Welatê ku siyaseta demokratîk lê hebe, divê mirov ji ber fikr û nirxandinên xwe neyên girtin. Eger li welatekî girtiyên siyasî hebin, ev nîşan dide ku li wî welatî demokrasî tune. Yek ji eyneya demokrasiyê rewşa girtîgehan e. Nîşana gavavêtinê jî berdana girtiyên siyasî ye.
Dema em li Tirkiyeyê dinêrin bi deh hezaran girtiyên siyasî hene. Nêzî 2 hezar girtiyên nexweş hene. Di vê pêvajoya ku aştî û çareseriya demokratîk tê niqaşkirin de, divê rewşa girtiyên nexweş û girtiyên siyasî rojeva sereke be.
Dewleta Tirk, bi girtîgeh û girtiyên nexweş di rojevê de ye. Her roj li ser girtiyên nexweş ajans nûçeyan derbas dikin. Li gorî daneyan zêdetirî Hezar û 500 girtiyên nexweş hene. Girtiyên nexweş li gel raporan û banga saziyên mafên mirovan jî nayên berdan. Herî dawî rewşa girtiyê nexweş Mehmet Emîn Çam ê 73 salî, Devrîm Ayik, Ciwan Boltan, Resûl Kocaturk, Mehmet Salîh Fîlîz û Emre Erdem ketin rojevê.
Komîsyonên Girtîgehan yên Şaxên ÎHDê yên Stenbol, Îzmir û Enqereyê her hefte bi boneya balê bikişînin ser rewşa girtiyên nexweş daxuyaniyan didin. Her hefteyê balê dikişînin ser rewşa çend girtiyên nexweş. Di raporan de jî tê dîtin ku rewşa girtiyan gelek nexweş e. Li gel nexweşiya girtiyan û temenê girtiyan ên mezin jî girtî nayên berdan.
Saziyên malbatên girtiyan û malbatên girtiyan destnîşan dikin ku ji bo ev pêvajoya aştiyê pêş bikeve, divê berî her tiştî girtiyên nexweş bên berdan. Niha bi deh hezaran girtiyên siyasî ku ji ber fikrên xwe hatine girtin hene. Li tu welatên Ewropayê mirov ji ber fikrên xwe nayên girtin. Lê li Tirkiyeyê bi deh hezaran mirov ji ber tev li siyasetê bûne û fikrên xwe parve kirine girtî ne. Bi sedan girtiyên ku 30 sal in girtî ne nayên berdan. Bi sedan girtiyên ku cezayên wan qediya ne jî nayên berdan. Ruxmê ku cezayê wan qediya ne jî, li gorî keyfiyeta Rêveberiya Girtîgehê cezayê dîsîplînê li wan tên birîn û her carê 3 meh yan jî 6 meh cezayê wan tê zêdekirin. Sedema vê yekê jî ji ber ku poşman nebûne ye.
Dadgeheke fîîlî li girtîgehan hatiye avakirin û dadgehên esasî êdî tu rol û ristên wan nemane. Ruxmê biryara dadgehên fermî jî girtî nayên berdan. Li ser daxwaza rêveberiya girtîgehê bi sedan girtî dîl tên girtin.
Ji 1ê cotmeha 2024an heta niha pêvajoya aştî û çareseriyê tê niqaşkirin. Pêvajoya aştiya navxweyî tê niqaşkirin. Di serî de parêzvanên mafên mirovan û hiqûqnas destnîşan dikin ku ji bo aştî pêş bikeve divê berî her tiştî hikûmet û dewlet gava yekemîn girtiyên siyasî tevan serbesd berdin. Divê tecrîd bi dawî bibe û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji mafê hêviyê sûdê bigire. Lê tevî hemû daxwazên saziyên civakî û demokratîk û parêzvanên mafên miroavan jî bi taybet girtiyên nexweş û bi giştî girtiyên siyasî nayên berdan.
Ji bo gel bawriya xwe bi hikûmetê bîne divê hikûmet hin gavên şênber ku mafê gelê kurd diparêze bavêje. Yek ji van gavan berdana girtiyên nexweş û girtiyên siyasî ye. Bi taybetî gel û nûnerên saziyên civakî destnîşan dikin ku nîşana gava yekemîn azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e. Gava duyemîn jî divê mafê perwerdehiya zimanê kurdî, mafê parastina çandê û mafê hemû nasnameyên kêmaran ku li Tirkiyeyê dijîn bi zagonan bê parastin û mîsogerkirin.