Parêzer Aynur Zeîd Paşa ku beşdarî Dadgeha Gel a Brukselê bû, anî ziman ku wan bi belgeyan sûcên şer bi dagehê re parve kirin û heyeta dadgehê jî di biryara destpêkê de aşkere kir ku Tirkiyeyê li dijî Rojava sûcên şer kiriye.
Tirkiyeyê di 20ê Çileya 2018an de dest bi êrîşên li dijî Efrîn kir. Di 18ê Adara 2018an de jî Efrîn bi temamî dagir kir. Piştre di 9ê cotmeha 2019an de Serêkaniyê dagir kir. Piştre Girê Spî dagir kir. Piştî dagirkirina Efrîn û Serêkaniyê, êrîşên li ser herêmê her roj didomin. Her roj welatiyên herêmê bombebaran dikin. Sûcên li dijî mirovahiyê û komkujiyê pêk tînin. Jin û ekolojiyê qir dikin. Bi piranî sûcê şer li dijî mirovahiyê û xwezayê tê kirin. Li dijî van sûcên şer û komkujiyan, di 5-6ê Sibatê de li L’Université Libre de Bruxelles (Zanîngeha Azad a Brukselê – ULB) Dadgeha Gel a Hemdemîn pêk hat. Di dadgeha Gel a 2 rojan pêk hat de, li ser sûcên şer ên ku Tirkiyeyê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêk anîye, belgeyên sûc hatin pêşkêşkirin.
Parazvanên mafên mirovan û hiqûqê, bi rêya dozgeran belgeyên sûc pêşkêşî dadgeha gel kirin. Dadgehê jî xwest ku şahidan guhdar bikin. Li ser vê yekê şahid jî beşdarî dadgehê bûn û şahidiya xwe anîn ziman. Heyeta dadgehê, li pisporên hiqûqî û mafên mirovan guhdar kir. Dagehê pirs ji pisporan pirsîn û wan jî bersîv dan. Ji welatên cuda hiqûqnas, aktîvîstên mafên mirovan, mexdûrên êrîşan û şahid tevlî bûn. Dagehê ji bo parastina xwe bike bang li dewleta Tirk kirin. Lê li gel vê yekê jî nûnerê Dewleta Tirk tevlî nebû.
Gelek parazvanên mafên mirovan û hiqûqnas ên beşdarî Dadgeha Gel bûn, bi gelge û dosyayan mijarên wekî; Koçberkirina bi zorê, bikaranîna çekên qedexekirî, guhertina demokrafiyayê, komkujiya li ser sivîlan, talankirin û tunekirina li ser mîrateyên çandî, îşkence û binçavkirina dijhiqûqî û êrîşên li ser çavkaniyên jiyanê peşkeşi dadgehê kirin. Di rûniştina beşa “Kocberkirina bi zorê” de şahidan qala koçberkirina şêniyên kurd a bi zorê ya ji Efrîn û Serêkaniyê kirin. Dîsa qala guhertinên demografik ên li ser axa Efrînê vegotin. Di rûniştina beşa “Bikaranîna çekên qedexekirî” de beşdaran delîlên li ser îdîayên ku dibêjin çekên qedexekirî yên weke fosfor a spî li dijî dibistan, nexweşxane, nifûsa sivîl û binesaziyê hatine bikaranîn, bi belgeyan pêşkêşî dadgehê kir. Di beşa “Komkujiyên li ser sivîlan” de jî belgeyên der barê kuştina Hevrîn Xelef hatin pêşkêşkirin. Di beşa “Talan û tunekirina mîrateya çandî” de, belgeyên tirbên Êzidiyan ên pîroz jî di nav de xerakirina qadên çandî bi rêk û pêk, talankirina wan hatin pêşkêşkirin. Di beşa “îşkence û binpêkirina hiquqî” de jî li gel bûyerên sembolik, raporên li ser îşkence û binçavkirina kêfî, hatin pêşkêşkirin.
Artêşa Tirk li Sûrî gelek sûc kiriye
Parêzer Aynur Zeîd Paşa ku beşdarî Dadgeha Gel bû, mijarên ku hatin niqaşkirin û derketin pêş bi Ajansa Welat re parve kir. Aynur Zeîd Paşa anî ziman ku di 5-6ê Sibatê de li Brukselê Dadgeha Gel a Hemdemîn pêk hat û wiha got: “Di vê dadgehê de gelek rûniştin pêk hatin. Li ser daxwaza Navenda Lêkolîn û Parastina Mafên Jin û çend saziyên parastina mafên mirovan û demokrasiyê ev dadgeh pêk hat. Van saziyan ji bo sûcên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku li dijî mirovan pêk tên, xwestin sucdar bên darizandin. Xwestin dadgeh bê avakirin. Rêveberiya Xweser ji 2018an heta îro sûcên şer ên ku Tirkiyeyê li dijî herêmê pêk anîne belge kir. Dîsa saziyên parastina mafên mirovan sûcên li dijî mirovan bi belge kirin. Derket holê ku Artêşa Dewleta Tirk û çeteyên Artêşa Sûrî gelek sûc kirine.”
Parêzer Aynûr Zeîd Paşa destnîşan kir ku çend sal in ew sûcên li dijî mirovahiyê wên wekî kuştin, revandin, dagirkirin û koçberkirina welatiyan bi gelge dikin û wiha axivî: “Çend sal in em van sûcan belge dikin. Heta niha me çend dosya pêşkêşî Saziyên Navdewletî û eleqeder kirin. Lê heta niha mixabin tu encam derneket. Tu bersîv nehat dayîn. Tu alîkarî bi gelê Rojava re nehat kirin. Dewleta Tirk di serkêşiya Serokkomarê Tirkiyeyê Tayyip Erdogan de êrîşên xwe yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê berdewam dike. Li şûna êrîşan rawestîne êrîş xurttir kirin. Van êrîşan hişt ku em bala raya giştî bikişîni ser van binpêkirinên mafan û sûcên şer.”
Li dijî kurdan êrîşên qirkirinê hene
Parêzer Aynur Zeîd Paşa da zanîn ku niha li ser gelê kurd qirkirin heye û bibîr xist ku rayedarên Dewleta Tirk êdî aşkere dijminantiya gelê kurd îlan kiriye. Aynur Zeîd Paşa anî ziman ku Dewleta Tirk aşkere dibêjin li tenişta xwe statuya kurdan qebûl nakin û wiha pêde çû: “Dibêjin ku ew çekên xwe bin erd nekin, em ê wan binerd bikin. Ji ber vê yekê me bi vê dadgehê xwest bala raya giştî bikişînin ser van binpêkirinên mafên mirovan. Me xwest van êrîşan û van sûcên li ser gel belge bikin û bi raya giştî re parve bikin.”
Dosyayên jinên pêşeng pêşkêşî dadgehê kirin
Parêzer Aynur Zeîd Paşa bilêv kir ku ew wekî navendekê, li ser esasê sûcên li dijî jinan, belgeyan amade dikin û wiha berdewam kir: “Em wekî sazî sûcên li dijî jinan belge dikin û dikin rapor. Bi taybetî jinên ku di aliyê leşkerî, siyasî, civakî û reveberiyê de xwedî rol û pêşeng in, em li ser wan belgeyan amade dikin. Me di dadgehê de dosyayên van jinên pêşeng pêşkêşî dadgehê kir. Me ji bo Hevrîn Xelef ku bi destê Ehrer Şerqîye hat kuştin dosya amade kir û pêşkêşî dadgehê kir. Kujerê Hevrîn Xelef, li şûna bê darizandin, niha ket rêveberiya HTŞê ya Şamê. Ev komên çeteyan li Efrîne hemû cureyên sûcan dikin. Heta niha jî êrîşî herêmê dikin. Bi taybetî mafên jinan binpê dikin.”
Dadgeha Navneteweyî li dijî sûc bêdeng in
Parêzer Aynûr Zeîd Paşa helwesta Dadgehên Navneteweyî ya li dijî sûcên şer jî rexne kir û wiha lê zêde kir: “Ji ber van êrîşan koçberî pêş ket. Nêzî 300 hezar mirov ji ber van êrîşan koçberî Şehba û Til Rifhatê bûn. Ev koçber cara duyemîn dîsa koçber bûn û niha li Reqa û Tebqayê belav bûn. Hinek jî çûn Helebê. Me ev koçber belge kir û pêşkêşî dadgehê kir. Li dijî vê yekê me helwesta Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropa û saziyên darazê yên navdewletî rexne kir. Dadgehên Navneteweyî li dijî van sûcan bêdengin û nikarin sûcdaran ceza bikin. Nikarin mafên meqduran biparêzin. Li gorî vê yekê biryar derket.”
Dê sûcên Dewleta Tirk bi cîhanê re bêne parvekirin
Parêzer Aynur Zeîd Paşa anî ziman ku li dijî van sûcên şer dê piştî 45 roj an jî 2 mehan dê biryar bê girtin û got: Ev biryar dê bi raya giştî re bê parvekirin. Di 2018an de kurdan dîsa dadgehek bi vî rengî li dijî sûcên şer li dar xist. Di vê dadgehê de dîsa sûcên ku li Bakurê Kurdistanê ji 2015an heta 2018an hatine kirin, hatin pêşkêşkirin. Ji wê dadgehê biryar derket. Ew biryara ji dadgehê derket, li Parlamentoya Ewropayê hat îlankirin. Hina jî bi vê biryarê dê ev belge bê erêkirin û îspatkirin. Dîsa ev sûc dê bi raya giştî ya cîhanê re bê parvekirin. Ev dê ji bo sûcên siberojê û darizandinên siberojê jî bibin mînaka darizandinê.”
Êrîşên li ser ekoloji, tenduristî û çavkaniyên jiyane derketin pêş
Parêzer Aynur Zeîd Paşa bal kişand ser mijarên k udi 2 rojan de derketn pêş û ev agahî parve kir: “Mijarên di vê dadgehê de derketin pêş, koçberkirina bi zorê ya gelê Sûrî û guhertina demografiyê ya Efrînê derket pêş. Komkujî, bombekirin, îşkenceya li welatiyan, revandin, binçavkirinên li Efrînê hatin pêşkêşkirin. Dîsa koçberkirina welatiyan a ji Serêkaniyê û Girê Spî, bikaranîna çekên qedexekirî, êrîşen li ser binesaziyê, êrîşên li dijî çavkaniyên enerjî û avê, êrîşên li ser saziyên tenduristiyê û nexweşxaneya Kobanê, êrîş û qirkirina li ser ekolojiyê hatin niqaşkirin. Li aliye din xerakirina şûnwarên li Efrînê hatin niqaşkirin.
Mijaren kuştina jinên navdar, bikaranîna drona û êrîşên li dijî sivîlan hatin pêşkêşkirin. Dîsa girtîgehên veşartî û îşkenceya li ser girtiyan û tundiya zayendî ya li ser jinan hatin niqaşkirin. Hedefgirtina xebatkarên çapemeniyê hatin pêşkêşkirin. Heyeta dadgehê ji 7 kesên jurî pêk dihat. Ev kesên navdar bûn. Ev kes di mijarênn qanûna navneteweyî de pispor bûn. Di qada mafên mirovan de pispor bûn. Bi balkêşî guhdarî van binpêkirina mafan kirin. Ji pirsên wan dihat xuyakirin ku dixwestin li gorî heq û edaletê heqîqet derkeve holê.”
Dadgeha Gel: Tirkiye sûcê şer kiriye
Parêzer Aynur Zeîd Paşa herî dawî bal kişand ser biryara dadgehê ya ewil û wiha bi dawî kir : “Heyeta dadgehê heta biryarê didin, bi hevre niqaşekê dikin. Li ser mijarên girîng û esasî biryarê didin. Piştî çend hefteyan an jî çend mehan biryara giştî didin. Li ser xalên sereke biryarê didin. Heyetê di biryara destpêkê de diyar kir ku li gorî niqaşên hatin kirin û şahidan, hatiye îspatkirin ku Tirkiyeyê li dijî kurdan sûcên şer û sûcên mirovan kiriye. Biryar da ku Tirkiye bê sedem sînorê Sûrî derbas kiriye û binpêkirina sînor kiriye. Di encama biryarê de Serokkmarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan, Wezîrê Parastinê yê berê Hulîsî Akar, Serokê MÎTê yê berê Hakan Fidan, Serfermandarê Artêşê yê berê Yaşar Guler wekî sucdar hatin dîtin. Van kesan sûcên şer, Sûcên komkujiye kirine. Li ser Bakur û Rojhilatê sûriyeyê sûcê mirovahiyê kirine. Derket holê ku berpirsiyarê terora li ser welatiyên Bakur u Rojhilatê Sûriyeyê, kesên herî bilind ên dewleta Tirk in. Çeteyên girêdayî Tirkiyeyê têkiliya wan bi DAIŞê re heye ne. Çeteyên girêdayî tirkiyeyê êrîşan dikin. Têkiliya van çeteyan bi DAIŞê re heye. Tirkiye piştgiriya van çeteyan dike û ev çete êrîşî sivîlan dikin. Ji ber vê yekê Tirkiye berpirsiyarê vê terorê ye.
Dadgeh: Rêveberiya Xweser rewa ye
Tişta herî balkêş, diyar kirin ku Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi awayekî posîtif tev digere. Wekî parçeyekî xweser li Axa Sûrî tev digere û Rêveberiya Xweser li ser yekîtiya Sûrî taluke û metirsî nîne. Xwest berpirsiyarê van sûcên li herêmê bên darizandin û cezakirin. Xwestin Rêveberiya Xweser wekî rêveberiyek rewa û demokratîk bê dîtin. Xwest civaka navneteweyî mudaxale bike u rê li pêşiya êrîşen Tirkiyeyê li ser Bakur û Rojhilatê sûriyeyê rawestînin. Da ku komkujî bi dawî bibibin.”