Navenda Nûçeyan – Hevseroka Desteya Ekolojiyê ya Kantona Firatê Almaz Romî anî ziman ku îsal armanca wan 10 hezar daran biçînin, lê ji ber êrîşên Dewleta Tirk nikarin daran biçînin. Almaz Romî destnîşan kir ku ji sala par ve bi dirûşma “Her malek û darek” xebatên çandina daran dane destpêkirin û dê di 4ê Nîsan li hemû malan daran belav bikin.
Desteya Ekolojiyê di 3-4 salên dawî de bi avakirina 2 şitilgehan, bi deh hezaran şitlên daran çandin û dest bi çandiniya daran kirine. Desteya Ekolojiyê hewl dide ku li hemû gund û navçeyan daristanan biçînin û hewaya bajêr biguherîne. Hewl dide ku hemû pêdiviyên gel ên fêkî û zebze ji van şitilgehan temîn bike. Deste, dê di 4ê Nîsanê de jî li hemû malan darên fêkî û darên gulan belav bike.
Di serdema rejîma Baasê de zêde qîmeta xwezayê nedihat zanîn. Dar û ber nedihat çandin. Tenê 2-3 cudeyên daran hebûn. Ew jî pir kêm bûn. Lê piştî şerê Kobanê û rizgarkirina Kobanê Rêveberiya Xweser biryar da ku ekolojiyê biparêzin û ji nû ve xwezayê zindî bikin. Piştî rizgarkirina Kobanê Rêveberiya Xweser Desteya Ekolojiyê ava kir. Desteya Ekolojiyê jî li ser paradîgmaya Rêberê PKKê Abdullah Ocalan a “Rêveberiya Demokratîk Ekolojîk û Azadiya Jinê” li aliyekî şitilgeh ava kirin, li aliyê din tovên gelek cureyên daran di şitilgehan de çandin. Ev tovên ku bûn şitil li zeviyan belav kirin. Li daristanan darên berû, ser û sinober, efes, filfilberî, kenêr û xernûbê diçînin. Bi taybetî darên ku zêde avê naxwazin û bejî dikarin bijîn diçînin. 2 salan xizmeta van daran kirin û ew şitlên daran piştî baş koka xwe berdidin axê êdî bi awayekî bejî dikarin bijîn. Berê li Kobanê dara fawakê tune bû. Tenê darên fisteq û zeytûnê hebûn. Lê êdî dara fawakê jî li Kobanê diçînin. Desteya Ekolojî ji bo çandiniya daran dewlemend bikin her ku diçe cûdeyên daran zêdetir dikin. Di tecrubeyên 2-3 salên dawî de gelek cureyên daran li Kobanê zêde kirin. Êdî darên partakaq, lîmon, xox, diraq û bihîv, tirî, hinar û şanbelotan jî diçînin. Ji bo van cûreyan zêde bikin, şitlên wan ji derve anîn û di şitilgehên xwe de zêde kirin. Desteya Ekolojiyê ya Kobanê armanc dike ku hemû cûreyên darên li herêmê dijîn zêde bikin û pir rengiya darên team û darên bêber zêde bikin.
Desteya Ekolojiyê ya Firatê li Kobanê di her demsalên zivistanê de ji bo di demsala biharê de daran biçînin, dest bi xebatê dikin. Di mehên mijdar, kanûnê de dest bi komkirina tovan dikin. Di Şitilgehan (sera) de ewil kîs-torbeyên axê tijî dikin. Piştre tovan di van kîsan de diçînin. Di bin baneyê Desteya Ekolojiyê de du şitilgeh hene. Nêzî 20 karker li van şitilgehan dixebitin û li vir tovên şitlên dar û nebatan diçînin. Ewil tovan diçînin û piştre avdaniya şitlan dikin. Di meha konûn û çile de jî dest bi şitil/qeleman dikin. Şitlên darên fisteq, zeytûn û darên cuda diçînin. Di meha sibatê de şitlên/qelemên hatine amadekirin ji bo belavkirina li nava zeviyan xebatê dikin. Heta niha gelek daristan bi vê rêbazê hatine çandin.
Êrîşên Dewleta Tirk çandina daran asteng dike
Di demên dawî de ji ber êrîşên Dewleta Tirk a li ser herêmê zêde ne, çandina daran hatine rawestandin. Ji ber êrîş bandorê karker nikarin biçin nava zeviyan û nikarin karê çandiniye bikin. Loma karkerên çandiniyê kar rawestandine. Kedkar û xebatkarên Desteya Ekolojîyê her sal ji meha sibatê heta Nîsanê dest bi çandina şitlên daran dikin. Lê îsal ji ber êrîşan, nikarin çandiniyê bikin.
Armanc çandina 10 hezar dar bû
Hevseroka Desteya Ekolojiyê ya Herêma Firatê Almaz Romî anî ziman ku îsal armanc dikin ku li herêmê 10 hezar şitlên daran biçînin û wiha got: “Me nêzî 4 hezar dar çandin. Lê piştî êrîşên Dewleta Tirk dest pê kir, me navber da çandiniya daran. Her çend me çandinî rawestandibe jî amadekariyên me didomin.”
Berê dar pir kêm bûn
Hevseroka Desteya Ekolojiyê Almaz Romî destnîşan kir ku beriya şoreşê li herêmê dar pir kêm bûn û wiha got: “Nêzî 3 salin me şitilgeh vekirine. Em li van şitilgehan şitlên daran amade dikin û û em dixwazin bajarê xwe şîn bikin.
Desteya Ekolojiyê armanc dike ku herêmê tevî bi dar û beran şîn bike. Ji ber vê yekê li van 2 şitilgehan şitlên darên zeytûn, fisteq û hîraciyan diçînin. Piştî sala 2014an ku DAIŞê êrîşî Kobanêkir, baxçeyên daran û zeviyên daran zerarên gelek mezin dîtin. Desteya Ekolojiyê piştî rizgarkirina Kobanê dîsa dest bi xebatên çandiniya daran û avakrina bax û baxçeyan kir. Ji bo bajêr şîn bikin û hejmara daran zêde bikin, dest bi çandiniya daran kirin . Hem darên çam û hem jî darên xwedî team zêde kirin. Xwestin ekolojiyê geş bikin û derdorê paqij bikin giranî dan çandiniya daran. Desteya Ekolojiyê ya Kobanê bi taybet felsefeya Rêberê PKKê Abdullah Ocalan ya Rêveberiya Ekolojîk, Demokratîk û Azadiya Jinê ji bo xwe esas digirin û li gorî vê felsefeyê nêzî çandiniya daran dibin. Li ser vê felsefeyê bêtir li parastina ekolojiyê xwedî derdikevin. Hem kantona Firatê û hem jî hemû Bakur û Rojhilatê Sûrî d parastin û pêşxistina ekolojiyê de vê felsefeyê ji bo xwe esas digire.”
Îşkenceya herî giran li xwezayê tê kirin
Hevseroka Desteya Ekolojiyê Almaz Romî destnîşan kir ku êrîşên pir giran li ser xwezayê pêş dikevin û wiha berdewam kir: “Îşkenceyên herî giran li ser xwezayê têne kirin. Xweza tê şewitandin û dar têne tunekirin. Ji bo em berpirsiyariya xwe ya li dijî xwezayê pêk bînin em hewl didin daran biçînin. Divê em bêtir xizmeta xwezayê bikin da ku barana wê jî zêde bibe. Cihê ku dar û berên wê pir in, hem hewaya wê paqij e. Hem jî baran zêde ye û hewa nerm e. Hewaya wê xweştir e. Tevî astengiyan û êrîşan jî hewl didin çandiniyê bidomînin. Bi taybetî di demsala zivistanê de daran diçînin. Li gorî wê amadekariyan dikin. Ji ber êrîşên balafiran li derve bipirin, niha bêtir şitlên daran li saziyan, malan û nava bajar belav dikin. Hewl didin ku nava bajêr bêtir bi daran şîn bikin.”
Bi qasî mirovan xwezayê jî êş dîtiye
Almaz Romî bibîr xist ku pêdiviya herêmê gelekî bi çandiniya daran heye û ji ber pêdiviyê daran, hewl didin cûreyên darên team zêde bikin. Almaz Romî diyar kir ku li Kobanê bi qasî mirovan û bajar zerar û êş dîtiye xwezaya Kobanê jî ew qas zerar û êşek mezin dîtiye û wiha axivî: “Ekolojiyê tahdeyek pir mezin dîtiye. Em ji bo rewşa hewayê rast bikin em hewl didin cureyên daran zêde bikin. Di serdema Rejîma Baasê de gelê Kobanê pir pir hatibû paşguhkirin. Ji ber gelê Kobanê tev kurd in, xizmeta bajar nedihat kirin. Niha em li gorî pêdiviya bajar tev digerin. Ji bo em bajar xweşik bikin û hewayê nerm bikin em giranîyê didin çandiniya daran. Li dora rêyn, li park û baxçeyan em daran diçînin. Emê çandiniya daran li malan û zeviyan zêde bikin. Em dixwazin gel jî fêdê jê bibînin. Em tenê daran naçînin. Em hewl didin ku ji bo bîstanan jî şitilên fêkiyên baxçeyan biçînin. Heta niha hemû fêkî û sebzeyê şêniyên Kobanê ji derve dihat, lê ji niha û şûnde bi van şitilgehan armanc dikin ku pêdiviyên bajêr yên team û sebze bi xwe pêşwazî bikin. Ji bo di demên pêş de çandiniya daran û baxçeyan zêdetir bikin bêtir dixebitin.”
Desteya Ekolojiyê hem li gorî pêdiviyên ekolojiya bajar, hem jî li gorî pêdiviyên gel ên xwarinê hewl dide ku hem cûreyên daran û hem jî hejmara bax, baxçe û bostanan zêde bike. Gel û yekîneya ekolojiyê bi hevre çandiniyê dikin û bi awayekî kolektîf xebatê dikin. Desteya Ekolojiyê di çileya 2024an de dest bi pêngavekê kirin. Bi şiyariya “Her malek û darek” dest bi xebatê kirin û dest bi belavkirina şitlên daran kirin. Kedkarên ekolojiyê di çarçovveya pêngavê de mal bi mal geriyan û ji bo her malekê darek dan. Bi vê yekê xwestin malbat bêtir li daran xwedî derkevin û daran biparêzin. Di demsala zivistanê 2024an de dar li gel hatin belav kirin û xwestin ku her kes darên xwe biçînin.
Almaz Romî têkildarî mijara parastina ekolojiyê û perwerdehiyê jî agahî dan û ev tişt got: “Endamên Desteya Ekolojiyê, ji bo çandiniya daran û parastina daran pêş bixin, li dibistanan dersên li ser çandinî û parastinê dan û xwestin bi vê yekê hişmendiya xwedîderketina ekolojiyê pêş bixin. Li Kanota Kobanê 2 şitkilgeh hene. Her şitilgehek nêzî 10 karker lê dixebitin. Her demsal kîsan dijî ax dikin û di van kîsan de tov tên çandin. Îsal nêzî 50 hezar kîs-kîsik tovên daran hatin çandin. Karkerên ku li şitilgehan dixebitin hîna jî çandiniya tovan berdewam dikin. Hem tov diçînin û hem jî şitlên daran di van kîsikan de diçînin. Karker bi rêk û pêk û bi dîsîplînekê vî karî dikin. Her roj sibehê tên û heta êvarî dixebitin. Ev şitilgeh hewl didin ku hemû pêdiviyên gund, navçeyên girêdayî herêma Kantona Firatê temîn bike. Gelek gundî jî ji şitilgehê daxwaz dikin ku biçin li gundê wan daristanê ava bikin. Dixwazin li gundê wan jî daristan hebe û zarokên wan di bin siya wan daran de bilîzin.”
Desteya Ekolojiyê her sal li gorî pêdiviya civakê daxwazên gel li cem xwe qeyd dikin û li gorî wê hilberîna daran pêş dixin. Ji ber di salên dawî de çandiniya daran zêde kirine, vê yekê bandor li ser hewaya bajar û baranê jî kiriye. Lê êrîşên Dewleta Tirk zerarek mezin dide ekolojiyê. Li bajarên Efrînê gelek darên zeytûnan birîn. Bi taybetî komên paramîlîter ên li Efrînê bi çih bûn hem îşkenceyê li xwezayê dikin û hem jî darên 100 salî dibirin û xwezayê tune dikin.
Şerê ku li li herêmê tê kirin, zerarek pir mezin dide xwezayê. Çekên kîmyewî ku li herêmê tên teqandin bandorek neyînî li ser tenduristiya mirovan, avê û axê dike. Ev êrîş û çekên kîmyewî bandorek pir mezin li ser sewalan, mirovan û xwezayê dike.
Almaz Romî diyar kir ku ew bang li hemû cîhanê dikin û bi taybetî bang li parasvanên ekolojiyê dike ku li dijî talankirina xwezayê hestiyar û hişyar tev bigerin. Almaz Romî herî dawî destnîşan kir ku dê di 4ê Nîsanê Rojbûna Rêberê PKKê Abdulah Oclaan de daran belav bikin. Her sal daran li malan û gel belav dikin. Dê îsal dîsa li gel Kongra Star di 4ê Nîsanê de darên team û darên gulan li gel belav bikin. Dê dîsa daristanên ku darên wan hişk bûne li şûna darên hişk danên nû biçînin. Li aliyê din ji bo parastina dar û daristanan dê semîneran bidin. Ji bo zarok û mezinan bernameyên semînaran amade kirin.”