Wan – Dîroknas û rewşenbîrê Kurd Îbrahîm Sûngûr pêvajoya nû ya ku nîqaş li serê dewam dikin wek “kesên maran ew gez kirin e ji siya werîs ditirsin” pênase kir û got: “Kurd jî carekê hatine gezkirin, lewma ji siya werîs ditirse.”
Serokê MHPê Devlet Bahçelî, di 15ê cotmeha 2024an de di civîna koma xwe ya sêşemê de bang li Rêberê PKKê kiribû û gotibû ku bila bê li Meclisê biaxive. Piştî vê bangê ji gelek hêlan ve nîqaşên “gelo wê pêvajoyek nû dest pê bike yan na?” hatin kirin û Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ji bo pêvajoyeke nû ya aştiyê dest bi xebatan kir. Di 23yê Mijdara 2024an de parlementerê DEM Partiyê yê Rihayê Omer Ocalan ku biraziyê Abdullah Ocalan e, li Girava Îmraliyê bi Abdullah Ocalan re hevdîtinek pêk anî û peyamên çareseriyê yên Abdullah Ocalan ji raya giştî re ragihand. Di vê çarçoveyê de di 26ê Mijdara 2024an de Hevserokên DEM Partiyê yên Giştî Tulay Hatîmogûllari û Tûncer Bakirhan ji bo biçin Îmraliyê serî li Wezareta Dadê dan.
DEM Partiyê serî li Wezareta Dadê da. Di vê çarçoveyê de di 28ê Kanûna 2024an de parlamenterên DEM Partiyê Pervîn Buldan û Sirri Sureyya Onder li Girava Îmraliyê bi Rêberê PKKê Abdullah Ocalan re hevdîtinek pêk anîn û piştî hevdîtinê serdana partiyên ku koma wan li Meclisê heye kirin. Şandeya DEM Partiyê di 22yê Çileya 2025an de hevdîtina duyemîn li gel Abdullah Ocalan pêk anî û niha hemû civaka Kurdistan û Tirkiyê li benda banga dîrokî ya Ocalan ku dê rojên pêşiya me de eşkere bike.
‘Her du alî pêşrewan dikêşin hev’
Dîroknas û rewşenbîrê Kurd Îbrahîm Sûngûr ku li ser vê pêvajoya nû ji ajansa me re axivî, bal kişand ser gotina mezinan a “Maran gez kir ji siya werîs ditirse.” Îbrahîm Sûngûr anî ziman ku kesên maran ew gez kirin e ji siya werîs ditirse û da zanîn ku Kurd jî carekê hatine gezkirin û ji siya werîs ditirse. Îbrahîm Sûngûr diyar kir ku gelek lîstikên dewleta Tirk li ser Kurdan hene û got: “Her du alî jî weke pehlewanan beriya ku bigirin gûlaşê pêşrewan dikêşin hev. Ti demê têkoşîna Kurdan, tevgera azadiya Kurd û pirsgirêka Kurd ji konjektûra cîhanê ya siyasî û navneteweyî cuda nebûye.”
‘Tirkiye dixwaze di nava plana sedsala nû de be’
Îbrahîm Sûngûr anî ziman ku dewleta kûr ya Tirkiyeyê ji tiştekê haydar bû û wiha got: “Li Rojhilata Navîn piştî sedsala Peymana Lozanê wê nexşe careke din bên guhertin û Tirkiye jî dixwaze tiliya wî di nava vê plana nû de hebe. Ez vê wisa dibînim û li gorî texmîna min wê Tirkiye nekare tiştekê bike. Serokê Amerîkayê Donald Trump pesnê Erdogan dabû û li gor min ev yek jî di eslê xwe de teşîrkirina Erdogan û Tikriyeyê ya bi komên terorê re ye. Lewma wê Tirkiye ji nexşeya nû parekê negire. Serokatiya Kurdan jî vê yekê dibîne û pêvajoyê belavî demê dike. Her wiha li ser nexşerêyekê jî dixebite. Li dijî vê yekê Tirkiye gelekê li ber xwe dide, lê hêzên navneteweyî nahêlin. Ez bawerim wê di pêşerojê de her tişt safî bibe.”
‘Şev avis e, em berê xwe bidin sibê ka dê çi bizê’
Îbrahîm Sûngûr bal kişand ser hevdîtina li Romaya paytexta Îtalyayê û destnîşan kir ku hemû hêzên navneteweyî li wir kom bûn, lê gazî Tirkiyeyê nekirin. Îbrahîm Sûngûr, bi lêv kir ku lewma Tirkiye ji Kurdan nerihettir e û wiha domand: “Ji ber vê yekê Tirkiye jî pêşrewan dikşîne ku belkî bi demê re ba li gorî wan bê. Lê ev jî vala ye, ji Tişrîn û Qereqozakê encam negirtin. Niha destê wan de tenê du sê ÎHA û SÎHA mane, ev jî ka dê heta li ku wan bibe nediyar e. Gotineke Farisan heye dibêje ‘Şev avis e, em berê xwe bidin sibê ka dê çi bizê’. Rewşa Rojava û Sûriyê jî ev e.”
‘Heke em hêmanên biratiyê bi cih bînin em ê bibin tiştekî balkêş’
Îbrahîm Sûngûr destnîşan kir ku aveke berjor diherike nîne, hemû av berjêr diherikin û ti dukêl berjêr ve naçe, hemû dukêl berjor bilind dibin. Îbrahîm Sûngûr anî ziman ku hêj baweriya ti kesî ji Osmaniyan ve bigire heta niha bi dewleta Tirk nehatiye û hemû dewlet berjewendiyên xwe dixwazin. Îbrahîm Sûngûr da zanîn ku baweriya wî bi têkoşîna tevgera azadiyê heye û wiha pêde çû: “Têkoşîn tiştekî gelek zor e, lê dê her bimeşe. Kedeke mezin, bedelên mezin di vê têkoşînê de tê dayîn û gelê Kurd jî ev bedel daye û wê serfiraz bibe. Her çiqas zihmetî hebin jî dostên Kurdan ji yên dewletê zêdetir in. Em dixwazin bê kuştin, bê xwîn rijandin, bê perçiqandin aştiyek bê. Her tim dibêjin em birayên hev in, lê biratiyê jî zagon û qanûnên xwe hene. Divê birayek li birayê din siwar nebe, ne em ne jî ew vê yekê qebûl nakin. Heke em hemû hêmanên biratiyê pêk bînin, em ê li Rojhilata Navîn bibin tiştekî balkêş.”
‘Divê em ewilî yekitiyê di mêjiyê xwe de çêkin’
Îbrahîm Sûngûr ji bo aştiyeke birûmet diyar kir ku divê ewilî azadiya gelê Kurd pêk bê û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Bêyî azadî, Kurd nikarin çanda xwe, kesayetiya xwe, nasnameya xwe biparêzin. Hê jî zimanê Kurdî qedexe ye. Ji ber ku em azad nîn in, zimanê me qedexe ye. Kurd di Rojhilata Navîn de hatine parçekirin lewma Kurd azad jî nîn in. Kurdan yekitiya xwe ava nekirine. Sed sal in parçebûyî ne. Lewma divê em yekitiya xwe ewilî di mêjiyê xwe de çêkin ku em bikaribin di erdnîgariya xwe de jî yekitiyekê çêkin. Niha şert û merc û hêmanên ku miletê me rakin jor çêbûne. Bawerim pêşeroja me wê ronahî be, em niha di tariyekî lawaz de ne. Em li hêviyê ne ku li ezmanê me jî rojek derbikeve. Ehmedê Xanî gotiye ‘her kesek mîmarê dîwarê xwe ye’ û vî wextî her kes dîwarê xwe lê dike.”