Banga Rêber Ocalan a Aşitî û Civaka Demokratîk xwendina rihê dîrokê nîşan dide. Êdî konjonktura vê demê li şûna rêbazên şer, şîdet û kodên tekperest ên netew-dewletê lihevkirina demokratîk, siyaseta azad û hiqûqa gerdûnî ferz dike.
Di 27ê sibata 2025an de ji çar parçeyên Kurdistan û heta dîasporaya Ewropayê çavê gelê kurd li banga Rêber Ocalan a Aşitî û Civaka Demokratîk bû. Beriya çend rojan di gelek agahiyan de dihat bilêvkirin ku wê ev bang di 15ê Sibatê û bi dîmên bihata dayîn.
Heta 27ê Sibatê kelecanî, hêviya bi dîtina Rêber Ocalan û hestên bi bêrîkirin çêbibûn. Bêguman bi dîtina Rêber Ocalan a piştî 12 salan hestên girîn û ken tevlihev kiribû. Gelê kurd 50 sal in li dijî her cureyên giran ên dewleta tirk berdelên mezin dan. Li dijî mêtingerî, dagirkerî, pişavtin, tune hesibandina gelê kurd têkoşînek dîrokî hat dayîn. Ji ber wê jî girîn û kena bêrîkirina azadî û aşitiyê helbet tê fêhmkirin. Piştî ewqas êş û elemên hatin kişandin, piştî 60 hezar şehîd û têkoşîna hîna jî didome gelê Kurd û nemaze dayikên aşitiyê bi girîn û kena xwe coşa aşitî û azadiyê pêşwazî dikin.
Di daxuyaniya xwe de Rêber Ocalan destnîşan dike ku PKK di şert û mercên şerê yekemîn û duyemîn û reel sosyalîzmê de û tevî vê li dijî qedexekirina rastiya Kurd de ava bûye. Ji ber ku qadên siyaseta demokratîk ji bona Kurdan girtî bû PKKê derketinek şoreşgerî pêk anî bû. PKKê di demek kurt de hîmê xwe di nava gel de xurt kiribû.
Di şert û mercên sedsala 21emîn de Rêber Ocalan diyar dike ku êdî ne gengaze bi rêbazên reel sosyalîzmê û modernîteya kapîtalîst çareserî ji pirsgirêkan re bên dîtin û ji bona dem û konjonktura nû ku PKK xwe ji nû ve ava bike û veguherîne banga kongreyê ya ji bona fesihkirinê kir.
Di nava du sed salên dawî de pergala kapîtalîst ji bona ku qada xwe ya li her deverên cîhanê mezintir bike berê xwe dabû Kurdistan û rojhilata Navîn. Di şerê 1071 ya Milazgîrê de gelê Kurd li dijî desthilatdariya Bîzansiyan bi gelê Tirk re tifaqê dike û bi serkeftî di nava vî şerî de derdikevin. Piştî vê demê êdî li Kurdistan û Anatoliyayê qada Tirkan bi tifaqa Kurdan re berfireh berfireh dibe. Di qirna 16emîn de jî hemab tifaq bi Yavûz Sûltan Selîm re jî tê pêk anîn û her mîrtiyên Kurd xwedî statuyek xweser tê bi rêve birin. Di vê pêvajoyê de di navbera Yavûz û mîrtiyên Kurd de li Amasyayê li ser 6 madeyan ku tê de federasyon heye, lihevkirinek pêk tê.
Bi mudaxeleya kapîtalîzmê ya Kurdistanê re statuya Kurdan ya xweser ji holê tên rakirin. Împaratoriya Osmaniyan di sedsala 19emîn de xwe li gorî şert û mercên kapîtalîst û pergala wê ya netew-dewletê vediguhêre û dest bi înkar û îmhakirina Kurdan dikin. Pêvajoya komara Tirkiyeyê bi vê rewşê te destpê dike. Di 1923an de bi tune hesibandina gelê Kurd û gelên din Komara Tirkiyeyê ya netew-dewlet ava dibe. Beriya ku komar ava bibe jî têkiliyên Kurd û Tirkan di asta baş de ye. Di makeqanûna 1921’an de dewlet wekî dewleta Kurd û Tirkan tê bilêv kirin. Di gelek daxuyaniyê serokkomarê yekemîn Ataturk de jî daxwaza xweseriya Kurdan tê vegotin. Lê di nava du salan de tê dîtin ku li gorî gotinên xwe namînin û kodên tekperest ên netew-dewletê tên esas girtin.
Ev înkar û îmhakirina gelê Kurd, rewşa şerê yekemîn û duyemîn ê cîhanê û hawira reel sosyalîzmê de PKK ava bû. PKKê heta ber bi dawiya qirna 20’emîn ji fikra reel sosyalîzmê sûd wergirt. Lê di di 2004an de Rêber Ocalan bi parêznameya xwe ya Parastina Gelekî bîrdoziya reel sosyalîzmê rexne kir û PKKê ji vê bîrdoziyê rizgar kir. PKKê ji rêbaza tevgerên rizgarî yên netewî fesih kir û stratejiya Parastina Rewa bi HPGê îlan kir. Her wiha bi îlan kirina KCKê PKKê ji fikra reel sosyalîst û demokrasiya sosyal fesih kir û konfederalîzma demokratîk îlan kir.
Têkçûyîna reel sosyalîzmê têkçûyîna kapîtalîzmê jî bû. Lewre ji 1970yî ve modernîteya kapîtalîst ketibû di nava krîz û kaosê de. Bi rê û rêbazên kapîtalîzma fînansî xwe ji vê krîzê rizgar kir û heta îro temenê xwe dirêj kir. Lê êdî guhertin ango restorekirina modernîteyê ne gengaz, ji ber ku îflas kiriye. Di nava qada Kurdistan û rojhilata Navîn de her wiha ev zêdetir ne gengaz e. Pergala ku di nava îflasê de ye wê çawa ji pirsgirêkên siyasî, civakî, aborî û çandî re bibe bersiv? Ev bi serê xwe pirsek e.
Di nava vê hawirê de Rêber Ocalan li dijî hemû cureyên kapîtalîzmê paradîgmaya Demokratîk, Ekolojîk û Azadiya Jin bi pêş xist. Piştî 20 salan ku Rêber Ocalan bi parêznameya Parastina Gelekî PKK veguhert, şert û mercên konjonkturel ji aliyê PKKê ve erênî hatin guherîn. Ji 2015an ve dewleta Tirk ji bo ku PKKê û paradîgmaya Rêber Ocalan tasfiye bike hemû derfet bi kar anîn. Lê êdî tişta neyê guhertin têk diçe. Bi gotina Rêber Ocalan “ tişta rihê demê baş nexwîne wê bikeva di nava çopa dîrokê de.”
Banga Rêber Ocalan a Aşitî û Civaka Demokratîk xwendina rihê dîrokê nîşan dide. Êdî konjonktura vê demê li şûna rêbazên şer, şîdet û kodên tekperest ên netew-dewletê lihevkirina demokratîk, siyaseta azad û hiqûqa gerdûnî ferz dike. Banga Rêber Ocalan derî li vê yekê vedike. Lewre PKKê çawa ku ji bîrdoziya reel sosyalîst xwe fesih kir, fesihkirina vê demê jî tê wateya siyaseta azad û demokratîk û hiqûqa gerdûnî. PKK û gelê Kurd ji her demê zêdetir ji dema nû re amade ye û wê xalê lo vê pêvajoya nû careke din bide.