• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
27 HEZÎRAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Gelê Riha û Êlihê ji bo banga Ocalan guhdar bikin gihişt Amedê

    ‘Werin em tev li mitînga azadiya Serokatî û girtiyên azadiyê bibin’

    ROJEVA 1ê GULANA 2026an

    ROJEVA 27ê HEZÎRANA 2026an

    Çîgdem Kiliçgun Ûçar: Divê têgeha neteweya demokratîk xurt bibe

    Çîgdem Kiliçgun Ûçar: Divê têgeha neteweya demokratîk xurt bibe

    Li Stenbolê şahiya Mitînga Azadiyê: Em li benda her kesî ne

    Li Stenbolê şahiya Mitînga Azadiyê: Em li benda her kesî ne

    Wan ji bo Mitînga Azadiyê amade ye: Ji bo azadiya Abdullah Ocalan qadê tijî bikin

    Wan ji bo Mitînga Azadiyê amade ye: Ji bo azadiya Abdullah Ocalan qadê tijî bikin

    Hunermendê mezin Kadîr Înanir: Li vê axê dê aştiyek mezin serwer bibe

    Hunermendê mezin Kadîr Înanir: Li vê axê dê aştiyek mezin serwer bibe

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Gelê Riha û Êlihê ji bo banga Ocalan guhdar bikin gihişt Amedê

    ‘Werin em tev li mitînga azadiya Serokatî û girtiyên azadiyê bibin’

    ROJEVA 1ê GULANA 2026an

    ROJEVA 27ê HEZÎRANA 2026an

    Çîgdem Kiliçgun Ûçar: Divê têgeha neteweya demokratîk xurt bibe

    Çîgdem Kiliçgun Ûçar: Divê têgeha neteweya demokratîk xurt bibe

    Li Stenbolê şahiya Mitînga Azadiyê: Em li benda her kesî ne

    Li Stenbolê şahiya Mitînga Azadiyê: Em li benda her kesî ne

    Wan ji bo Mitînga Azadiyê amade ye: Ji bo azadiya Abdullah Ocalan qadê tijî bikin

    Wan ji bo Mitînga Azadiyê amade ye: Ji bo azadiya Abdullah Ocalan qadê tijî bikin

    Hunermendê mezin Kadîr Înanir: Li vê axê dê aştiyek mezin serwer bibe

    Hunermendê mezin Kadîr Înanir: Li vê axê dê aştiyek mezin serwer bibe

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

‘Em li zimanê xwe xwedî derkevin’

Onder Akbulut / AW

16 SIBAT 2025 - 08:16
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Amed – Rêveberê Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandên Mezopotamyeyê (MED-DER) Yasir Orak diyar kir ku kurdî di bin pêlên bişaftinê deye û got: “Heke em li dijî polîtîkayên bişaftinê serî bitewînin em ê bibin kujerê ziman û neteweya xwe.” Aktivîstê zimanê kurdî Rifat Ronî jî bal kişand ser têkoşîna ziman û got: “Pêwîst e gelê kurd ji bo ziman biryarên radîkal bigire.”

Konseya Giştî ya Rêxistina Perwerde, Zanist û Çandê ya Neteweyên Yekbûyî (UNESCO) di sala 1999an de 21ê Sibatê wek “Roja Zimanê Dayikê yê Navneteweyî” qebûl kir. “Roja Zimanê Dayikê ya Navneteweyî” ji sala 2000an û vir ve her sal di 21ê Sibatê de tê pîrozkirin. Li gorî “Atlasa Zimanên Di Tehlûkeyê” ya ku di Adara 2013an de ji aliyê UNESCOyê ve hat weşandin û sala 2008an weke “Sala Zimanên Navneteweyî” hat îlankirin, li cîhanê ji sedî 40î, 7 kesên di bin 10 salî de yan jî 2 kesên di bin 50 salî de di bin xetereyê de ne. Di sala 1950î de, hejmara zimanên cîhanê 230 bû. Li Tirkiyeyê 18 ziman bi tunebûnê re rû bi rû ne. Di nav van zimanan de zaravayê kurdî kirmanckî jî heye.

Dewletên neteweperest her tim yekzimanî esas girtine û hewldane derveyî zimanê fermî yê neteweyê serwer, hemû zimanên din asîmîle bikin. Li Tirkiyeyê polîtîkayên înkar û îmhayê yên ku ji damezrandina Komarê vir ve tên meşandin, li pêşiya pêşketina zimanê kurdî astengiyên mezin derdixin. Têkoşîna kurdan a bi salan a li dijî polîtîkayên îmha û înkarê, heta îro rê li ber tunekirina ziman û çanda Kurdî girtiye. Ziman hêmanekî çandê yê bingehîn e, di heman deme de çand e, daneheva fikir û ramanên civakan, bîra civakan e. Zimanê civakekê çiqas pêş ketibe, dewlemend bibe jiyana wê civakê jî ewqas dewlemend dibe. Berovajî vê heke zimanê gelekî çiqas di bin bandora zimanên din de be, lewaz mabe ewqas ji bişaftinê, ji nirxên xwe biyanîbûnê re vekiriye. Mirov bi kîjan zimanî bijî, mirov di warê hişmendî, exlaqî, çandî û ruhî de li gor wî zimanî teşe digire. Ziman di teşegirtina kesayetî de xwedî roleke bingehîn e. Bi wesîleya 21ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cihanê, rêveberê Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandên Mezopotamyeyê (MED-DER) Yasir Orak û aktivîstê zimanê kurdî Rifat Ronî ji Ajansa Welat (AW) re axivîn.

‘Em li zimanê xwe xwedî derkevin’

Endamê rêveberiya MED-DERê Yasîr Orak diyar kir ku ziman ji bo civakan û gelan pir girîng e. Her netewe bi zimanê xwe heye û got: “Zimanê kurdî zimanekî kevn û dewlemend e. Lê mixabin ji ber ku statuya kurdû Kurdistanê tuneye, zimanê kurdî ji hêla dewletên li ser Kurdistanê serdest in ve tê bişaftin. Li bakûr jî ev sed sal in Dewleta Tirk li ser zimanê kurdî polîtîkayên înkar, îmha û bişaftinê dimeşîne. Ev sed salin hewldidin ku Kurdan bikin Tirk. Ne tenê li ser Kurdan li ser hemû gelên ku li Tirkiyeyê dijîn van polîtîkayan dimeşînin. Lê gelê Kurdçand û zimanê xwe bi awayekî parastiye û heta roja îro hatiye. Lê îro bi pêşketina teknolojiyê re xetereya li ser zimanê me zêdetir bûye. Îro pêwistî bi axaftin, nivîsandin û perwerdehiya bi zimanê kurdî heye. ji ber vê divê em di mijara ziman de pir baldar bin. Em li zimanê xwe xwedî derkevin.”

‘Dewlet li ser dayîk û jinên Kurdkampanyayên fêrkirina Tirkî dide meşandin’

Yasîr Orak da zanîn ku ziman bi jinê destpê dike û dema jin werin bişaftin zarok jî zimanekî biyanî tên mezinkirin û wiha got: “dewlet li ser dayîk û jinên Kurdcur bi cur kampanyayên fêrkirina zimanê Tirkî dide meşandin. Dewlet li ser bişaftinê pir baş disekine û pir baş xebatên xwe dike. Pêwîst e ku em hemû di ferqa van polîtîkayan de bin. Li dijî van polîtîkayên dewletê yên qirêj li ser zimanê kurdî tên meşandin, divê em zimanê xwe biparêzin, zimanê xwe hîn bibin. Dewlet ji sed salan zêdetir e hewldide zimanê kurdî wek zimanê şermî, zimanekî paşverû bide nîşandan. Wekî ku kesê bi zimanê kurdî biaxive însanekî/e ne pêşketî ye, ne zana ye, dixwaze bi vî awayî bide nîşandan. Lê di rastiyê de tiştekî wisa nîn e. Ji ber vê yekê ez bang dikim ku hemû kesên Kurdji zimanê xwe şerm nekin, zimanê me têra hemû qadên zanistê dike, em dikarin di qadê de xwe bi zimanê xwe îfade bikin.”

Yasîr Orak bi lêv kir ku malbat hişmendiya ziman di xwe de bihewîne pir zêde pêwistî bi sazî û pêşengên din jî nîn e û wiha axivî: “Îro ji ber ku zexta teknolojî û zexta dewletê li ser gelê me heye di warê hişmendiya ziman de hinekî lewazî heye. Berê derfet zêde nîn bûn, rojname nedigihiştin destê her kesî, lê îro rojnameyên kurdî hemû li ser teknolojiyê hene, malbatên me dikarin bigihîjin wan, dikarin malperên me bişopînin, ji bo pêşketina zimanê xwe û jiyaneke kurdewar dikarin bikar bînin. Sed sal in ewqas zext û zilm û bişaftin li ser gelê Kurdheye, kuştin heye, lê tu carî nekarin kurdan tune bikin. Lê heke ku em serê xwe li ber bişaftinê bitewînin emê 40 herî dereng 50 sal şûnde bibin kujerê netewa xwe, bibin kujerê zimanê xwe.”

‘Zimanê Kurdî mifteya azadiyê ye’

Mamosteyê zimanê Kurdî Rifat Ronî diyar kir ku ziman stûna bingehîn a netewebûnê ye û got: “Zimanê Kurdî mifteya azadiyê ye û nîşaneya statûya siyasî ya gele Kurd e. Ji bo vê jî divê gelê Kurd li her qada jiyanê, ji bo ku ev ziman bibe zimanê perwerdehiyê tekoşîna xwe gur û geş bike. Bi salan e gelê Kurd ji bo çand û zimanê xwe û zimanê kurdî bibe zimanê fermî û perwerdehiyê gelek têkoşîn meşand. Heta niha ji aliyê dewletê ve gaveke wisa erênî kû gelê Kurd têr bike û ji daxwazên gelê Kurd re bibe bersiv nehatiye avêtin. Em dizanin ku di salên 2010-2012an de li zanîngehan beşên zimanê kurdî hatin vekirin, TRT 6 hate vekirin, her wiha dersên hilbijarî di rojevê de ne, lê vana hemû ji aliyê gelê Kurd ve wekî gevên ewiqandinê û çaresernekirina pirsgirêkê têne nirxandin. Daxwaza gelê Kurd ya sereke ewe ku zimanê kurdî li vî welatî bibe zimanê fermî û perwerdehiyê.”

Kesên ku temsîla vîna gelê Kurd dikin divê li kurdî xwedî derkevin

Rifat Ronî da zanîn ku divê malbat zarokên xwe bi Kurdî mezin bikin û bibin xwedî jiyaneke Kurdewar û wiha got: “Pêwist e siyasetmedarên Kurd, kes û keseyatên ku ji doza kurdî re pêşengtiyê dikin, ji parlementeran bigire heya şaredaran û kesên ku temsîla vîna gelê Kurd dikin di jiyana xwe de Zimanê Kurdî bikar bînin û xwedî derkevin. ji bo ku ji civakê re bibin mînak û model. Gava ku pêşengên dozê xwedî li çand û ziman derkevin, li nirxên xwe yên neteweyî xwedî derkevin wê gavê gel jî dê zêdetir lê xwedî derkeve. Ji bo wê jî em dibêjin gere hemû siyasetmedarên Kurd li malê, li kûçe û kolanê, li sûk û bazarê, li nexweşxaneyê, li dadgeh û dibistanê li hemû qadên jiyanê; bi kurdî biaxivin, bi kurdî bixwînin, bi kurdî binivîsin, bi kurdî bifikirin û bi kurdî bijîn. Gava ku em bi vî awayî nêzik bibin, em dikarin bêjin ku em ê zûtir bigihêjin daxwaz û armancên xwe.”

Pêwîst e gelê Kurd biryarên radîkal bigre

Rifat Ronî balkişand ser mînakên cihanê yên têkoşîna ji bo ziman û got: “Pêwist e gelê Kurdji bo çand û zimanê xwe biryarên radîqal bigire. Gelê Berberî heye, di sala 1995an de li hemberî rayedarên Dewleta Cezayîrê çalakiyeke bi nave “Tûrikê Dibistanê” lidarxist. Ji pêşdibistanê heya zaningehê zarokan salekî dibistan boykot kir. Di encama vê çalakiyê de Dewleta Cezayîrê neçar ma zimanê gelê Berberî kir zimanê perwerdehiyê. Gelê Kurdjî heta niha ji bo çand û zimanê xwe gelek berdêlên giran dane. Gelek kes ji bo ku li çand û zimanê xwe xwedî derketiye ketine zindanan, ji kar hatine avêtin, hatine kuştin. Ji bo wê jî pêwîstî bi biryarên radîkal heye. ji ber ku ziman û çand nirxên gelekî yên bingehîn in pêwîst e gelê Kurd zêdetir ji ziman û çanda xwe xwedî derkeve.”

Gere her roja me bi têkoşîna ziman derbas bibe

Rifat Ronî bilêv kir ku Dewleta Tirk ji bo ku gelê Kurd nebe xwedî hiş û hişmendiyekî, ji bo ku nebe xwedî bîrekî, hefizayekî tim û tim zext û zor li ser gelê Kurd meşand û got: “Armanc tinekirina bîr û hefizaya gelê Kurde. Lê îro di vê serdema teknîk û teknolojiyê de derfet hene ku em Kurd ji bîra xwe ya dîrokî sûdwerbigrin. Îro rojname û ajansên me yên kurdî hene, medyaya dîjîtal heye, ev ji bo me derfetên girîng in. Bi taybetî nifşên nû, ciwanên me dikarin ji van derfetan baş sûdwerbigirin, di warê kudî de hişmendiya xwe xurt bikin. Pêwîst e gelê me ne tenê roja zimanê dayikê, roja cejna zimanê kurdî, her roja xwe bi têkoşîna zimanê kurdî derbas bike. Bi vî awayî ez roja zimanê dayikê ya cihanî li gelê Kurdû hemû gelên ku ji derfeta bi zimanê xwe perwerde dîtinê bêparin pîroz dikim.”

 

Etîket: 21ê sibateKurdîRifat RonîYasîn Orakziman
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

‘Divê ji bo Kurdî bêtir metaryal bên amadekirin’

‘Divê ji bo Kurdî bêtir metaryal bên amadekirin’

8 HEZÎRAN 2026
Serlêdanên qursên Kurdî dest pê kirin

Serlêdanên qursên Kurdî dest pê kirin

7 HEZÎRAN 2026
Zanîngeha Kobanê li Ewropayê ye: Dê Kurdî li zanîngehên navneteweyî bê dayîn

Zanîngeha Kobanê li Ewropayê ye: Dê Kurdî li zanîngehên navneteweyî bê dayîn

28 GULAN 2026
Li Amedê hişmendiya ziman hate nîqaşkirin

Li Amedê hişmendiya ziman hate nîqaşkirin

21 GULAN 2026
Li Îzmîrê panela 15ê Gulanê: Divê xwedî li Kurdî bê derketin

Li Îzmîrê panela 15ê Gulanê: Divê xwedî li Kurdî bê derketin

17 GULAN 2026
Li Cizîrê Mîhrîcana Çand û Ziman destpê kir

Li Cizîrê Mîhrîcana Çand û Ziman destpê kir

15 GULAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Repbêj Serhedo li Amedê hat binçavkirin

    Repbêj Serhedo li Amedê hat binçavkirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Dayika Behiye: Em hene û em ê hebin!

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Repbêj Serhedo hat berdan

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Girtiyê nexweşê giran Mehmet Elçe tevî rapora ATKê jî nayê berdan

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Hunermendê mezin Kadîr Înanir: Li vê axê dê aştiyek mezin serwer bibe

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Gerînendeyê Giştî yê Nûbiharê: Divê zimanê Kurdî bibe xwedî statu

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Banga Mitînga Azadiyê: Divê mitîng bibe bersiva pêvajoyê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Dayika Aştiyê Behiye Sevîm jiyana xwe ji dest da

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Kadîr Înanir jiyana xwe ji dest da

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Rêya 13 sal in didome: Pere nayê şandin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • HEZÎRAN 2026 (731)
  • GULAN 2026 (787)
  • NÎSAN 2026 (1047)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne