*Dayikên Aştiyê ciwan li Elîgor bi gul û çîçekan pêşwazî kirin. Dayikan hêz da ciwanan û ciwanan hêz da dayikan.
*Endama Meclisa Dayikên Aştiyê Edalet Çay wê kêliya ku hev hembêz kirin bi gotina ‘Me ew bi gulan, wan em bi kelecanê hembêz kir. Hestên wê kêliyê bi gotinan nayê ziman’ vegot.
*Her yek ji derekê hatin. Hemû dil bûn yek. Bi coş û peroş ji bo armancekê gihiştin hev. Yên zimanê wan cuda bûn jî armanc û dilê wan yek bû. Rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi hezaran welatî li navçeya Xalfetiyê bi dîlan û govendê gihandin hev.
Ku fikr yek be, dil jî yek e…
Ne tenê ciwan meşiyan Amarayê. Wê rojê jin, ciwan, dayik, kal û pîr, kurd, tirk û biyanî berê hemû kesan li Amarayê bûn. Hemû bi hevre di pêşbirga meşê de bûn. Hin caran dayik li pêş bûn. Hin caran ciwan li pêş bûn. Temenê wan cuda, zimanê wan cuda, lê ruh û fikra wan yek bû. Coş, peroş û kelecana wan yek bû.
Ciwanan ji Amedê berê xwe dan Rihayê. Dayikên Rihayê jî ji Pirsûsê berê xwe dan Ciwanan. Dayik di di 2ê Nîsanê de li Elîgor li heviya ciwanan rawestiyan û ew bi gul û çîçekan pêşwazî kirin. Yek ji wan dayikan, Endama Meclisa Aştiyê Edalet Çay e. Edalet Çay gelek caran çû Amarayê. Lê 10 salên dawî ji ber qedeyan nekarîbû biçe Amarayê. Piştî 10 salan li gel ciwanan berê xwe da Amarayê. Edalet Çay ku piştî 10 salan tev li refê ciwanan bû û berê xwe da Xalfetiyê dibêje “Ferqa îsal û ferqa salên berê pir pir zêde ye.” Kelecana xwe tîne ziman û hestê xwe wiha bilêv dike: “Îsal pir pir xweş bû. 10 sal in em nikaribûn biçin Amara. Qedexe hebûn Îsal dayikên Botanê û gelek bajaran hatibûn. Hemû dayik li ser piyan bûn. Piştî banga Serok hemû dayikan berê xwe da Amarayê. Banga Serok em pir kêfxweş kirin. Jin dayik, ciwan tev li banga Serok xwedî derketin.”
Meşa Amarayê dayik gîhandin hev
Edalet Çay bi gotina “Meşa îsal pir cuda bû. Heta niha tiştekî wisa bi coş û xweş çênebûbû.” Cudahiya meşê tîne ziman û wiha hestên xwe parve dike: “Jin, dayik, ciwan pir bi kelecan û germ bûn. Em ji Pirsûsê heta cihê ku 33 ciwan lê hatin kuştin meşiyan. Em dayik li pêşiya ciwanan meşiyan. Ciwanan li cihê ku 33 ciwan lê hatin kuştin kom bûn û daxuyanî dan. 33 ciwan bibîr anîn û soza têkoşînê dan 33 stêrkan. Dayik ji gelek bajaran hatin. Me gelekan berê hev nas dikir. Lê me zûde hev nedîtibû. Piştî çend salan em bi xêra Meşa Amarayê dîsa gihiştin hev. Meşa Amara em dayik gihandin hev. Em dayik hatin cem hev germahiyek pir xweş ava kir. Hestek pir pir xweş bû nayê gotin. Eger mirov hev nas neke jî dema fikr û ruhê mirov yek be, wekî mirov berê hev nas bike. Me ji dil û can hev hembêz kir. Me ji dil û can hev bêhn kir.”
Dayikan ciwan bi gulan pêşwazî kir
Ciwan ji Amedê meşiyan hatin Sêwêregê. Ji Sêwêregê hatin Curnê Reş û ji wir hatin gundê Elîgor. Endamên Meclisa Dayikên Aştiyê jî cwian li Elîgor bi gul û çîçekan pêşwazî kirin. Dayikan ciwan dil û can hembêz kirin. Edalet Çay vê kêliya ku ciwan û dayikan hev hembêz kir bi gotina “Mirov çiqas bêje nikare bîne ziman. Me ew hembêz kir. Pir pir kêfa wan hat. Me hêz da wan û wan hêz da me. Wekî ku roj li mirov hilê. Em ji Elîgor ketin rê û me berê xwe da Xalfetiyê” vedibêje.
Dil û ramanê yek bû
Ji xeynî endamên Meclisa Ciwanên DEM Partiyê, ciwanên enternasyonalîst jî tev li meşê bûn. Ji welatê Ewropa û dervê welat hatin û tev li meşê bûn. Dayikan û ciwanên enternasyonalîst ji zimanên hev fam nedikirin. Lê çavê wan û kenê wan bûbû tercûmanê ramanê wan. Dayika Aştiyê Edalet Çay diyaloga di nava xwe û ciwanan de wiha tîne ziman: “Zimane me cuda bû. Lê kenê me û dilê me yek bû. Me hev hembêz kir. lê me hev fam nedikir. Dilê me yek bû, lê zimanê me ne yek bû. Ku dilê mirov yek be, pêwist nake ziman yek e. Fikra me, dilê me, ruhê me yek e. Lê ziman cuda ye. Ku dil raman yek be, hewce nake ziman yek be.”
Ken ji ruyê wan dibariya
Ji çav û ruyê wan ken û hevî dibariya. Kenê wan ruhê wan geş dikir. Li aliyekî ken li aliyê din dîlan ji qadê kêm nebû. Ji ber coş û kelecanê hîs nekirin ku çawa gihiştin Xalftiyê.
Dayik û ciwanan milên xwe xistin hev û berê xwe dan Xalfetiyê. Dema gihiştin Xalfetiyê jin, dayik ciwan pir bi kelecanî hev hembêz kirin û ketin govendê. Li wir dayikan dixwest li pêş ciwanan bimeşin. Lê ciwanan jî dixwest li pêş dayikan bimeşin. Ji bo bigêjin Xalfetiyê ketibûn pêşbirgê. Dayikan digotin “Em çawa bigêjin cihê Serok.” Adalet Çay dema digêje Xalfetiyê hest û kelecana wê digêje lûtkeyê. Dema vê lûtkeya hestên xwe tîne ziman dîsa lekecanî dibe û dibêj: “Me digot hûn ciwan in. Lê em jî ciwan in. Ji çavê wan, ruyê wan û dilê wan ken û hevî dibariya. Wekî stêrk û rojê diçirûsin. Ken û ronahî ji ruyê wan dibariya. Li aliyekî ken, li aliyekî dîlan, li aliyekî tilîlî li aliyê din kêf hebû. Me tevan milê xwe xistibû hev û me xwest em bi hevre bigêjin Xalfetiyê. Me hîs nekir em çaw çûn wir. Min û Dayia Ferîde Polat milê xwe xistibûn hev û em dimeşiyan.”
Li Xalfetiyê govend û dîlan bû
Di 3ê Nîsanê de li Xalfetiyê govend û dîlan bû. Bi hezaran bi yek dengî digotin “Bê serok jiyan nabe.” Germahî û kelecana wan dîlana wan geş dikir. Wê rojê kenê wan, dilê wan di govendê de bûbû yek. Hest û ruhê wan, kenê wan bûbû yek.
Hemû derî vekirî bûn
Bi hezaran welatî ji bo 4ê Nîsanê roja Rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pîroz bikin li Xalfetiyê kom bûn. Şeva xwe li Xalfetiyê derbas kirin. Navçeya Xalfetiyê navçeyek biçûk e, lê dilê şêniyê wê mezin e. Tev mêvanperwer û welatparêz in. Wê rojê bi hezaran welatî mêvanê wan bûn. Loma wê şevê deriyê hemûyan vekirî bû. Tev li benda mêvanên xwe bûn. Edalet Çay jî wê şevê li gel hezaran kesan dibe mêvanê Xalfetiyê. Edalet Çay mêvantiya xwe ya li Xalfetiyê bi van gotinan vedibêje: “Em şeva 3ê Nîsanê li navçeya Xalfetiyê bûn mêvan. Bi hezaran welatî li Xalfetiyê bûn mêvan. Hemû şêniyên Xalfetiyê heta dawî deriyên xwe li me vekiribûn. Wê şevê hemû derî vekirû bûn. Mala ku em lê nêzî 30 mirov lê bû. Kef û eşq pir zêde bû. Roja 4ê Nîsanê her kesî berê xwe dan Amara û meşiyan.”
Divê em bêtir xwe bi rêxistin bikin
Edalet Çay li ser wateya 4ê Nîsanê fikrê xwe wiha tîne ziman: “4ê Nîsanê Roja Rojbûna Rêber Abdullah Ocalan ji bo me cejn e. Wekî Roj li me hilê. Ez û hevjînê xwe tenê li mal in. Em bi hevre çûn. Me deriyê xwe girt û em çûn. Heta dawî em ê li şopa serokê xwe nin. Banga min ji siyasetmedarê gelê kurd û ciwanan ew e ku bêtir xwe bi rêxistin bikin. Divê hemû kar û xebatên xwe baş bikin û li malên xwe rûnenê. Divê em bêtir xwe bi rêxistin û xurt bikin.