Amed – Mamoste û rêveberên saziyên zimanê Kurdî têkildarî armanca Meclisa Jinan a Zimanê Kurdî û polîtîkayên pişaftinê diyar kirin ku pêwîste di her qada jiyanê de zimanê Kurdî bê axaftin û gotin: “Ji bo zimanê me bibe zimanê fermî, em berxwedan û xebatên xwe berfirehtir dikin.”
Zimanê Kurdî ji damezrandina komara Tirkiyeyê ve û di van 45 salên dawî de her dem bi polîtîkayên pişaftinê re rû bi rû maye. Tenê ne pişaftin her wiha her tim bi qedexe, astengî û êrişan re jî rû bi rû maye. Ji bo zimanê Kurdî hin bêtir geş bibe û belav bibe û bibe zimanê perwerdehiyê û statuya zimanê Kurdî bê nasîn, xebatên saziyên zimanê Kurdî bênavber didomin. Jinên ku di sazî û komeleyên zimanê Kurdî de xebatên bi rê ve dibin, ev demek dirêj bû Meclisa Jinan a Zimanê Kurdî ava kiribûn. Meclisa Jinan a Zimanê Kurdî li Amedê civiyan û 9ê Adarê bi beşdariya rêveber û mamosteyên saziyên ziman meclisa xwe ji raya giştî re ragihandin.
Endamên Meclisa Jinan a Zimanê Kurdî ku tev li civînê bûn li ser armanca ragihandina meclisê û xebatên zimanê Kurdî ji Ajansa Welat (AW) re axivîn.
Mamoste û rêveberên saziyên zimanê Kurdî ku endamên Meclisa Jinan a Zimanê Kurdî ne diyar kirin ku ew ê ji bo zimanê Kurdî fermî bibe ew ê bi rol û rista berxwedanê rabin û ew ê heta hetayê têkoşîna zimanê Kurdî bi rê ve bibin.
‘Divê em xebatên xwe bibin her qadê’
Mamoste û rêvebera Komeleya Ziman Çand û Hunerê ya Ankayê (ANKA-DER) ku li Enqereyê xebatên zimanê Kurdî bi rê ve dibe Emîne Oguz diyar kir ku ew jin ji erka xwedîderketina zimanê Kurdî berpirsiyarin, ew ê li gorî vê tevbigerin û wiha got: “Jin li her qadên jiyanê li ber xwe didin. Pêşengtiya gelek xebat û têkoşînê dikin. Ragihandina Meclisa Jinan a Zimanê Kurdî ji bo qada ziman destpêkek nû ye. Salên dirêj e jinên di nav saziyên ziman de dixebitîn li ber xwe didan. Em li vir qala zimanê xwe dikin, em mafê xwe yê xwezayî zimanê xwe dixwazin. Em dizanin ku di nava xebatên ziman de pêşengtiya jinan gelek giring e. Em jî li gorî vê tevdigerin û xebatên xwe zêde dikin. Em dixwazin di her aliyî de dîtina jinan li pêş bixin. Ji bo me tişta herî giring xebat e. Ji îro pê ve em ê bi xebatên xwe li pêş bixin û em ê xebatên xwe bidin xuyakirin. Em ê xebatên xwe li qadan, li kolanaan, li zanîngehan, li malan bi rê ve bibin. Em ê van xebatan bi pêşengtiya jinan pêk bînin. Li ku derê jiyan hebe em ê li wir bin, em ê li her qadê jiyanê xebatên xwe bidomînin”.
‘Jin hebe ziman heye, ziman hebe jin heye’
Emîn Oguz destnîşan kir ku ew ê her tim bêjin zarok siberoja wan in û wiha axivî: “Zarok bi zimanê xwe neaxivin, bi heşmendiya zimanê xwe mezin nebin, wê zimanê xwe ji bîr bikin û bi vê yekê re jî wê çand, nasname û xwe winda bikin. Ji ber ku jin û zarok zimanê xwe ji bîr nekin, em ê di nav civakê de hişmendiya ziman belav bikin. Em mîsogeriyê didin zarokên xwe û em dibêjin ‘Zarok Ziman Azadî’. Îro azadbûna zimanê me azadbûna jinê ye û azadbûna jinê azadbûna ziman e. Ziman hebûna me keseyata me ye. Îro heke jin ango dayik zarokên xwe bi hişmendiya ziman mezin nekin, ev kêmasî ye. Ji bo vê ev tişt hemû bi hev re girêdayî ne. Çand û zarok, zarok û ziman, jin û ziman. Em van xalan ji hev cihê bikin, em ê ji bîr bikin û winda bikin. Ji bo vê yekê her tim ziman, zarok û azadiya jinê girîng e. Ji bo vê em dibêjin ziman azad bibe jin jî azad dibe, ziman hebe, jin heye, jin hebe, ziman heye.”
‘Pêvajo berpirsiyariyê dixe ser milê me’
Emîne Oguz anî ziman ku ew piştgiriyê didin banga dîrokî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û çi were ser milê wan ew amade ne û got: “Em ê bi ruhê vê pêvajoya nû xebatên xwe berdewam bikin. Aştî tiştekî ne hêsan e, pêkanîna aştiyê ji şer girantir e. Li gorî şert û mercan rewşa ziman diguhere pêwîste li gorî van şert û mercan em jî rê û rêbaza xebatên xwe biguherînin. Pêvajo gelek berpirsiyarî dixe ser milê civakê. Em jî dibêjin wê jin pêşengtiya vê bikin. Divê em vê pêşengtiyê bizanibin û xebatên xwe xurt bikin.”
‘Jin parastina zimanê xwe dikin’
Rêvebera Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandên Mezopotamyayê (MED-DER) a li Amedê xebatan dike Dîlan Guvenç jî bal kişand ser girîngiya Meclisa Jinan a Zimanê Kurdî û wiha got: “Armanca Meclisa Jinan a Ziman li gorî ruhê pêvajoyê ye, em jin têdikoşin û xwedî li banga dîrokî derdikevin. Em dibêjin; em ê di serî de cih bigirin. Jixwe meclisa me xebatên xwe dikir. Xebatên me yê meclisê, plansaziyên xwe, polîtîkayên xwe û xabatê jinan berdewam dikir lê xebatên me nedihat dîtin. Me xwest bi ragihandina Meclisê ked û têkoşîna jinan a ji bo ziman dîtbartir bikin. Me bang kir ku em xwedî li aştiyê derkevin û xwedî li zimanê xwe derkevin. Em dixwazin pêşengtiya vê bikin. Em dixwazin li her qada jiyanê zimanê me zîndî bibe û bibe xwedî statu. Ev komar sed sal e pergala xwe ava kiriye, lê tevî polîtîkayên wê yên pişaftinê jî zimanê me zîndî maye. Helbet têkoşîn û xebata jinan ji bo parastina ziman, girîng e û bi xebata jinan têkoşîna me hatiye vê merheleyê. Jin bi her awayî parastina zimanê xwe dikin. Ji bo vê jî em dibêjin em ê ji vê pêvajoyê re bibin bersiv. Em dixwazin hemû jinan bînin cem hev. Ji bo vê yekê me Meclisa xwe ragihand. Lê jixwe xebatên me li her derî berdewam dikin. Di demekî nêz de em ê akademiya jinan a ji bo ziman ava bikin. Di vir de em dixwazin keda jinan, dîroka jinan di akademiyan de jî zêdetir dîtbartir bikin. Em ê xebatên lêkolînê bikin û jinan bixin nava vê torê. Ji bo vê em girîngiyê didin Meclisa xwe.”
‘Berxwedana me li dijî pişaftinê ye’
Mamosteya Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandê ya Arî (ARÎ-DER) a li Êlihê xebatên zimanê Kurdî bi rê ve dibe Şînda Ayazgun jî da zanîn ku ew dixwazin li her qada jiyanê xebatên xwe berfirehtir û geştir bikin û wiha got: “Xebatên me yên li ser ziman wê her tim bidomin. Ne tenê di komeleyan û avahiyan de, em ê li malan, li taxan û bi giştî xêbatên xwe berfirehtir bikin. Ne tenê xebatên rêziman wê di her aliyê jiyanê de jî xebatên me hebin. Ji bo em bi malbatan re têkilî çêbikin û zarok û jinan tev li dersên zimanê Kurdî bikin, em ê xebatên xwe hin berfirehtir bikin. Berxwedana me li dijî polîtîkayên pişaftinê ye. Heke zimanek bibe zimanê perwerdehiyê ew ziman sînordar namîne, nakeve nav zimanên mirî. Ew ziman wê her tim bijî û di nava jiyanê de xwe bi rêxistin bike û wê li her qadê jî azad bibe. Em wek ARÎ-DERê li Êlihê xebatên xwe berdewam dikin, xebatên me yên rêziman, pêdagojiyê, rastnivîs û wergerê me daye pêş xwe.”
‘Pêvajo heye lê hê jî hevalên me tên girtin’
Rêvebera KURDÎGEHê ya li Wanê xebatên zimanê Kurdî bi rê ve dibe Evîndar Akbulut jî destnîşan kir ku armanca vê ragihandina Meclisa wan ew e ku êdî kar û barên xwe leztir bikin û ji bo vê biryara ragihandina meclisê girtin e. Evîndar Akbulut diyar kir ku ew ji bo pêşketin û azadbûna zimanê Kurdî vê pêvajoyê girîng dibînin û wiha axivî: “Divê ku em di van rojan de karê xwe di nava gel de bi rê ve bibin û jinan bînin gel hev. Divê em li taxan, li gundan li her derê Kurdistanê rengê zimanê Kurdî bidin diyarkirin. Divê ku bi lezginî di nava gel de em xebatên xwe belav bikin. Her tim zimanê Kurdî hatiye qedexekirin, lê divê êdî zimanê me li sazî û dezgehan bibe zimanê fermî. Mesele dayika min qet bi Tirkî nizan e, lê dema ku diça nexweşxaneyan an jî cihekî din bi zorê axaftina Tirkî jê tê xwestin. Ev astengî û qedexeyên li ser zimanê Kurdî hê jî berdewam dikin. Em dixwazin zimanê Kurdî li her qadên jiyanê azad bibe. Çawa li dinyayê gelên din bi zimanê xwe diaxivin û perwerde dibînin, em jî dixwazin zimanê Kurdî jî bibe zimanê fermî. Pêvajoyek nû heye lê belê hê jî hevalên me tên girtin û kuştin. Berî çend roja mamosteyên zimanê Kurdî dîsa hatin binçavkirin. Desthilatdar naxwaze gelê Kurd bi zimanê xwe li pêş bikeve.”