Amed – Serokê Şaxa Egîtîm Senê yê Hejmara 1emîn a Amedê Farûk Ercan ji bo ku astengiyên li ser Kurdî bên rakirin xwest qanûna bingehîn bê guhertin û da zanîn ku heta zimanê Kurdî bibe zimanê perwerdehiyê dê xebatên xwe bidomînin.
Şaxên Sendîkaya Kedkarên Zanîst û Perwerdehiyê (Egîtîm Sen) yên Amedê bi serenavê “Di perwerdehiya bi zimanê zikmakî de ber bi çareseriyê ve: Derfetên Heyî, Astengî, Pêşniyazî” li Çand Amedê (Navenda Kongreyê ya Şaredariya Bajarê Mezin) ya li navçeya Yenîşehîr a Amedê komxebatek li dar xist. Komxebat di 12 û 13ê Nîsanê de pêk hat. Gelek endam û rêveberên saziyên civakî, partiyên siyasî û rewşenbîr tev li komxebatê bûn. Serokê Şaxa Sendîkaya Kedkarên Zanîst û Perwerdehiyê ya Amedê (Egîtîm Sen) Farûk Ercan tekildarî armanca komxebatê ji Ajansa me ya Welat (AW) re axivî.
‘Ji bo ferasetek çêbibe me ev komxebat li dar xist’
Farûk Ercan da zanîn ku ji ber demekî dirêj bû komxebateke bi vî rengî nehatibû lidarxistin xwestin vê komxebatê li dar bixin û wiha got: “Me dixwest di 21ê Sibatê de komxebatê pêk binîn lê plansaziya beşdarvanên ku divê ji derweyî welat û bajêr hatibûna pêk nehat. Armanca me ya vê komxebatê ew bû ku têkildarî zimanê kurdî hişmendiyêk çêbibe. Ez hêvîdarim ku ev komxebat gihişt armanca xwe, axivêr û beşdarvanan komxebat nirxandin û pêşniyarên xwe gotin. Hişyariyêk çêbû, me ev yek di gotinên hevalên me yên tev li komxebatê bûn de jî vê dît. Êdî xebatên me dê bidomin.”
‘Em dixwazin zarok bi zimanê xwe perwerdehiyê bibînin’
Farûk Ercan, anî ziman ku xebatên ên ser kurdî bi salan e didomin û wiha domand: “Ev xebata zimanê Kurdî rojekê xilas nabe, bi dehan salan e xebatên me yên li ser ziman hene. Lê hêj jî rêya me gelek heye. Ji ber ku zimanê Kurdî ne bûye zimanê perwerdehiyê. Em dixwazin ji niha û şunde zarok bi zimanê dayîka xwe perwerdeyê bibînin. Xebatên me dê her dem bidomin. Divê di nava Egîtîm-Senê de komîsyon bên avakirin û xebatên li ser ziman roj bi roj berfireh bibin û bidomin.”
‘Em dixwazin qanûna bingehîn bên guhertin’
Farûk Ercan axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir: “Em qursên Kurdî didin zarokan lê mixabin ev tişt têra zarokan nake. Di sala 2014an de Dibistanên Azad hatibûn vekirin. Ev ji bo zarokan gelek giring bûn. Em dixwazin qanûna bingehîn bê guhertin û astengiyên li ser zimanê Kurdî rabin. Wê demê em dikarin zedetir dibistanên xwe vekin û peywira xwe bi cih bînin. Kesên ku hezkiriyên ziman in, dixwazin zimanê kurdi bibe zimanê perwerdehiyê û hemû sazî, komele û partiyên sîyasî divê ji îro pêde bibin yek û ji bo zimanê kurdî plansaziyekê çêbikin. Ji ber ku zimanê kurdî hebûna me ye, rûmeta me ye. Lê ne tenê em xwedî derkevin, divê hemû Kurd çi mamoste, sazî, niviskar û rewşenbîr be bi hev re planekê çêbikin ku di pêşerojê de em bikarin ji bin vî karî derkevin.”