşê de xala sereke azadiya birêz Abdullah Ocalan e. Xala duyemîn jî statuya Kurdistanê ye.”
Meşa Dirêj ku di 21 çile de di çarçoveya “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareserî” bi tevlêbûna 26 kesan ji bo 26 rojan li 26 bajaran dest pê kir, di roja 11an de didome. 26 meşvan heta niha li 10 bajaran geriyan û îro derbasî bajarê 11an dibin. Meşvan di meşê de li ser fikr û felsefeya Rêberê PKKê Abdullah Ocalan, rewşa wî ya li Girava Îmraliyê û statuya Kurdistanê dosyayan pêşkeş dikin.
Beşdarên meşê ji rojnameya Xwebûnê re axivîn. Ji kesên beşdarî meşê bûne hunermend Payiz Tunç têkildarî armanca meşê nirxandin kir. Hunermend Payiz Tunç anî ziman ku meşa wan dê 26 rojan li 26 bajaran bidome.
Payiz Tunç ewil qala armanca meşê kir û got: “26 kes, 26 bajar, 26 sal. Çima 26 sal, ji ber ku Rêber Apo 26 sal in, wekî serokê neteweyekî, di bin îşkenceya giran de ye. Di tecrîdê de ye. Nahêlin ku bi gelê xwe, malbat û parêzerên xwe re hevdîtinan bike. Em dixwazin ev zilma li ser Serokê me tê meşandin bi dawî bibe. Em dixwazin balê bikişînin ser vê zilmê. Em dixwazin ji her kesî re qala vê zilmê bikin. Pêngava “Ji Rêber Apo re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî” di sala duyemîn de didome. Me sala par li dijî tecrîda li ser Serok, dest bi meşê kir. Me bi awayekî qismî ew tecrîd şikand. Bi berxwedan û felsefeya Serokê me û helwesta gelê me ev tecrîd hinekî hat şikandin. Lê hîna tam tecrîd nehatiye şikandin. Dewleta zulimkar, li gorî dilê xwe tev digere. Ji ber ve yekê em di sala duyemîn de azadiya fizîkî ya Serok Apo û statuya gelê kurd dixwazin. Ji bo vê yekê me got “Ji Serok Apo re azadî, ji Kurdistanê re statu”. Me ev meşa xwe ya 26 rojan bi vê armancê û bi vê konseptê da destpêkirin.
Rewşa Abdullah Ocalan ji nêzîk ve dişopînin
Payiz Tunç li ser dîmena ku di meşê de derket pêşberî wan jî rawestiya û wiha axivî: “Her bajarê ku em diçin serdanê, di aliyê dîplomatîk de em bi şaredarên wan re, bi nûner û rêveberên saziyên wan re û rêxistinên civakî re, bi wekîl û saziyên wan re em hevdîtinan dikin. Ev kelecan û biryara me bi wan re jî hebû. Em zêdeyî hefteyek e dimeşin kelecan û baweriyek heye. Di hevdîtina bajaran de nêzîkatî, pêşwazîkirin û mahzubantiya wan gelek xweş bû. Di serdanan de gelekan soz dan me. Gotin ‘piştî meşa Strasbûrgê plansaziya we çibe, em jî dixwazin tev li vê planê bibin.’ Em dibînin gelek kes vê meşê ji nêzîk ve dişopînin. Rewşa serok, rewşa gelê kurd û berxwedana gelê kurd ji nêzîk ve dişopînin.
Payiz Tunç, li ser pêşwazîkirina gel jî rawestiya û ev agahî da: “Gel me bi germahî pêşwazî dike. Dema em pêşwazîkirina gel dibînin kelecana me zêdetir dibe. Dayikên me yên heftê-heyştê salî bi zark û neviyên xwe re tev li vê meşê dibin. Em ji wan re spas dikin.”
Rêxistinên jin û şervanan balê dikişîne ser xwe
Payiz Tunç çavdêriyên xwe yên ku derketin pêş jî parve kir û wiha got: “Me di vê meşê de dît ku gel û sazî pir ji nêzîk ve me dişopînin. Me dît ku şoreşa me dişopînin. Me dît ku fikr û ramanên Serok Apo dixwînin û dişopînin. Fikreke wan li ser Rêber Apo heye. Herî zêde rêxistina jin û şervanên jin bala wan dikişîne. Li hemberî şervanên jin heyraniya xwe jî tînin ziman. Me ew qas jî hêvî nedikir. Vê yekê moral û baweriya me zêdetir kir. Me dît ku ev şoreşa ku 50 sal in didome ji nêzîk ve tê şopandin. Hem saziyên biçûk û hem jî saziyên mezin ên li Ewropayê şoreşa me ji nêzîk ve dişopîne.”
Nifşên nû di nava çalakiyan de ne
Payiz Tunç li ser nasnameya 26 kesan jî rawestiya û wiha axivî: “Di vê meşê de 3 bask hene. Di vê meşê de baska ciwanan heye. Dê di 9ê Sibatê de dest pê bike. Dîsa baskê enternasyonal heye. Ew jî dê di 9ê Sibatê de dest pê bike. Me jî li Fransayê dest pê kir. Di nava refê me de hevalekî azerî heye. Em ji hemû pêkhatiyên saziyên kurdan pêk tên. Em dibînin ku nifşên nû ji bo azadiya serok û statuya kurd di nava çalakiyan de ye. Ev yek me pir kêfxweş dike.”
‘Em li ser azadiya Serok Apo û Statuya Kurdistanê diaxivin’
Payiz Tunç li ser bernameya pêşiya xwe jî rawestiya û ev agahî parve kir: “Di meşa pêşiya me de 2 dosyayên me hene em ê parve bikin. Yek ji bo azadiya Serok Apo ye. Ya duyemîn ji bo Statuya Kurdistanê, ya sêyemîn jî ji bo parastina Rojava ye. Em van dosyayan pêşkêşî nûneren saziyan û wekîlên partiyên sosyalîst dikin. Li ser naveroka van dosyayan hevdîtinên me pêk tên. Em bi wan re rûdinên û li ser pirs û bersîvan axaftin têne kirin. Xalê axaftinên me yên sereke ya yekemîn Azadiya Fizikî ya Serok Apo ye. Xala duyemîn Statuya Kurdistanê u ya sêyemîn parastina Rojava ye.
Payiz Tunç bal kişand ser nêzîkatiya gel û saziyan a li hemberî daxwazên meşvanan û wiha berdewam kir: “Nêzîkatiyek pir xweş li hemberî van daxwazan heye. Dixwazin em bi hevre têbikoşin û bi hevre serkeftinê bi dest bixin.
‘Azadiya Rêber Apo azadiya xweza stran û çîrokan e’
Payiz Tunç li ser cudahiya meşa borî û niha kir u wiha bi dawî kir. “Meşa berê bandorek pir mezin li ser gelê Ewropa kir. Em hewl didin vê girseya berê mezintir û girseyîtir bikin Em armanc dikin ku piştî 15ê Sibatê bi awayekî fizîkî Rêber Apo azad bikin û statuya gelê kurd nas bikin. Em dibêjin azadiya fizîkî ya Rêber Apo ne tenê azadiya gelê kurd e. Azadiya Rêber Apo azadiya zarok, xweza, çem û rûbar, azadiya stran û çîrokên me ye. Em dibêjin gelê me li ku dibe bila bibe divê li çar aliyan li dora vê felsefeyê bibin yek. Ji ber ku ji xeynî vê felsefeyê rêza azadiyê tune e.”