Nivîskar Rauf Karakoçan der barê geşedanên li Sûriyeyê û planên DYA, Îsraîl û Tirkiyeyê analîzek amade kir. Nivîskar Rauf Karakoçan anî ziman ku li Sûriyeyê gotinên dawî hêj nehatiye gotin.
Nivîskar Rauf Karakoçan der barê planên Tirkiyeyê, komên çete û planên DYA-Îsraîlê ji bo Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) bi sernavê “Li Sûriyeyê gotina dawî hê nehatiye gotin” analîzek nivîsî.
Analîza Rauf Karakoçan wiha ye:
Plana dewleta Tirk û komên çete yên îslamîst a ji bo dagirkirina Sûriyeyê ku amadekariyeke demdirêj jê kirin, xistin meriyetê. DYA’yê di daxuyaniya xwe ya yekem a li ser mijarê de îdia kir ku “agahiya me bi vê operasyonê tune ye” lê xuya ye ku êrişa Helebê berhemeke şirîkatiya DYA, Îsraîl û Tirkiyeyê ye. Senaryo pir aşkera ye. Baş tê zanîn ku DYA piştgiriyê dide her hewldaneke ji bo hilweşandina rejîma Esad. Her wiha her kes pê dizane ku Îsraîl dixwaze çeteyan ji bo şikandina hebûna Îranê ya li Sûriyeyê bi kar bîne û di vî warî de bi Tirkiyeyê re hevkariyê dike. Her wiha vê hevkariyê tevî şerê Xezayê jî, bê navber dewam kir.
Li aliyê din, Tirkiye hem li dijî rejîma Sûriyeyê hem jî li dijî Kurdan e; dizane dê dagirkirina Sûriyeyê firsendên mezin jê re çêke, lewma jî koordînasyona şer girt ser xwe. Yanî rastiya ku DYA, Îsraîl û Tirkiyeyê bi bikaranîna çeteyan êrişî Helebê kir; ji ber vê ye ku berjewendiyên wan eynî ne. Ev demeke dirêj e tê zanîn ku artêşa Sûriyeyê ku gelekî ji hal ketiye û hêza xwe ya şer ji dest daye, dê nekare bajarên xwe biparêze. Nedihat payîn ku Rûsya ku ji ber şerê Ukraynayê westiyaye, bi awayekî aktîf destekê bide Sûriyeyê. Îran jî di pozîsyoneke bi heman rengî de ye. Hêz û kapasîteya wê tune ye ku barê parastina Sûriyeyê hilgire ser xwe. Tirkiyeyê bi yekê dizanî û bi hinceta ku daxwaza Erdogan a diyalogê gelek caran ji aliyê Esad ve hatiye paşguhkirin û ‘li ser sozên li Astanayê dane ranwestane’ Tirkiyeyê li gorî xwe rengekî rewa û fermî ji bo êrişa çeteyan peyda kir. Heta di platformên cuda yên navneteweyî de digotin dibe ku tevliheviyeke bi vî rengî ya navxweyî rû bide û zemîna şer amade dikirin. Jixwe di daxuyaniyên fermî yên piştî êrişa li Helebê de jî gotin “Me berê jî pêşbîn dikir ku rewşeke bi vî rengî rû bide û me hişyariyên pêwîst dan aliyên pêwendîdar.” Ya rast, hewl didin xwe mafdar derxin, ji ber ku dizanîn encamên amadekariyên wan dê çi bin. Îcar bi ser de jî dibêjin “Binêre, ma me negotibû dê ev bibe?” û tinazên xwe bi aqilê mirovan dikin.
Armanca sereke ya operasyonê hilweşandina rejîmê ye. Heke ev jî pêk neyê, li derdora Laziqiyeyê were sînordarkirin û bi vî awayî bi peymaneke pê bidin qebûlkirin. Armanca wê ya duyemîn jî derxistina hêzên Îranê ji Sûriyeyê ye. Bi vî rengî ‘korîdora şîeyan’ ji holê radibe. Armanca sêyemîn jî; Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi hinceta ‘PKK-YPG’ê bê bandor bike û bi dagirkirina xeta sînor heta 30 km’yan û wê deverê bi Tirkiyeyê ve girê bide. Sûriyeyeke bêyî Esad an jî cihê gelekî qels, dê bibe paşbaxçeyê Tirkiyeyê. Eynî mîna ya li Başûrê Kurdistanê bi rêya PDK’ê ava kiriye, dê bi rêya çeteyan serdestiya xwe ya li Sûriyeyê jî ava bike. Qonaxa çaran a operasyonê jî dê ev be; dabeşkirina Sûriyeyê li ser pergaleke federatîf a parçeyî û bipirsgirêk a wekî ya li Iraqê û pê re jî Sûriyeyê parçe bike. Tevî ku qala yekparebûna xaka Sûriyeyê hat kirin jî, dê di navbera gelan de dîwaran lê bikin û Sûriyeyê bikin gelek parçe.
Bala her kesî li ser Helebê bû û çeteyên dewleta Tirk jî ji van pêşketinan sûd wergirt û bajarokê Til Rifatê dagir kir. Şêniyên Efrînê yên bi darê zorê hatine koçberkirin, vê carê li Şehbayê rastî metirsiyê hatin. Wezîfeya sereke a Rêveberiya Xweser, QSD û saziyên din ên pêwendîdar; bêyî zirarê bide wan, valakirina gelê sivîl ê li herêma şer e. Veguhastina gel di demsala sar de û li hember êrişên çeteyan têra xwe amade nebûyîn, pirsgirêkên mezin bi xwe re çêkirin.
Dewleta Tirk şer koordîne kir, bi seferberkirina hêzên Heyet Tehrîr El Şam û çeteyên bi navê qaşo Artêşa Azad a Sûriyeyê, di heman demê de bi êrişa li dijî Heleb û Til Rifatê re xwest operasyona dagirkeriyê berfireh bike. Tê dîtin ku hedefa pêla duyemîn a êrişên HTŞ’ê Hûmûs û Hama ne, lê yên çeteyên din Minbic û Tebqa ne. Dîsa xuya ye dewleta Tirk dixwaze bi tesfiyekirina rejîma Esad û şoreşa Rojava re, Sûriyeyê bi temamî dagir bike.
Ji bo guhertina muhtemel a nexşeyê jî, ew guherandina nifûsê paqijiya etnîk dike. Bi vê armancê jî dixwazin Kurdên li Helebê (Eşrefiye û Şêxmeqsûd) ji cih û warên wan bikin. Bi vî rengî dê Helebê ji Kurdan vala bikin. Heke HTŞ bikeve Hûmis û Hamayê û bigihêje Şamê, dê heman tişt bê serê Kurdên li Şamê jî. Planeke pir qirêji heye. Piştî ku bi hêza çeteyan ev plan bi cih hat ji, dê dor were tesfiyekirina wan. Sûriye dê ber bi pêvajoyeke kaotîk ve were dehfdan.
Tirkiyeyê hevkarên xwe yên Astanayê Rûsya û Îran ji baş bi kar anîn. Cih ji çeteyan re vekir, ewlekarî ji wan re peyda kir û piştre veguherandin hêzeke êrişkar. Gihaşt vê qonaxa ku DAIŞ û bermahiyên wê bike hevkarên hikumeta li Sûriyeyê. Rayedarên Tirk jixwe di bin simbêlê xwe de dikenin, li alaya ku li keleha Helebê daliqandine dinihêrin û serkeftinê(!) pîroz dikin. Sûriyeyê di destê xwe de dibînin.
Lê dê ne hêsan be ku ev tev bigihêjin vê astê. Hê jê re pir maye. Gotina dawîn hê li Sûriyeyê nehatiye gotin. Vîna gelan bêguman dê xwe nîşan bide. Kurd dê destketiyên xwe ew çend bi erzanî ji dest nedin û dê tu carî xwe ji têkoşîna ji bo jiyaneke rewa, mafdar û birûmet nedin alî.