Şirnex – Kaniya Banê Senefîs ku kaniyeke dîrokî ye, ji ber nayê parastin û bê xwedî hatiye hiştin bûye kadîna kayê.
Kurdistan bi şûnwarên xwe nîşan dide ku bi hezaran salin mirov hatine li vir bi cih bûne û bûne xwedî war. Bi taybetî şûnwarên li dora çemên Firat û Dîcleyê hatine avakirin, nîşanî me dide ku bi hezaran sal berê mirov li vir bi cih bûne û dest bi karên çandinî, cotkarî û sewalkariyê kirine. Mirovên bi hezaran sal berê li ser vê axê bi cih û war bûne, bi berhem û bermahiyên xwe şopek dîrokî li pey xwe hiştine. Em vê şopê di qesr, qonax, pir, dêr, medrese, keleh, sûr, birc, şikeft, aş û kaniyan de dibînin. Yek ji van cihên ku bi bermahî û şûnwarên dîrokî tê nasîn Cizîra Botan e.
Navçeya Cizîrê xwedî dîrokeke kevnar e. Gelek cih û warên dîrokî li vir hene. Cizîr weke warê Mem û Zîn, Meleyê Cizîrî û sûrên Birca Belek tê naskirin. Gelek cihên dîrokî ku nayên nasîn jî hene. Yek ji van cihên dîrokî kaniya Banê Senefîs e. Kaniya Banê Senefîs a dîrokî, nayê zanîn ku kengî û ji aliyê kê ve hatiye çêkirin. Tê gotin ku ev kanî di sedsala 19an de hatiyê çêkirin. Kaniya ku ser banê wê girtiyê û di nava çar dîwaran de hatiye avakirin, bi mîmariya xwe balê dikişîne ser xwe. Her çend nayê parastin û wekî kadîn têbikaranîn jî ava wê diherike. Ji ber nayê parastin û wekî kadîn tê bikaranîn, êdî ji nasnameya xwe ya kaniyê dûr ketiye. Ev kaniya dîrokî êdî wekî kadîn tê zanîn û nasîn.
Kaniya Banê Senefîs ku diwarên wê bi kevirên moloz hatiyê çêkirin di hundirê wê de hawizek heye. Ser hawiz girtî ye. Kanî ji derve weke menzelekê tê zanîn. Lê dema mirov dikeve hundir, kevirên aliyê hundir bala mirov dikşîne. Ava kaniyê di bin erdê re diherike. Li pêşiya cihê ku av jê dertê, cihokek hatiyê çêkirin. Ava ji kaniyê dertê, di wê cihokê re diherike û tev lî hawizê avê dibe. Her çiqas ava kaniyê kêm bûbe jî hîna diherike û ava wê nemiçiqî ye.
Kaniya avê kirine kadîn
Kaniya Bane Senefîs ku xwedî dîrokeke kevnar e niha bû ye kadîna welatiyên taxê. Welatiyên taxê, li ser çîroka kaniyê diyar dikin ku ev kanî berê navnîşana taxê bû. Welatiyên ku temenê wan 70 û zêdeyî 70 salî destnîşan dikin ku ew dema zarok bûn, diketin hewizê kaniyê û yek ji navenda çavkaniya avê bû. Welatî diyar dikin ku êdî qîmeta kaniyê nemaye.
Dema mirov dikeve menzela kaniya avê, ji dîmenê kaniyê bêtir dîmenê kadînê mirovan pêşwazî dike. Tê dîtin ku welatî kaniya avê êdî wekî kadîn bikar tînin û kaya xwe dixin menzela vê kaniyê. Cihoka avê ku ji kaniyê derbasî hawizê avê dibe, nîşan dide ku ev der cihekî dîrokî ye û yek ji navenda çavkaniya ava welatiyên taxê bûye. Diwarên kaniyê bi salane mîmarî û reseniya xwe diparêze û li dijî şert û mercan li ber xwe dide. Welatiyên taxê destnîşan dikin ku ji ber edî kanî ji cewherê xwe derketiye vê kaniyê wekî kadîn bikar tînin. Ji bo ka şil nebe, ser banê hawizê avê bi sacan girtine û kaya xwe avetine ser.
Şaredarî dê lêkolîn bike û biparêze
Kaniya ku giredayî Mudiriyeta Çand û Turîzme ya Bajer e, heta niha nehatiye parastin û bêxwedî hatiye hiştin. Kaniya bi mimarî û kevirên xwe dîrokî ye, li benda parastinê ye. Nûnerên şaredariyê jî pişti lekolîn bikin dê ji bo wê bernameyek parastinê bidin pêşiya xwe.