awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
26 GULAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Meşaleyên Newrozê Cizîra Botan ronî kir

Şirnex /AW

19 ADAR 2025 - 23:05
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Gel li navçeya Cizîrê bi şahiyekê cejna Newrozê pîroz kir. Girseya gel, bi meşaleyan meşek li dar xist û Newroz pîroz kir.

Girseya gel li navçeya Cizîrê ya Şirnexê bi şahiyekê cejna Newrozê pîroz kir. Bi sedan welatî li taxa Sûrê ya navçeya Cizîrê kom bûn û şahiya Newrozê li dar xistin. Berdevka Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Ayşegul Dogan, parlamentera DEM Partî ya Şirnexê Newroz Uysal Aslan, hevşeredarên Cizîrê Guler Yerbasan û Abdurrahîm Durmuş jî tevlî şahiyê bû.

Zarok, jin, ciwan û kal bi cil û bergên Kurdî û xemla kesk, sor û zer tev li şahiyê bûn. Welatiyan li taxê agir geş kirin û li ber agirê Newrozê bi seatan govend gerandin. Welatiyan li ber stranan bi coşeke mezin Newroz pîroz kirin. Di pîrozbahiyê de welatiyan bê navber dirûşmeyên, “Bijî Serok Apo”, “Jin Jiyan Azadî” û “Newroz pîroz be” berz kirin.

Bi meşeleyan meşiyan

Piştre jî jin, li Çarkendal bi meşeleyan meşiyan. Meşaleyên di destê jinan de li Çarkendalê ku li jora Cizîrê re ye, dimênên rengîn derxistin hole. Jinan li Çarkendal bi meşeleyên bê navber dirûşmeyên, “Jin Jiyan Azadî” berz kirin. Jinan meşeleyên xwe bilind kirin û şeva tarî ronî kirin. Jinan bê navber dirûşmeyên, “Bijî Serok Apo”, “PKK gel e gel li vir e”, “Newroz pîroz be” berzkirin. Jinan di meşê de sirûda, “Çerxa şoreşê” xwendin. Jinan bi meşeleyên xwe agir geş kirin û li ber stranan govend gerandin.

 

Etîket: ÇarkendalCizîrJinmeşaleNewroz
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Jin li Kolombiyayê xwedî li YPJê derketin

Jin li Kolombiyayê xwedî li YPJê derketin

24 GULAN 2026
Li Cizîrê bîstanê komuna jinan û li Kerboranê Mala Tendûrê hat vekirin

Li Cizîrê bîstanê komuna jinan û li Kerboranê Mala Tendûrê hat vekirin

22 GULAN 2026
Li Cizîrê şeva hevgirtinê ya ÎHDê

Li Cizîrê şeva hevgirtinê ya ÎHDê

21 GULAN 2026
Doza Havîn Aşkan: Daxwaza girtina bersûc hat redkirin

Doza Havîn Aşkan: Daxwaza girtina bersûc hat redkirin

21 GULAN 2026
Nextgen Kurdî li ser ‘Jin û Werzîşê’ forûmek li dar xist

Nextgen Kurdî li ser ‘Jin û Werzîşê’ forûmek li dar xist

19 GULAN 2026
Li Agiriyê 20 kes tahliye bûn

Li Agiriyê 20 kes tahliye bûn

19 GULAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

    ARŞÎV

    • GULAN 2026 (661)
    • NÎSAN 2026 (1047)
    • ADAR 2026 (1153)
    • SIBAT 2026 (1043)
    • ÇILE 2026 (1573)
    • KANÛN 2025 (636)
    • MIJDAR 2025 (501)
    • COTMEH 2025 (512)
    • ÎLON 2025 (484)
    • TEBAX 2025 (467)
    • TÎRMEH 2025 (582)
    • HEZÎRAN 2025 (463)
    • GULAN 2025 (577)
    • NÎSAN 2025 (468)
    • ADAR 2025 (540)
    • SIBAT 2025 (514)
    • ÇILE 2025 (594)
    • KANÛN 2024 (628)
    • MIJDAR 2024 (94)

    Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

    Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

    Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

    Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

    Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

    Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
    Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

    Telefon: +90 (532) 519 37 73

    E-mail: awelatnavend@gmail.com
    Malper: www.ajansawelat.com
    Twitter Youtube Instagram Whatsapp

    © 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

    Encamek nîn e
    View All Result

    © 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne