Siyasetmedar û hiqûqzan Firat Anli, têkildarî peyamên Rêberê PKKê Abdullah Ocalan û nêzîkatiya dewletê nirxandin kir. Firat Anli ziman ku Abdullah Ocalan bi vê nexşeyê şenseke nû dide hemû gelan û got: “Birêz Abdullah Ocalan şenseke din da me. Em dikarin ji bo gelê xwe û gelan, jiyaneke hevpar û jiyaneke azad ava bikin. Em dikarin bi hevra jinaneke demokratîk ava bikin. Em ji vê yekê bawer dikin û em bi hêvî ne.”
Rêberê PKKê Abdullah Ocalan ku ji 15ê Sibata 1999an heta niha di hucreya yek kesî de girtî ye, di bin tecrîda giran de tê girtin. Ji hemû mafên girtiyên siyasî û mafên xwe yên mirovî bêpar hatiye hiştin. 5 sal in nikare bi parêzerên xwe re hevdîtin bike. Li gel hemû şertên giran û şertên pir bi sînor jî dîsa di peyamên ku bi rêya malbat, parêzer û şandeyan re bi raya giştî re parve dike, rêya aştiya bi rûmet û siyaseta demokratîk nîşan dide. Herî dawî di 23ê Cotmeha 2024an de bi rêya biraziyê xwe Omer Ocalan peyam şand. Di peyamê de aşkere dike ku tecrîd didome. Lê şert û merc bêne avakirin, di aliyê teorîk û pratîk de amade ye ku zemîna şer, derbasî zemîna siyasî û hiqûqî bike. Dîsa dema di 28ê Kanûnê de bi rêya şandeya DEM Partiyê peyam şand xwest hemû sazî, rêxistin û partiyên siyasî yên li Tirkiyeyê ji bo çareseriyê berpirsiyariyê bigirin ser xwe û rol zêdetir da meclisa Tirkiyeyê.
Rêberê PKKê Abdullah Ocalan 30 sal berê jî dîsa ji bo pirsgirêka kurd çareser bibe gelek caran agirbesta yek alî îlan kir. Dîsa xwest pirsgirêk li ser zemîna siyasî û hiqûqî bê çareserkirin. Rêberê PKKê Abdullah Ocalan di civîna çapemeniyê ya Adara 1993an de dîsa balê dikişîne ser rêya diyalog û hevdîtinan û çareseriyê zêdetir bi rêya diyalogê pêşniyar dike.
Siyasetmedar Firat Anli têkildarî hewldanên Rêberê PKKê Abdullah Ocalan û nêzîkatiya dewletê nirxandin kir. Firat Anî destnîşan dike ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 30 sal in ji bo çareseriya demokratîk û aştiyane têdikoşe, lê dewlet di înkar û tunekirine de israr dike. Firat Anli, destnîşan dike ku dewletên ku Kurdistan parçe kirin 2 ji wan hilweşiyan, lê kurd bûn xwedî hêz.
‘Rêber Ocalan ji bo çareseriyê têdikoşe’
Firat Anli, da zanîn ku Rêberê PKKê Abdullah Ocalan nêzî 30 sal in bi rêya demokratîk, aştî û muzakereyan dixwaze pirsgirêka kurd çareser bike û wiha got: “Lê mixabin di dîroka dewletê de tiştekî wisa nîne. Dewlet tenê bi zorê û tundiyê dixwaze pirsgirêkê çareser bike. Bi tasfiyekirin an jî talankirinê dixwaze çareser bike. Îro jî birêz Ocalan li aliyekî ji bo pêvajoya ku xetimîye veke têdikoşe. Di her alî de pêvajo xetimî ye. Pirsgirêkên navxweyî û navneteweyî zêde bûne. Guhertinên mezin pêş dikevin. Rojhilata Navîn gihiştiye konaxeke nû. Birêz Ocalan dibe ku di nava çar dîwaran de be, lê van geşedanan dikare şiroave bike û dixwîne. Şirove û paradîgmaya Birêz Ocalan hem ji bo gelan û hem jî ji bo Rojhilata Navîn, nexşereya çareseriyê ye.”
‘Dewletên ku kurd parçe kirin parçe bûn’
Firat Anli, da zanîn ku netew dewlet tasfiye bûn, lê wekî kurd ku di nava çar dewletan de hatibûn parçekirin bûn xwedî hêz û wiha pêde çû: “Du dewletên ku kurd parçe kiribûn ji holê rabûn. Wekî Iraq û Sûriye hilweşiyan. Niha pêvajoyeke nû dest pê kiriye. Zagona bingehîn a Iraqê guherî û mafê kurdan dan. Niha li Rojava jî wekî statuyeke nû û xweseriyeke nû di pratîkê de ye. Îro ji bo siberojê xwe mezin dike. Pirsgirêka mezin li Tirkiyeyê ye. Kurdên herî polîtîk û kurdên herî zêde ku ji bo mafê xwe têdikoşin li Bakurê Kurdistanê ne. Birêz Abdullah Ocalan ne îro, ji salên 1993-1995an heta niha xeteke nû ava kiriye. Li dijî şer û çekan, bi rêya demokratîk, muzakere û rêya aştiyê çareser bike. Lê dewlet 30 sal in çareseriyê red dike. Lê Brêz Ocalan dixwaze pirsgirêkê bi rêya aştî û muzakereyan çareser bike. Muxatabê kurdan mixabin di vî alî de pir qels mane. Carnan ditirsin. Carnan ne amade ne. Carnan dixwazin bixapînin. Ji ber vê yekê hem dem derbas dibe, hem jî can û bedelên mezin hatine dayîn. Di herdu aliyan de û heta Rojhilata Navîn tevahî pirsgirêkên mezin jiya ye. Îro Birêz Ocalan hem ji xwe, hem ji hevalê xwe û hem jî ji gelê kurd bawer e. Ji bo wê jî di nava vê xetimandinê de xwest çareser bike. Tu kes ne mecbûre vê di vê xetimandinê de israr bike. Alternatifên me hene. Em dikarin alternatifên nû ava bikin. Ji bo wê jî xal bi xal nexnexşerê diyar kir. 30 sal berê, 20 sal berê û 10 sal berê çi gotiye dîsa formule kir û anî ziman.”
Yekîtiya gelan gelek girîng e
Firat Anli li ser xala peyama Rêberê PKKê Abdullah Ocalan a “Tifaqa gelê kurd û tirk” jî rawestiya û wiha berdewam kir: “Xala yekemîn xwişk û biratiya gelan e. Wekheviya gelan e. Ev ne dirûşm e. Naveroka vê xalê gelek girîng e. Me dît ku di nava gelan de qirkirinên çawa çêbûne. Heri dawî me li Gazzeyê dît. Me li Sûrî, Iraq û Afganîstanê dît. Dora me tevahî bi mînakên bi vî rengi tijî ye. Îro bi xêra paradîgmaya birêz Ocalan ev Xeteriya nava gelê kurd û tirk bi ser neketiye. Dibe ku îro di nava gelê tirk de ev feraset heye. Lê ev jî girêdayî nêzîkatiya dewletê ye. Ev nêzîkatiya dijberiyê di nava gelê kurd de tune ye. Di qirnê nû de jî em dibînin nêzîkatiyek hestiyarî heye. Em vê nêzîkatiya wan di medyaya tijîtal de dibînin. Rêveberiya Tirkeyê hêj di milê çareseriyê de hişyar nebûne. Ji ber vê yekê Birêz Abdullah Ocalan navnîşana çareseriyê parlamentoyê nîşan dide. Ne wekî parlamentoya niha, divê hemû nûnertiya gelan cihê xwe di vê parlamentoyê de bibîne. Divê hemû nûnerên gel pêşniyar û fikrên xwe bînin ziman û rola xwe bilîzin.
‘Abdullah Ocalan ji bo hemû gelê kurd remz e’
Firat Anli, li ser rol û rista Rêberê PKKê Abdullah Ocalan a ji bo gelê kurd jî nirxandin kir û wiha pêde çû: “Rêber Abdullah Ocalan ne tenê ji bo bakur, ji bo çar parçeyên Kurdistanê û ewropayê wekî remz e. Îro bi milyonan kurd li benda peyama Birêz Abdullah Ocalan in. Ev ji bo me gelek girîng e. Dewlet heta niha bi tarzeke çareseriyê nêzîk nebûye. Dewlet alternatifeke din nas nake û nabîne. Dewlet înkar dike.”
‘Li Tirkiyeyê qeyranênên mezin hene’
Firat Anli, li ser rewşa Tirkiyeyê û nêzîkatiya MHPê jî rawestiya û ev tişt got: “Lê vê carê me dît ku bangawazî ji partiya herî hişk hat. Ev partiya ku heta niha hişk tev digeriya bang kir. Ev gelek balkêş e. Di nava dewletê de xeteke ku dixwaze bi rêya diyalog, muzakere û niqaşan çareser bike jî heye. Ev xet naxwaze ku bi tarza dijberiyê, dixwaze bi tarza diyalog û muzakereyan çareser bike. Di 1000 salên dawî de gelê tirk û gelê Tirkiyeyê sûd û berjewendiyên mezin ji gelê kurd girtine. Îro li Tirkiyeyên di aliyê siyasî, aborî û hiqûqî de qeyranên mezin hene. Ji ber nêzîkatiya dewletê êdî dad nemaye. Saziyên bazirganiyê yên mezin jî edî ewlehiya wan nema ye. Êdî ev qeyran bandorê li ser her kesî dike. Divê ev dîmenê qeyranê her kesî hişyar bike.”
‘Abdullah Ocalan dixwaze jiyanek hevpar û demokratîk pêş bixe’
Firat Anli, bal kişand ser polîtîkayên qeyûm û got: “Di sala dawî de ev qeyrana pêş diket ji bo Tirkiyeyê dîmeneke pir balkêş bû. Di nava salekê de li Tirkiyeyê dîmenekî dîktatoriyê serdest bû. Mafê axaftinê, mafê rêxistinbûnê û heta mafê hilbijartinê hatibû tunekirin. Em dibînin her roj qeyûm tayîn dikin. Îro li metrepolên Tirkiyeyê jî qeyûm tayîn dike. Dibe ku sibê qeyûm tayînî baro, komele û waqifan jî bikin. Ji ber vê yekê banga Birêz Abdullah Ocalan ne tenê ji bo gelê kurd e, Ji bo hemû sazî, partî û komeleyan e. Ji bo demokrasiyê ye. Ji bo pîvanên demokrasiyê û mafên mirovan bilind bike. Dixwaze di her aliyê de wekhevî û demokrasiyê pêş bixe. Dixwaze her kes bi fikr, bawerî, reng, ziman û hemû mafê xwe yê bingehîn bi hevre bişî. Ev gelek pêkan e. em hevî dikin ku ev pêk bê.”
‘Rojava bûye minak’
Firat Anli, li ser serdanên Şandeya DEM Partiyê ya li Başûrê Kurdistanê jî nirxandin kir û wiha lê zêde kir: “Ev serdana başûr gelek erênî û serkeftî bû. Demek dirêj e yekîtiya kurdan tê xwestin. Tê xwestin ku kurd di her alî de yekîtiya xwe xurt bikin. Divê her tim piştgiriyê bidin hev. Em bi vê hevdîtinê kêfxweş in. Li Silêmanî û Hewlerê hevdîtinên bi qîmet pêk hat. Gelê me jî bi van hevdîtinan kêfxweş in. Em hêvîdarin ku wekî pêvajoya 2014-15an pêş bikeve û her kes beşdarî pêvajoyê bibin. Hêj di nava sazî û rêxistinbûnên me de ev nêzîkbûn qels e. Em dixwazin hemû rêxistinên me, siyasetmedar, hunermed, rojnameger, rewşenbîr û akademîsyenan û hemû beşên civakê nêzî hev bin. Mînak li rojava nêzî 15 salin xwe ji bindestiyê rizgar kiriye. Xweseriyek nû ava kiriye. Şoreşek pêş xistiye. Ji bo çar aliyê cîhanê bûye mînak. Ev tiştekî gelek giring e. Her kes ji vê yekê hêz digire. Îro hikûmta Şamê ji nû ve ava bûye. Lê kes hikûmeta şamê muxatab nagire. Ji ber ku di destê hikûmeta nû ya Şamê de farmulekî çareseriyê û nexşerêyek tune ye. Lê Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilata Sûriyeyê jiyaneke nû ava kiriye. Bala her kesî dikişîne.”
Fikrên Abdullah Ocalan wekî ba li cîhanê digere’
Firat Anli, li ser bandora fikr û paradîgmaya Abdulllah Ocalan a li ser gelê cîhanê jî rawestiya û ev çavdêriyên xwe parve kir: “Fikrên birêz Ocalan bala Ewropa, Efrîqa, Asya û Amarîkaya Latînê dikişîne. Fikrên Birêz Ocalan di nava ciwanan de û di nava akademîsyenan de balê dikişîne. Di nava gelê cîhanê, hunermendan eleqeyek mezin ji bo fikrên Rêber Abdullah Oclana. Bi dehan panel, semîner, konferans pêk hatin. Eleqeyek gelek mezin dibîne. Nêzî 2 sal in pêngava ji bo azadiya birêz Ocalan û statuya ji bo gelê kurd heye. Ev pêngav pir bi hêz û bi bandor dinome. Me ev yek li Kolnê, Stasbûrgê, îtalyayê û çar aliyê Ewropayê dît. Ciwan û gelê Ewropa paradîgmaya Birêz Ocalan dixwînin û pir ji fikrên wî bi bandor dibin. Ev eleqe ji Amarîkaya Latînî heta Asya û Afrîqayê derdikeve pêş. Dibe ku birez Ocalan bi awayekî fizîkî girtî be. Lê fikrên wî li çar aliyê cîhanê wekî ba digere. Li her derê bandorê dike. Eleqe di qada dîplomasiyê de jî heye. 69 akademîsyenên ku xelata nobelê girtibûn ku di navde akademîsyen, hunermend, siyasetmedar û nivîskar û rojnameger jî hene, her roj ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Abdullah Ocalan bang dikin. Komîteya ji bo azadiya Abdullah Ocalan her roj çalakiyan pêk tînin û ji bo Azadiya Birêz Ocalan bang dikin. Paradîgmayî, nivîsê birêz Ocalan bi her zimanî werger dikin û belav dikin. Bi rastî em bi çavê xwe dibînin ku fikr û felsefeya Birêz Ocalan di nava gelê Ewropa de eleqeyek mezin dibine. Em bawer dikin ku ev dê di demek nêzîk de berhem û encamên xwe jî derxe holê.”
Divê dewlet ji fikra Birêz Abdullah Ocalan netirse’
Firat Anli, li ser nêzîkatiya dewletê ya li dijî fikrên Abdullah Ocalan jî rawestiya û wiha axivî: ” Ji ber vê yekê tirza dewleta tirk tirseke vala ye. Sed sal in bi polîtîkayên înkar û îmhayê encam nagire. Lê eger li fikr û paradîgmaya birêz Ocalan esas bigire, dikare problemên navxweyî çareser bike. Demên dawî di serî de li ewropa, hikûmetên rastgir, rastîst û hikûmetên ji îslamiyetê dûr, ji penaberan hez nakin û nijadperest tev digerin, hikûmetê dixin destê xwe.
Ev ji bo Tirkiyeyê xeteriyeke mezin e. Em di rojhilata navîn de jî dibînin ku ev guhertin bandorek mezin dike. Divê em karibin bi hevre jiyanek hevpar ava bikin. Em karibin jiyaneke wekhev, her kes li ser axa xwe, bi zimanê xwe, bi çanda xwe, bi reng û baweriya xwe bijîn. Her kes dikarin bi hevre bi şeref bijîn.”
‘Em bi hêvî ne’
Firat Anli, herî dawî xwest her kes ji bo çareseriyê xebatê bike û wiha bi dawî kir: “Ji ber vê yekê pêwiste di vê demê de her kes uslub, ziman, nêzîkatiyên xwe sererast bikin. Divê xizmeta çareseriyê bike. Em bi hêvî ne. Gelek caran ceribandin pêk hat. Dibe ku dewlet ne amade. Dibe ku hêzên derve nehişt, dibe ku sedemên din hebû. Lê vê carê derfet ketiye destê me. Em dikarin ji bo gelê xwe û gelan, jiyaneke hevpar û jiyaneke avaz ava bikin. Em dikarin bi hevra jinaneke demokratîk ava bikin. Ev îhtîmal roj bi roj bi saya birêz Ocalan zêdetir dibe. Şênber dibe. Em bawer dikin ku ev pêvajo dê bi hevre bi ser bikeve. Heta dawî gelê me girêdayî birêz Ocalan e. Fikr û paradîgmaya birêz Ocalan ji bo me tevan hêviyeke mezin e.”