Stenbol – Koordînatorê Akademiya Ma Musîcê Şêrko Kanîwar derbarê Dibistana Ma Musîcê ya Egîdê Cimo de diyar kir divê li her derê Dibistana Zarokan a Ma Musîcê bê vekirin da ku zarokên kurd li dijî asîmîlasyonê bi zimanê xwe bistrên.
Akademiya Ma Musicê ya li Amedê bi salane xebatên xwe yên çand û hunerî bi rê ve dibe, di 24’ê Mijdarê de li Stenbolê jî şaxa xwe ya bi navê Dibistana Zarokan a Ma Musicê ya Egîdê Cimo vekir.
Koordînatorê Ma Musicê Şêrko Kanîwar derbarê Dibistana Ma Musicê ya Egîdê Cimo de ji MA’yê re axivî. Şêrko Kanîwar got ku pêwîst e li her derê Dibistanên Zarokan ên Ma Musicê bên vekirin da ku zarokên kurd li dijî asîmîlasyonê bi zimanê xwe stranan bibêjin.
Elimandina zarokan a ji bo muzîkê
Şêrko Kanîwar diyar kir ku dê zarokên di navbera 2 û 12 salî de li Dibistana Ma Musicê ya Egîdê Cimo perwerdehiya muzîkê bidin û got ku perwerde dê bi Kurdî be. Kanîwar diyar kir ku dê û bav jî dikarin beşdarî perwerdeya zarokên 2, 3, 4 û 5 salî yên tên Dibistana Egîdê Cimo bibin û rola dê û bavan jî di pêvajoya hînbûnê de girîng e. Şêrko Kanîwar axaftina xwe wiha domand: “Ji ber ku em li vir hînî muzîka kurdî bibin, lê ger em li malê bi Kurdî neaxivin, dê û bav muzîka Kurdî ji zarokên xwe re lênexin, perwerdehiya li vir bêwate ye. Li vir ezmûn tên kirin ku ka zarokên li vir dikarin ji bin barê 75 saet rîtma muzîkê rabin. 6 salan perwerdehiyê dibînin. Du salên ewil perwerdehiya muzîka Kurdî, perwerdehiay rîtmê, perwerdheiya bi zimanê Kurdî û perwerdheiya govendê digirin. Di sala 2yan de zarok enstrumana xwe hildibijêrin. Û paşê hêdî hêdî koma orkestrayê çêdibe.”
Ma Music dê ji bo gundê zarokan kampanya bide destpêkirin
Şêrko Kanîwar anî ziman ku Dibistana Ma Musicê ya Egîdê Cimo wekî mekan ji bo perwerdehiyê ne cihekî guncav e, lê armanca wan ew e ku di meha Hezîranê de gundê Zarok Mayê ku ji bo perwerdehiya pedagojîk a zarokan guncav e, ava bikin. Şêrko Kanîwar diyar kir ku dê ji bo vê kampanyaya hevgirtinê bidin destpêkirin.
Şêrko Kanîwar da zanîn ku ji bo Dibistana Ma Musicê ya Egîdê Cimo serlêdanên qeydkirinê zêde ne û ev 8 sal in li Stenbolê bi rêya hesabên medyaya sanal serlêdana vekirina dibistana Ma Musicê tê kirin.
Sedem zindîkirina Kurdî ye
Ji perwerdekarên Ma Musicê Sarya Ertaş jî bal kişand ser polîtîkayên asîmîlasyonê yên li ser Kurdan û got: “Kincên em li xwe dikin jî tamûl nakin, lewma êrişên wan ên li ser zimên me matmayî nakin. Ger em qadên ku zarokên kurd tê de karibin xwe îfade bikin ava nekin, wê polîtîkayên asîmlasiyonê zêde bibin. Sedema ku me vê dibistanê vekir jî zîndîkirina Kurdî ye.”