Hîzbûlkontra ku girêdayî dewletê bû, 33 sal berê Nûçegihanê rojnameya Yenî Ulkeyê Cengîz Altun di 24ê sibata 1992yan de li Êlihê dema diçû nûçeyê kuştin. 33 sal borîn, lê kujer serbest in.
Hîzbûlkontra di 24ê sibata 1992a de Nûçegîhanê rojnameya Yenî Ulke Cengîz Altun li Êlihê li ber mala wî ew kuştin. Di rapora Susurlukê de hat gotin ku dewletê Cengîz Altun kuştiye lê bûyer nehat zelalkirin.
Rojnameger Cengîz Altun di buroya Êlihê ya rojnameya Yenî Ulke de nûçegîhanî dikir û di 24ê sibata 1992an de li Êlihê li ber mala xwe rastî êrîşa çekdarî ya Hîzbûl Kontra hat û jiyana xwe ji dest da. Dema Cengîz Altun jiyana xwe ji dest da 24 salî bû. Altun li aliyekî rojnamegerî dikir û li aliyê din jî li Êlihê zanîngeh dixwend. Di sala 1993an de der barê bûyera qetilkirina Cengîz Altun, navê Îsmaîl Emsen derbas bû. Îsmaîl Emsen di lêgerîna rê ya navbera rêya Mêrdîn-Amedê de hat girtin, çekek li ser wî hat girtin û di encama lêkolînê de derket holê ku Cengîz Altun bi vê çekê hatiye kuştin.
Îsmaîl Emsen di îfadeya xwe de gotibû endamê Hîzbullahê ye û çek aydî birayê wî Metîn Emsen e û ji bo parastina xwe ev çek hildaye ser xwe. Emsen ji sedema kuştina Cengîz Altun nehat girtin, lê bi hinceta ku çeka bê ruhsat bi xwe re gerandiye hat girtin. Piştî demeke kurt serbest hat berdan. Lê piştre ne Metîn Emsen hat dîtin û ne jî der barê bûyerê lêpirsineke berfireh hat kirin. Piştî bûyera Susurlukê ya der barê mijarê Rapora Susurlukê hat amadekirin û di raporê de hat gotin ku dewletê Cengîz Altun qetilkiriye. Lê heta niha bûyer nehatiye zelalkirin.
Li ser qetilkirina Altun re 33 sal derbas bûn, hêj kujer nehatine dîtin.
40 rojan îşkence lê kirin
Beriya ku hîzbûl kontra Cengîz Altun bikujin, polîsan Cengîz binçav kirin û 40 rojan di hucreyê de îşkenceya herî giran li wî kirin. Lê hiştî hat berdan, dîsa dest ji karê rojnamegeriyê berneda û dîsa ket şopa heqîqet û rastiyê. Beriya ku Cengîz Altun binçav kirin û qetil bikin gelek mirov dihatin revandin û kuştin. Cengîz ji bo rostiyan ronî bike û kujerên kesên tên kuştin binivîse, dest ji pênûs, wênekêş û radyoyê berneda. Lê ji ber ku Cengîz Altun rastî ronî kirin û kujer teşîr kirin, kesên ku mirov direvandin û dikujin, 33 sal berê Cengîz jî kuştin û xwestin rastî di tariyê de bimîne. Lê her çend hêzên girêdayî dewletê Cengîz Altûn û piştî wî bi dehan rojnameger kuştin jî, rastiya wan ronî dibe. Her ku rojnamegerek kuştin, bi dehan rojnamegeran pênûs û wênekêşên rojnamegerên hatin kuştin hilgirtin û ketin şopa heqîqetê. Îro bi sedan rojnameger di gelek rojname, ajans, televîzyon û saziyên çapemeniyê de rastiyan ronî dikin. Pênûsa Cengîz Altun hilgirtine û di şopa wî de rastiyan ronî dikin.
Dayika Cengîz 33 sal in pênûsa wî diparêze
Dayika Cengîz Altun Turkan Altun, 33 sal in radyo, heste, pênûs, karta çapemeniyê, lênûst, saet û rojnameyên ku nûçe hatine çêkirin vedişêre.
Têkiliya Cengîz û malbatê pir germ bû. Tiştên ku dema şopandina nûçeyê de hatiye serê wî bi malbatê re parve dikir. Her tim ji malbatê re qala têkoşînên azadiyê yên li cîhanê û Vîetnamê dikir. Ji dayika xwe Turkan Altun re digot ‘Em ê jî rojekê azad bibin, mafên xwe bi dest bixin’ Cengîz Altun Rojnamegerekî çalak û rasteqîn bû. Her tim li pey rastiyan û neheqiyê bû. Beriya ku bê kuştin li ser çemê Êlihê nûçeyek çêkiribû. Ev nûçe bûbû manşet. Cengîz bi wê nûçeyê pir kêfxwey bûbû.
Dema malbatê cenazeyê Cengîz Altun bir goristanê, leşker û polîsan ew dorpêç kirin. Malbatê di bin dorpêça polîsan de cenazeyê Cengîz Altun spartin axê.
Di dema kuştin zêde bûn de dest bi rojnamegeriyê kir
Cengîz Altun, di 9ê tîrmeha sala 1968an de li navçeya Kercews a Êlihê ji dayik bû. Dibistana seretayî, ya navîn û amadehî li vir temam kir. Piştre di sala 1990an de li Beşa Motorê ya Dibistana Bilind a Pîşeyî ya Êlihê qeyda xwe çêkir. Dema xwendekariya Altun didomiya, di sala 1991ê de di rojnameya Yenî Ulkeyê de dest bi belavkariyê kir. Dema Cengîz Altun dest bi rojnamegeriyê kirî, êrişên kontrgerîla zêde hebûn. Lewma her tim gef lê dihatin xwarin. Ji ber gefên lê dihatin xwarin, serî li Serdozgeriya Komarê ya Êlihê da, lê encamek jê derneket.