• Nûçeyên Herî Dawî
Abdullah Ocalan: Hewl didim ku tarîtiyê bikim ronahî

Abdullah Ocalan: Hewl didim ku tarîtiyê bikim ronahî

13 SIBAT 2025 - 08:03
Pirtûkxaneya Berhemên Jinan: Bîra jîneoloyiyê û kedê

Pirtûkxaneya Berhemên Jinan: Bîra jîneoloyiyê û kedê

24 HEZÎRAN 2025 - 11:09
Soydan Akay serdana Komeleya Wêjekarên Kurd kir

Soydan Akay serdana Komeleya Wêjekarên Kurd kir

24 HEZÎRAN 2025 - 10:55
Dengbêj û Nivîskaran nehêla Komkujiya Geliyê Zîlan bê jibîrkirin

Dengbêj û Nivîskaran nehêla Komkujiya Geliyê Zîlan bê jibîrkirin

24 HEZÎRAN 2025 - 08:12
‘Projeyên sed sal berê hatibûn çêkirin niha xera dibin’

‘Projeyên sed sal berê hatibûn çêkirin niha xera dibin’

24 HEZÎRAN 2025 - 08:06
Dengbêj Xalîde: Divê hunermend bibin dengê aştiyê

Dengbêj Xalîde: Divê hunermend bibin dengê aştiyê

24 HEZÎRAN 2025 - 08:03
ROJEVA 24ê HEZÎRANA 2025an

ROJEVA 24ê HEZÎRANA 2025an

24 HEZÎRAN 2025 - 08:00
Nobeta li dijî hişbirê di roja sêyan de berdewam kir

Nobeta li dijî hişbirê di roja sêyan de berdewam kir

23 HEZÎRAN 2025 - 21:56
Îranê bi fuzeyan êrîşî baregeha Amerîkayê ya li Qeterê kir

Îranê bi fuzeyan êrîşî baregeha Amerîkayê ya li Qeterê kir

23 HEZÎRAN 2025 - 21:13
DEM Partî dê sibê bi Wezîrê Dadê re hevdîtinê bike

DEM Partî dê sibê bi Wezîrê Dadê re hevdîtinê bike

23 HEZÎRAN 2025 - 20:01
Gelê Hezexê li dijî tiryakê meşiya

Gelê Hezexê li dijî tiryakê meşiya

23 HEZÎRAN 2025 - 18:24
Bi girseyî serdana şîna Yunus Balkaş kirin

Bi girseyî serdana şîna Yunus Balkaş kirin

23 HEZÎRAN 2025 - 14:57
Koçyîgît: Divê ji bo azadiya Ocalan gav bên avêtin

Partî dê sibe ji bo komîsyonê li Meclisê bicivin

23 HEZÎRAN 2025 - 14:38
PJAK: Têkoşîna demokratîk a gel wê azadiyê bîne

Ji PJAKê daxuyanî: Li şûna fitneyê em ê yekitiyê ava bikin

23 HEZÎRAN 2025 - 14:33
Baroya Şirnexê: Kuştina jinan bi pergalî ye

Baroya Şirnexê: Kuştina jinan bi pergalî ye

23 HEZÎRAN 2025 - 14:17
Di êrişa Îsraîlê de Girtîgeha Evînê hate bombebarankirin

Di êrişa Îsraîlê de Girtîgeha Evînê hate bombebarankirin

23 HEZÎRAN 2025 - 13:32
  • |
  • Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
  • Hemû Nûçe
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
24 HEZÎRAN 2025
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Soydan Akay serdana Komeleya Wêjekarên Kurd kir

    Soydan Akay serdana Komeleya Wêjekarên Kurd kir

    Dengbêj û Nivîskaran nehêla Komkujiya Geliyê Zîlan bê jibîrkirin

    Dengbêj û Nivîskaran nehêla Komkujiya Geliyê Zîlan bê jibîrkirin

    ‘Projeyên sed sal berê hatibûn çêkirin niha xera dibin’

    ‘Projeyên sed sal berê hatibûn çêkirin niha xera dibin’

    Nobeta li dijî hişbirê di roja sêyan de berdewam kir

    Nobeta li dijî hişbirê di roja sêyan de berdewam kir

    Îranê bi fuzeyan êrîşî baregeha Amerîkayê ya li Qeterê kir

    Îranê bi fuzeyan êrîşî baregeha Amerîkayê ya li Qeterê kir

    DEM Partî dê sibê bi Wezîrê Dadê re hevdîtinê bike

    DEM Partî dê sibê bi Wezîrê Dadê re hevdîtinê bike

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • ROJANE
    Soydan Akay serdana Komeleya Wêjekarên Kurd kir

    Soydan Akay serdana Komeleya Wêjekarên Kurd kir

    Dengbêj û Nivîskaran nehêla Komkujiya Geliyê Zîlan bê jibîrkirin

    Dengbêj û Nivîskaran nehêla Komkujiya Geliyê Zîlan bê jibîrkirin

    ‘Projeyên sed sal berê hatibûn çêkirin niha xera dibin’

    ‘Projeyên sed sal berê hatibûn çêkirin niha xera dibin’

    Nobeta li dijî hişbirê di roja sêyan de berdewam kir

    Nobeta li dijî hişbirê di roja sêyan de berdewam kir

    Îranê bi fuzeyan êrîşî baregeha Amerîkayê ya li Qeterê kir

    Îranê bi fuzeyan êrîşî baregeha Amerîkayê ya li Qeterê kir

    DEM Partî dê sibê bi Wezîrê Dadê re hevdîtinê bike

    DEM Partî dê sibê bi Wezîrê Dadê re hevdîtinê bike

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Abdullah Ocalan: Hewl didim ku tarîtiyê bikim ronahî

Firat Tûnç / AW

13 SIBAT 2025 - 08:03
Kategorî: MANŞET, POLÎTÎKA
A A
Amed – Di ser Komploya Navdewletî ya li dijî Rêberê PKKê Abdullah Ocalan re 26 sal derbas dibin. Rêberê PKKê Abdullah Ocalan diyar kiribû ku komploya navdewletî di şexsê wî de tenê ne li dijî Kurdan, di heman demê de li dijî Tirkan jî hatiye kirin û gotibû: “Li Mezopotamya, Kurdistanê û Tirkiye eşqa min a jiyana azad heye. Eşqa jiyanek wisaye ku bi kêm derfetên vê Îmraliyê ku weke bi derziyê bîr kolandin ez hewl didim ku tarîtiya komploya navdewletî ya dîrokî ronî bikim.”

Komplo û komplogerî ji destpêka dîroka şaristaniyê hetanî şaristaniya kapîtalîst, di destê desthilatdaran de weke amûrekî ya domdarîkirina desthilatdariya xwe hatiye bikaranîn. Tevahî kral, împarator, wezîr, xanedan û serokên dewletan ev yek ji bo berdewamkirina destihaldariya xwe bikar anîne. Komplo û komplogerî weke berhemên ku ji hêla kesên serdest ve hatine dîtin, bikaranîn û pêşxistin tê dîtin. Tevahî deng, reng û kesên ku li dijî wan radibin bi rêya komployê hatine qutkirin, bêdengkirin. Her wiha tevahî lêgerînên azadiyê jî hatine çewisandin. Armanca hêzên desthilatdar, mêtînger, hêzên hegemonîk, emperyalîst û pergala baviksalarî ew e ku civakên nirxên exlaqî-polîtîk dihewînin bikin kole û ji metîngeriyê re vekirî bihêlin, her wiha ev civaka rast a ku nûnertiya exlaqê azadiyê dike îmha bike û ji holê rabike. Di dîrokê de yek ji gelê ku bi komplo û komplogeriyê re rû bi rû maye gelê Kurd e. Yek ji van komployên dîrokê xiyaneta Kyros a bi Harpagos re li dijî kralê MEDan Astyag pêk aniye bû. Mînakên di dîrokê de derketine pêş dide diyarkirin ku dîroka şaristaniyê dîroka komployan e. Lê rûxmê tevahî êrişên tunekirinê û komployên hatine pêkanîn jî taybetmendiyên exlaqî û polîtîk ên civaka xwezayî li cihên weke çiya, cihên asê yên kûrahiya çiyayan de hebûna xwe domandine.

26 sal berê mînaka vê komplogeriyê li dijî Rêberê PKKê Abdullah Ocalan pêk hat û di şexsê wî de nasnameya civakekî exlaqî ya girêdayî azadî, wehkevî, edalet û parvekirinê pêş ket. Ango Rêberê PKKê Abdullah Ocalan di civaka Kurd de zanistiyeke nû ya azadiyê daye qezenckirin. Li ser vê bingehê jî di bin felsefeya Rêberê PKKê Abdullah Ocalan de hebûna gelê Kurd a ku ber bi tunebûnê ve diçû sekinand. Gelê Kurd hem li Rojhilata Navîn hem jî ji bo tevahî gelên azadîxwaz pêşengtiya têkoşînê dike.

130 rojên li Ewropayê

Hêzên hegemon bi pêşengtiya Amerîkayê ji bo li Rojhilata Navîn dîzayneke nû bidin çêkirin, weke asteng li pêşiya xwe Tevgera Azadiyê ya Kurd dîtin. Hêzên hegemon ji bo astengiyên li pêşiya xwe rakin li dijî Rêberê PKKê Abdullah Ocalan plansaziya komployekê kirin. Ji ber komploya navdewletî ku rola gelek dewletan di nav de bû Rêberê PKKê Abdullah Ocalan di 9ê Cotmeha 1998an de ji Sûriyeyê derket û berê xwe da Ewropayê. Serlêdanên pênaberiyê yên Abdullah Ocalan hatin redkirin. Abdullah Ocalan li gelek welatên Ewropa geriya lê hêzên komploger nehiştin ku li Ewropayê bi cih bibe. Abdullah Ocalan ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd 130 rojan li Ewropayê geriya. Lê hemû hewldanên Abdullah Ocalan ên ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd bêbersiv man.

Abdullah Ocalan piştî 130 rojan di 15ê Sibata 1999an de ji aliyê hêzên navdewletî ve di encama komployekê de li Kenyayê hat girtin û radestî Tirkiyeyê hat kirin. Girtina Abdullah Ocalan ji bo gelê Kurd û dostên Kurdan weke “Roja reş” tê binavkirin û li Kurdistan û gelek deverên cihanê gelê Kurd û dostên Kurdan daketin qadan û dest bi xwepêşendanan kirin. Li Kurdistanê gelek welatiyan gotin, “Hûn nikarin roja me tarî bikin” û bedena xwe dan ber agir. Girtina Abdullah Ocalan hem ji bo Kurdistanê û hem jî ji bo Rojhilata Navîn bû destpêka pêvajoyek.

Bendewariya banga dîrokî

Abdullah Ocalan ji nirxandinên xwe yê li gorî demê û li Girava Îmraliyê de paraznameyên ku nivîsandin de ew komploya navdewletî ronî kir û vala derxist. Abdullah Ocalan 15ê Sibata 1999an ve li Girtîgeha Ewlehiya Bilind Tipa F a Girava Îmraliyê ku ji bo wî bi taybet hatiye amadekirin, tê ragirtin. Tevî tecrit kirina giran Rêberê PKKê Abdullah Ocalan bi paraznameyê xwe rê nîşanî gelan da û tekoşîna xwe ye azadiyê berdewam dike.
Di nav vê 26 salê de ji aliyên Kurdan û dostên wan de gelek çalakî hatin li darxistin. Di encama van çalakiyan da dewleta Tirk neçarma ku Rêberê PKKê Abdullah Ocalan muhatap bigre. Herî dawî ji şandeya ku Sirri Sureya Onder û Pervîn Buldan pêk tê li Rêberê PKKê Abdullah Ocalan re du hevdîtin kirin. Di wan hevdîtinan de şandeyê diyar kir ku Abdullah Ocalan di nav meha Sibatê de yê bangeke dîrokî bike.
Rêberê PKKê Abdullah Ocalan di gelek parêzname û nirxandinê xwe de ji bo fêm kirina komployê gelek tiştan tîne ziman.

Hin nirxandinê wî li ser komployê ev in.

‘Di şexsê min de komplo tenê ne li Kurdan li Tirkan jî kirin’

Sedema bingehîn a ku hêzên navdewletî ber bi komploya navdewletî ve bir, Rêberê PKKê Abdullah Ocalan wiha dibêje: “Tevahî armanç tasfiyekirina min û ya PKKê ye. Komplo di şexsê min de tene ne li dijî Kurdan,di heman demê de li dijî Tirkan jî hatibû kirin. Şêweya radestkirina mi û niyeta kesên di vê de rol girtin ne bi dawîkirina terorê û çareseriyê bû. Dixwestin bingeha şerekî ku sedsalekî din berdewam bike û kûr bikin. Komploya wan a li dijî min jî derfeteke îdeal dida. Bê guman, heya dawiyê dixwestin vê firsendê bikar bînin.”

‘Hevpeymana Edenê’

Dema ku dîrok 9ê Cotmeha 1998an nîşan dida Rêberê PKKê Abdullah Ocalan ji Sûriyeyê derket û destpêkê çû Atînayê. Piştî ku ew ji Sûriyeyê derket, rêveberiya Sûriyeyê li Edenê ji berpirsiyarên Tirkiyê re got “Ocalan êdî ne li Sûriyeyê ye” û bi vê awayê di navbera her dû dewletan de hevpemana Edenê ku gav bi gav bigehêje komployê ava dikir hat îmzekirin. Amadekirina pergala îşkence ya Îmraliyê di 4ê Sibata 1999an, hîn beriya ku Rêberê PKKê Abdullah Ocalan ji Kenyayê were revandin hatibû pêkanîn.

Pergela Îmraliyê weke Guantanama pênase kir

Tê zanîn ku Rêberê PKKê Abdullah Ocalan hîn di balafirê de, di ferqa vê komploya mezin de bû û bi pêşdîtinên xwe dît ku hêzên navdewletî dixwazin Rojhilata Navîn vegerînin topek ji agir û bi vê pêşdîtinê jî hîn di seatên destpêkê yên 15ê Sibata 1999an de li dijî komployê dest bi berxwedanê kir. Rêberê PKKê Abdullah Ocalan pergela Îmraliyê weke Guantanama pênasedike û ji bo pergala Îmraliyê wiha dibêje: “Pergela Îmraliyê weke qadeke lawazkirina vîna ku hiqûq û qanûn bandora xwe li ser vir nake û pergala cîhanê ya kapîtalîzmê ji bo min taybet daye avakirin. Him bi derfetên zindanê, him jî bi awayekî ji derveyî hiqûqê revandin a ku li dijî min hatiye kirin, ez dikarim bejim ku zindana Îmraliyê weke Guantanamo ya yekemîn ketiye dewrê”

‘Komplo dişibe efsaneye Prometheus’

Rêberê PKKê Abdullah Ocalan komploya ku bi destê hêzên navdewletî ve hat kirin, dişibîne efsaneya Prometheus û der barê vê de wiha dibêje: “Efendî û giregirên hemû parzemînan destên xwe dan hevdû û bi girtina wan bi komployê min zeft kirin û dema radestî Gireva Îmraliyê kirin efsaneyek ku xwe nû dikir hat bîra min. Ew jî ev bû, xwedayê yewnan Zeûs ji nîvxwedayan Prometheûs bi zinarên çiyayê Kafkasan ve girêda û cegera wî bi qertelan da xwarin. Çawa ku Prometheûs ji bo azadiya mirovahiyê ji xwedayan agir dizî û cegera wî ya ku qertelan dan xwarin xwe nû kir. Efsane weke ku di şexsê min de bi cih were xwe nû dikir û dibû rastî”

‘Ez ne mahkûmê Tirkiyeyê me’

Tê zanîn ku bi giştî pêvajoya ku di navbera 9ê Cotmeha 1998an hetanî 15ê Sibata 1999an hatiye jiyîn bi her awayê lîstokekê mezin ku dihat xwestin li ser Kurdan were lîstin. Lewra dema ku Rêberê PKKê Abdullah Ocalan vê pêvajoyê dinirxîne van gotinan dibêje: “Pêvajo amedekirina çarmix ango darbestê bû. Yên li Moskovayê bizmarên hişk lê didan. Cara yekemin min dîmenên ku di rûyên xwe de, cih nadin dostaniyê didît. Diyar e ku biryar ji jor hatibû dayîn û mîsoger bû. Bizamara yekemin li Moskovayê hat lêdan. Min sermaya maran a îxanetê jiyan kir. Bizmara dûyemîn li Romayê hat lêdan li dijî lîstokên zirav ên kapîtalîzmê min dest ji rûmetê berneda. Bizmara sêyemîn li Atînayê hat lêdan li dijî îxanetê, li dijî dostaniya ku nehatiye jiyîn adeta zimanê min lal bû. Bizmara çaremin li Naîrobî hat lêdan. Di encama komploya Çarmixê de min xistin girtîgeha yek kesî ya girava Îmraliyê (Goristana Hadesê) di nav çarmixê de min xistin nav benderwariya mirinê (Darvekirinê). Lewra ez ne mahkûmê Tirkiyeyê, mahkûmê komploya navdewletî me.”

‘Min ê di pratîkê de hewldanên aştî û çareseriyê berdewam bikiriba’

Rêberê PKKê Abdullah Ocalan rûxmê hemû plansaziyên hêzên navdewletî bi nirxandinên xwe yên demê vê pêvajoya ku hat xwestin Kurd ebedî di bin tarîtiyê de bimînin, vala derdixe û li Girava Îmraliyê rûxmê hemû bêderfetiyan bi paraznameyên xwe van rojên reş û komploya dîrokî ya li ser gelê Kurd hat kirin, dinirxîne. Ev nirxandinên ku binesazî û bingehê Komploya Navnetewî ronî dike. Rêberê PKKê Abdullah Ocalan van şertên giran û vala derxistina komployê wiha dinirxîne: “Bi pêvajoya çareseriyê demokrasî û aştiyê ku li Îmraliyê min pêş xist, min hemû planên wan ên îmhakirinê vala derxist. Cezayê darvekirinê hat rakirin, lê heta mirinê di derfetên giran ê tecrîdê de mayîn li koridora mirinê yê ji darvekirinê xirabtir ku dê hêdî hêdî bibe mirinê û belavî demê bibe de mayîn dê berdewam kiriba. Di bin van şertan de jî bi paraznameyên xwe ku bi nirxandina derfetên qasî serê derziyê pêşxist, min ê bersiv serxistiba. Bi vê awayî komploya navdewletî di asta teorik de ronakkirin, teşhîrkirin û vala derxistin hatibû pêkanîn. Lê di pratîkê de min ê hewldanên aşîtî û çareseriyê berdewam bikiriba.”

‘Li Tirkiye, Mezopotamya û Kurdistanê eşqa min a jiyana azad heye’

Rêberê PKKê Abdullah Ocalan diyar dike ku komploya navdewletî ne tenê li ser gelê Kurd bû. Di şexsê gelê Kurd de lîstokekê pir mezin li ser tevahî gelên Rojhilata Navîn hat kirin û wiha dibêje: “Li hemberî lîstokên ku li ser me û gelê Tirkiye tê lîstin me hewl da ku em xeta hiqûqa demokratîk û feraseta parastina rawa bidin rûniştin. Li ser vê bingehê ez Kurdan vedixwînim yekitiyê. Divê Kurd ne ku tenê min bifikirin, xwe bifikirin. Komployê baş fêm bikin û hesab pirs bikin. Em di nav lîstokê de ne. Divê hemû di vê zanebûnê de bin. Komplo ne tenê ji bo PKKê, ji bo hemû Kurdan girîng e. Yê ku êş dikşîne ez û gelê me ye. Ast û erka şênber ê herkesî/ê heye. Ne ji ber ku ez wisa dixwazim divê ji bo erkên xwe yên azadî û welatparêziyê bixebitin. Tu wateya jiyana fîzîkî nîne ji xwe roj bi roj seat bi seat em dimirin. Lê ji bo welat. Li Tirkiye, Mezopotamya û Kurdistanê eşqa min a jiyana azad heye. Eşqa jiyanek wisaye ku bi kêm derfetên Îmraliyê ku weke bi derziyê bîr kolandin ez hewl didim ku tarîtiya komploya navdewletî ya dîrokî ronî bikim. Bi xeta çareseriya demokratîk û azadiya bi rûmet komployê vala derbixim. Em bi komployeke dîrokî re rû bi rû ne, yekane rêya vala derxistina komployê rûxmê hewldanên dijminatiyê yekîtiya demokratîk a gelan pêşxistin e.”

‘Berxwedana gelê me ev komplo pûç kir’

Tiştên ku di navbera 9ê Cotmeha 1998an û 15ê Sibata 1999an hat jiyîn, ji bûyerên ku wê piştre hatiba jiyîn re rê vedikir. Li gor armanca hêzên navdewletî û komplogeran, qaşo bi awayekî lez û bez wê dadgehek hatiba sazkirin Rêberê PKKê Abdullah Ocalan di vê dadgehê de hatiba darizandin, li Girava Îmraliyê hatiba hiştin û daxwaza Rojhilata Navîn a çareseriya pirsgirêka Kurd heta dawiyê hatiba bêdengkirin. Lê ev daxwazên hêzên navdewletî pêknehat. Piştî 15ê Sibatê bi daxuyaniya berpirsên hikûmeta Tirk ê di 16ê Sibatê de hat dayîn, di serî de bakurê Kurdistanê, li her çar aliyên Kurdistan û derveyî welat dengê çalakiyan bilind bû, lewra li Kurdistan û derveyî welat bi dirûşmeya “Hûn Nikarin Roja Me Tarî Bikin” dengê çalakiyan bilind bû, her der veguherî qadekî ji agir. Rêberê PKKê Abdullah Ocalan ji bo berxwedan û serhildana gel wiha dibêje: “Bi berxwedaniya ku gelê me meşandiye ev komplo vala hatiye derxistin. Ji ber vê ez çareke din spasiya xwe pêşkeşî gelê me dikim. Tiştê ku bi vê komployê hat xwestin ku werê pêkanîn tunekirina min bû. Bi pêkanîna vê projeyekî bi kaos û bi xwîn dê hatiba jiyîn. Min li vê derê bi zorê ji bo vala derxistina komployê hewl da ku ez xwe bidim jiyankirin.”

Têkoşîna li Îmraliyê û bandora wê

Komploya ku ji aliyê komplogeran û hêzên global ve di 9ê Cotmeha 1998an destpê kir û di 15ê Sibata 1999an de bi dîlgirtina Rêberê PKKê Abdullah Ocalan berdewam kir bi her awayê heta roja me ya îro ku faşîzmê bi hemû hêza xwe yê heyî êrîşê her çar aliyê Kurdistanê dike û dixwaze vîna gelê Kurd tune bike. Hêzên komploger di bingeha armancên xwe li ser Kurdistan û tevahî Rojhilata Navîn de hemû hêzên xwe seferber dikin û bi xebitandina her cûre rêbazê li hemberî Rêberê PKKê Abdullah Ocalan, Tevgera Azadiyê, xeta azadiya jin û li dijî hebûna gelên azadîxwaz êrîşekê qirkirinê dimeşînin. Di pêvajoya derbasbûyî de planên êrîşên ku hatine pêk hatin gelek caran vala hatin derxistin. Îro jî bi berxwedana ku ji Îmraliyê destpê dike şewq dide tevahî Kurdistan, Rojhilata Navîn û hemû gelan.

Etîket: Abdullah OcalanFirat Tunç
FacebookTweet

Nûçeyên Din

Di tecrîdê de lêgerîna çareseriya demokratîk

Di tecrîdê de lêgerîna çareseriya demokratîk

21 HEZÎRAN 2025
Ji Geliyê Zîlan heta niha têdikoşin: Hêvî dikim aştî pêk bê

Ji Geliyê Zîlan heta niha têdikoşin: Hêvî dikim aştî pêk bê

21 HEZÎRAN 2025
Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin

Malbat ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin

20 HEZÎRAN 2025
Bakirhan: Rizgariya ji aloziyan çareseriya demokratîk e

Bakirhan: Rizgariya ji aloziyan çareseriya demokratîk e

17 HEZÎRAN 2025
Sema Yuce di salvegera 27emîn de hate bibîranîn

Sema Yuce di salvegera 27emîn de hate bibîranîn

17 HEZÎRAN 2025
Dayika sê cangoriyan: Divê êdî azadî û aştî pêk were

Dayika sê cangoriyan: Divê êdî azadî û aştî pêk were

17 HEZÎRAN 2025

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Çîrokek ji Geliyê Zîlan: Delala Dînik

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Girtiyê nexweş ev 3 roj in di beşa lênêrîna awarte de ye

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ROJEVA 01ê ÇILEYA 2025an

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ‘Ragihandin di nav şer de têkoşîna zîhnî dike’

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Keda 200 salî ya Hesinkarê Ermenî Xaço û hedatî

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Zarokên Suryan fêrî suryanî dike

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Abdullah Ocalan Mafê Hêviyê anî rojeva Tirkiyeyê

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Nivîskar û rojnameger Abdurrahîm Kiliç wefat kir

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Onen: Em dixwazin gel ji bin vî şerê psîkolojîk derxin

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • HEZÎRAN 2025 (362)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Nafiye Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne