• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
03 ADAR 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Egîtîm Senê kuştina mamoste Çelîkê şermezar kir: Bila berpirsyar hesabê bidin

    Egîtîm Senê kuştina mamoste Çelîkê şermezar kir: Bila berpirsyar hesabê bidin

    Şer li Îranê germ dibe: Aqûbeta girtiyên li girtîgeha Evînê nayê zanîn

    Şer li Îranê germ dibe: Aqûbeta girtiyên li girtîgeha Evînê nayê zanîn

    Otomatik taslak

    Egîtîm Sen a Wanê: Berpirsê yekem wezaret e

    Mexmûr hevşaredarên xwe yên nû hildibijêre

    Mexmûr hevşaredarên xwe yên nû hildibijêre

    Trump bi Barzanî û Bafil Talabanî re axivî

    Trump bi Barzanî û Bafil Talabanî re axivî

    DFGê rapora xwe aşkere kir: Azadiya çapemeniyê temînata bingehîn a civaka demokratîk e

    DFGê rapora xwe aşkere kir: Azadiya çapemeniyê temînata bingehîn a civaka demokratîk e

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Egîtîm Senê kuştina mamoste Çelîkê şermezar kir: Bila berpirsyar hesabê bidin

    Egîtîm Senê kuştina mamoste Çelîkê şermezar kir: Bila berpirsyar hesabê bidin

    Şer li Îranê germ dibe: Aqûbeta girtiyên li girtîgeha Evînê nayê zanîn

    Şer li Îranê germ dibe: Aqûbeta girtiyên li girtîgeha Evînê nayê zanîn

    Otomatik taslak

    Egîtîm Sen a Wanê: Berpirsê yekem wezaret e

    Mexmûr hevşaredarên xwe yên nû hildibijêre

    Mexmûr hevşaredarên xwe yên nû hildibijêre

    Trump bi Barzanî û Bafil Talabanî re axivî

    Trump bi Barzanî û Bafil Talabanî re axivî

    DFGê rapora xwe aşkere kir: Azadiya çapemeniyê temînata bingehîn a civaka demokratîk e

    DFGê rapora xwe aşkere kir: Azadiya çapemeniyê temînata bingehîn a civaka demokratîk e

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Parêzer Îbrahîm Bîlmez: Tecrîd didome

Navenda Nûçeyan /AW

15 ADAR 2025 - 11:57
Kategorî: MANŞET, POLÎTÎKA
A A
Şandeya DEM Partiyê heta niha 3 caran çû Girava Îmraliyê. Lê parêzer hêj nikarin biçin Îmraliyê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan didome. Parêzerê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Îbrahîm Bîlmez diyar kir ku serlêdanên wan bê bersîv têne hiştin.

Ev demek e di navbera Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û dewleta Tirk de hevdîtin têne kirin. Heta niha şande 3 caran çûn Îmraliyê. Lê parêzer nikarin biçin Îmraliyê. Şandeya parlamenterên DEM Partiyê herî dawî di 27ê Sibatê de çûbû Girava Îmraliyê bangeke dîrokî kiribû. Piştî bangê dîsa gelek caran parêzeran serlêdan kirin ku biçin Îmraliyê lê serlêdan bê bersîv têne hiştin.

Lê her çend ev demek e heyet diçe Îmraliyê jî tecrîda li ser Rêber Apo hê jî berdewam dike. Parêzerê Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Îbrahîm Bîlmez ji ANFê re aixvî û diyar dike ku wan ji bo hevdîtinên hefteyane yên bi parêzer û malbatan re serlêdan kirine lê belê wan hê jî bersivek nestandiye. Îbrahîm Bîlmez anî ziman ku ev yek nîşan dide ku tecrîd hê jî berdewam dike.

Bersîv nadin parêzeran

Parêzer Îbrahîm Bîlmez bi bîr xist ku hê jî ji serlêdanên hevdîtina bi malbat û parêzeran re bersiv nehatiye dayîn û ev yek anîn ziman: “Ji sala 1999’an ve ye em tînin ziman ku li Îmraliyê pergaleke tecrîdê tê sepandin. Ev pergala tecrîdê hê jî berdewam dike. Erê rast e, hevdîtinên heyetê çêbûn û Birêz Ocalan ji raya giştî û PKK’ê re bangeke gelekî girîng kir. PKK’ê jî bersiv da vê bangê. Tevî van yekan hemûyan hê jî li Îmraliyê egerên hiqûqê nayên bicihanîn. Weke parêzeran, em hemû hefteyan dubare serlêdana hevdîtinê dikin. Ji bo hevdîtina bi malbatê re jî serlêdan tên kirin. Lê belê ev serlêdan bê bersiv dimînin û bersiv nayên dayîn. Ger em di pêvajoyeke girîng û dîrokî de bin, divê şert û mercên wê jî werin bicihanîn. Qet nebe divê egerên hiqûqê yên weke mafê hevdîtina bi malbat û parêzeran re, mafê telefonê û mafê ragihandinê werin bicihanîn.”

‘10 salin serlêdan bê bersîv têne hiştin’

Îbrahîm Bîlmez bal kişand ser girîngiya naskirina mafê hêviyê jî û diyar kir ku diviya ev 10 sal bûn ev yek bihata qebûlkirin û got: “Mijara naskina mafê hêviyê, egereke hiqûqê ye. Jixwe diviya Tirkiyeyê ev 10 sal bûn ev yek kiriba. Girêdayî serlêdana me parêzeran ya 10 salan beriya niha ya di sala 2014’an de Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (AIHM), derbarê dosyaya bi navê Ocalan 2 de biryarek da û diyar kir ku cezayê muebetê yê girankirî, binpêkirina qedexeya êşkenceyê ye. Yanî got ku ger hûn însanekî bêyî ihtimala derketinê di nava çar dîwaran de rehîn bigirin, ev avayê cezakirinê êşkence ye. Ji ber wê yekê ev 10 sal in, yanî ji dema girtina vê biryarê heya niha Birêz Ocalan û bi hezaran girtiyên ku cezayê muebetê lê hatine birîn, di bin êşkenceyê de ne.”

Parêzer Îbrahîm Bîlmez, destnîşan kir ku diviya bû Tirkiyeyê îsal têkildarî vê mijarê sererastkirin pêk anîbûya û got: “Ev yek ne mijara îroyîn e. Ne têkildarî vê pêvajoyê ye jî. Tirkiye, peymanên navneteweyî, Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê îmze kirine û yek ji endamê damezrîner ê Konseya Ewropayê ye. Heman biryar ji bo Tirkiyeyê jî derbasdar in. Her wiha ev yek bi darê zorê li Tirkiyeyê nehatin ferzkirin. Tirkiye, bi daxwaz û îradeya xwe bûye endam. Û divê egerên vê yekê jî bi cih bîne. Lê belê ev 10 sal in bi cih naîne. A rastî ev mijara hepsa muebet a girankirî jî ji bo Birêz Ocalan hatiye derxistin. Beriya niha di hiqûqa Tirkiyeyê de awayeke înfazê ya bi vî rengî tunebû. Cezayê darvekirinê hebû lê belê nedihat sepandin.”

Îbrahîm Bilmez, da zanîn ku girtiyên ku cezayê darvekirinê lê dihat birîn jî piştî demekê dihatin tehliyekirin û got: “Lê belê li şûna darvekirinê cezayê bi navê muebeta girankirê yê ‘’dişibe cezayê darvekirinê’’ li lîteratûrê zêde kirin û ev ceza cara yekem jî li Birêz Ocalan hate birîn. A rastî ev cezayekî darvekirinê yê demdirêj e. Heya mirinê tu mafên mirovan ên tehliyebûnê tune ye; jixwe ev yek tê wateya mirinê. Ji ber vê yekê jixwe AIHM jî vî cezayî qebûl nake û weke ‘’êşkenceyê’’ pênase dike. Me weke parêzeran ji Desteya Wezîran a Konseya Ewropayê re serlêdanên pêwîst kirin û bi berdewamî têkildarî vê mijarê di têkiliyê de ne. Rêxistinên civakî yên ji Tirkiyeyê jî têkildarî vê mijarê serlêdanên hewce kirin. Yanî têkildarî sererastkirina muebeta girankirî ya li Tirkiyeyê ji Komîteya Wezîran re nivîs hatin şandin. Herî dawiyê Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê di civîna xwe ya di 17-19’ê Îlona 2024’an de, ji bo sererastkirina vê mijarê salek wext da Tirkiyeyê. Xwest ku Tirkiye di nava salekê de vê mijarê çareser bike. A niha em di nava vê salê de ne. Divê ev yek jî were eşkerekirin; nabêje ku di dawiya salekê de vê yekê bike, dibêje ku di nava salekê de vê sererastkirinê pêk bîne.”

‘Divê zagon bên guhertin’

Îbrahîm Bîlmez anî ziman ku beriya her tiştî divê sererastkirinên yasayî werin kirin û wiha bi dawî kir: “Ev guhertin têkildarî biryardariya îradeya siyasî û qanûnî ye. Beriya her tiştî divê madeyên Qanûna Înfaza Cezayê, Qanûna Cezayê Tirk (TCK) û Qanûna Têkoşîna Terorê (TMK) werin guhertin û sererastkirinên nû werin kirin. Ji bo vê yekê jî divê li Meclîsê sererastkirinên yasayî werin kirin. Ev ne karekî zehmet e û jixwe divê were kirin jî. Her wiha ji ber ku egereke hiqûqê ye, em di wê baweriyê de ne ku dê muxalefet jî piştgiriyê bide vê yekê. Ya herî girîng jî ew e ku divê îradeya siyasî vê yekê bixwaze.”

Etîket: Îbrahîm Bîlmez
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Şandeya navneteweyî Buroya Hiqûqê ya Asrinê ziyaret kir

Şandeya navneteweyî Buroya Hiqûqê ya Asrinê ziyaret kir

2 KANÛN 2024

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Ji Abdullah Ocalan hişyariyên ji bo Îranê: Şer dê mezin bibe, divê Kurd parastina xwe bikin

    Abdullah Ocalan rapora Komîsyonê nirxand: Ne encam lê destpêka rêyek nû ye, tişta esas têkoşîn e

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Sema Çaglak: Cil û bergên me nasname, çand û hebûna me ye

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Şerê Îran û Îsraîlê di roja 4yemîn de ye: Êrişên hevdem, moşekên nû, Hurmiz û nîqaşa şerê bejahî

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Gimgimê panela ziman: Heta em bi zimanê xwe neaxivin wê talûke bidome

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bi girseyî serdana şîna Denîz Şen kirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bahçelî: Banga 27ê Sibatê baştir hat fêmkirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ji 27ê Sibatê heta Îro: Mudaxeleya Ocalan a Sûrî û nêrînên wî yên li ser qeyrana Rojhilata Navîn – 7

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Axîos: Washington rola Kurdan di qonaxa nû de dinirxîne

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Tirkiye biryarên DMMEyê nas nake 

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 3yê ADARa 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • ADAR 2026 (107)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne