Prof. Dr. Abdulillah Polat ji bo bandora perwerdeya zimanê zikmakî ya li ser zarokan got: “Êdî tê zanîn ku zarokên bi zimanê zikmakî perwerde nabin, di pêşketina hişmendiyê de zehmetiyan dikşînin. Lêkolîn nîşan didin ku zarokên bi zimanê xwe yê zikmakî perwerde dibin di warê akademîk de serketîtir in”
Li gor anket û lêkolînên ku tên kirin di nav kurdên li Tirkiyeyê û bakurê Kurdistanê de axaftina zimanê kurdî de bi taybet di nav zarokan de her ku diçe kêm dibe. Zarokên ku li dibistanan bi zimanê tirkî perwede dibînin bi zimanê kurdî neaxivin. Çend roj berê Navenda Lêkolînên Qadê ya Sosyo-Polîtîkê di çarçoveya “Bikaranîna zimanê dayikê û daxwaz”an de bi hezar û 285 kesan re anketek çêkir. Li gor encama anketa ku hat kirin de ji beşdaran ji sedî 41.7 li malên xwe bi kurmancî, ji sedî 35 jî bi tirkî diaxivin, ji beşdaran ji sedî 97, 8an gotin ku ew dixwazin zarokên wan bi zimanê dayikê bên perwerdekirin.
Kurdish Monitoring (Platforma Çavdêrî û Rapornivîsînê ya Mafê Bikaranîna Zimanê Kurdî) di rapora xwe de diyar kir ku li Tirkiyeyê di sala 2024an de mafê bikaranîna zimanê kurdî 109 caran hatiye binpêkirin. Em bi akademisyenê beşa Derûnînasiyê yê Zanîngeha Navneteweyî ya Almayayê Prof. Dr. Abdulillah Polat re der barê neaxaftina zimanê zikmakî ya di nav civakê de, bandora qedexeyan ya li ser derûniyê axaftina zimanê zikmakî û girîngiya perwerdeya bi zimanê zikmakî axivîn.
Derûnînas Prof. Dr. Abdulillah Polat der barê nebikaranîna zimanê kurdî ya di na v civakê de ev tişt anî ziman: “Kêmbûna bikaranîna zimanê kurdî ya di nav civaka kurd de weke encama gelek faktorên tevlîhev û bi hev ve girêdayî tê dîtin. Yek ji sedemên bingehîn ên vê yekê jî astengiyên civakî-siyasî û çandî yên ku ji aliyê polîtîkayên dûr û dirêj ên biçûkxistin û asîmîlasyonê ve hatine ferzkirin e. Dibe ku ev astengî bandorên derûnî yên berfireh li ser gelê kurd bikin.”
‘Nebikaranîna zimanê zikmakî dibe sedema nexweşiyan’
Prof. Dr. Abdulillah Polat bal kişand ser bandorên derûnî yên sînordarkirina bikaranîna zimanê kurdî û got nakokiya nasnameyê û hestên piçûkbûnê li ser bikaranîna ziman bandorên neyînî dike û wiha got: “Sinordarkirina bikaranîna zimanê zikmakî ji bo gelek kesan dibe sedema nakokiyên nasnameyê. Ziman beşeke girîng a nasnameya çandî ye. Dema mirov ji ber şert û mercên civakî û siyasî êdî nikaribin zimanê xwe yê zikmakî bi kar bînin, dibe sedema hestên biyanîbûn û windakirina nasnameyê. Pevçûnên nasnameyê bi gelemperî bi tengahiyên hundurîn û hestên kêmbûnê ve girêdayî ne; Ev dikare di hin rewşan de bibe sedema depresyonê yan nexweşiyên psîkolojîk ên din.”
Prof. Dr. Abdulillah Polat ji bo têkiliya di navbera bikaranîna zimanê zikmakî û têkiliyên civakî wiha dirêjî da axaftina xwe: “Wendakirin an kêmbûna zimanê zikmakî hem di nav civaka xwe de hem jî di têkiliyên bi komên din re dibe sedema îzolebûna civakî. Nebûna derfeta xweîfadekirina bi zimanê xwe yê zikmakî dikare entegrasyona civakî dijwar bike û hesta xwedîtiyê kêm bike. Di demek dirêj de, ev dikare bibe sedema zêdebûna stres, fikar û tewra giliyên psîkosomatîk.”
Perwerdeya bi zimanê zikmakî û bandorên wê
Prof. Dr. Abdulillah Polat der barê bandora perwerdeya zimanê zikmakî ya li ser zarokan wiha axivî: “Êdî tê zanîn ku zarokên bi zimanê zikmakî perwerde nabin, di pêşketina hişmendiyê de zehmetiyan dikşînin. Lêkolîn nîşan didin ku zarokên bi zimanê xwe yê zikmakî perwerde dibin di warê akademîk de serketîtir in û jêhatîbûna zanînê ya bilind pêş dikevin. Kêmasiya perwerdehiya bi zimanê dayikê dibe sedema zehmetiyên hînbûnê û ev yek jî bandoreke neyînî li ser xwebawerî û derûniya zarokan dike. Heger zimanê zikmakî neyê piştgirîkirin an jî neyê bikaranîn, wê gav bi gav ziman winda bibe û çand jî winda bibe. Ev tê wê wateyê ku nifşên paşerojê dê êdî negihîjin zanîn û kevneşopiyên çandî, ku dibe sedema windakirina nasnameya çandî.”
Bandora qedexeyên li ser ziman
Prof. Dr. Abdulillah Polat di berdewamiya axaftina xwe de got: “Li gorî rapora Rêxistina Çavdêriya Kurd a ku 109 binpêkirinên li dijî mafê bi kar anîna kurdî hatiye tomarkirin, diyar dibe ku tepeserkirina vî zimanî çiqasî sîstematîk e. Binpêkirinên bi vî rengî dibin sedema hestên zordestî û xerîbbûnê, ku pir caran dibe sedema tengasiyên derûnî yên cuda. Anketa Sosyo Politîkê, ku nîşan dide ku ji sedî 97ê beşdaran dixwazin bi zimanê xwe yê zikmakî perwerde bibin, daxwaza kûr a xweseriya çandî û zimanî radixe ber çavan. Ev yek hewcedariyek xurt nîşan dide ku heke neyê peyda kirin, dikare bibe sedema zêdebûna stres û nerazîbûnê.”
‘Pirsgirêkên tenduristiyê yên ji ber zexta li ser ziman çêdibin’
Prof. Dr. Abdulillah Polat bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: “Di demeke dirêj de, tepeserkirina zimanê zikmakî û di encamê de stresa psîkolojîk dikare bibe sedema pirsgirêkên cidî yên tenduristiyê. Di nav wan de nîşanên stresê yên kronîk, zêdebûna xetereya nexweşiyên xeman û depresyonê û hem jî nexweşiyên psîkosomatîk ên wekî tansiyona bilind û pirsgirêkên dil hene. Ji ber vê sedemê pêşxistina zimanê zikmakî û polîtîkaya perwerdehiyê ya ku destûrê dide bikaranîna zimanê zikmakî ne tenê ji aliyê çandî ve ji aliyê tenduristiyê ve jî girîng e. Bi tevayî, girîng e ku siyaseta ziman wekî parçeyek bingehîn a tenduristiya derûnî û çandî were hesibandin. Ji bo pêşîlêgirtina krîzên nasnameyê û piştgirîkirina rehetiya derûnî ya civakên mexdûr, divê çalakiyên ji bo pêşxistina zimanê kurdî bên kirin.”