Stenbol – Hevserokê TOHAVê Xemgîn Gurucu diyar kir ku ji bo mafê hêviyê bicih were ew ê xebatên xwe bidomînin û got: “Em dixwazin bi tevî saziyên hiqûqê ve ji bo bicihanîna mafê hêviyê serdana Wezareta Dadê bikin û raporek bidin wan.”
Bi pêşengiya Weqfa Lêkolînên Civakî û Hiqûqê (TOHAV) 46 rêxistinên hiqûqê, mafên mirovan û sivîl bi daxuyaniyek hevpar daxuyanî dan û xwestin “mafê hêviyê” yê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were bicihanîn. Saziyan di daxuyaniyê de destnîşan kir ku ji bo bicihanîna “mafê hêviyê” dê xebatên xwe bidomînin. Hevserokê TOHAVê Xemgîn Yusuf Gurucu derbarê xebatên bi rê ve dibin de ji Ajansa Welat (AW) re axivî.
‘Îdamê rakirin, qanûna cezayê heta hetayê xistin dewrê’
Xemgîn Yusuf Gurucu anî ziman ku cara yekem bi beşdariya ewqas saziyan ji bo bicihanîn mafê hêviyê daxuyaniyek hatiye dayîn û wiha got: “Bi beşdariya 46 saziyên Tirkiyeyê û Kurdistanê û baroyan me li ser mafê hêviyê daxuyaniyek girîng da. Ji bo mafê hêviyê were bicihanîn me xebatek bi vî rengî da destpêkirin. Li Tirkiyeyê 25 sal in cezayê îdamê ji qanûnan hat rakirin. Ji ber ku Tirkiye beşdarî Konseya Ewropayê û hevpeymana mafê mirovan a Ewropa bû ew xal hat rakirin. Dema ew qanûn hat rakirin li Meclisa Tirkiyeyê biryara cezayê heta mirinê li qanûnan hat zêdekirin. Bi vî awayî cezayê mirinê bi awayekî cuda berdewam kir. Dîsa girtî heta mirinê di zindanê de dimînin. Mafê hêviyê yê derketina derve nayê dayîn.”
‘Tirkiye 11 sal in mafê hêviyê pêk neaniye’
Xemgîn Yusuf Gurucu bi lêv kir ku di sala 2014an de mafê hêviyê ji aliyê Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropan (DMME) ve hatiye qebûlkirin û axaftina wiha domand: “Di sala 2014an de mafê hêviyê hat rojeva DMMEyê. Tirkiye jî yek ji endamê vê peymanê û dadgehê ye. Di serî de biryara ji bo Abdullah Ocalan piştre jî biryara girtiyên din hat dayîn. Bi van biryaran hat diyarkirin ku nabe girtiyek heta heta ango heta mirinê di zindanê de be. Heke mafê hêviyê neyê nasîn binpêkirina rûmeta mirovan e. Her çiqas biryara rakirina qanûna îdamê hatibe rakirin jî lê bi biryara cezayê heta hetayê, biryara mirinê didin girtiyan. Ji her kesî re divê mafê hêviyê were bicihanîn û girtî bên berdan. Divê ev maf jî bi awayekî eşkere bidin mirovan. Yanî ew komîsyonên vî mafî didin jî divê komîsyonên şefaf û objektîf bin. Yanî ne alîgir bin. Lê Tirkiyeyê ev 11 sal in ev biryar bicih neaniye. Hê jî biryara Abdullah Ocalan û 3 girtiyên din di Komîteya Konseya Ewropayê de ye û tê şopandin. Sal bi sal jî raporê didin Tirkiyeyê û dibêjin hûn mecbûr in mafê hêviyê pêk bînê, lê Tirkiye bi tu awayî mafê hêviyê pêk nayîne.”
‘Mafê heviyê nabe bazara pêvajoyê’
Xemgîn Yusuf Gurucu destnîşan kir ku mafê hêviyê cara yekem li Tirkiyeyê bûye rojeva siyasetê û divê ew firsend baş bê bikaranîn. Xemgîn Yusuf Gurucu diyar kir ku mafê hêviyê nabe ku bibe bazara pêvajoyê û wiha ev yek anîn ziman: “Niha jî derfetek derketiye ji bo hemû kesan ku dikarin êdî van biryaran bi cih bînin û mafê hêviyê bicih bînin. Di meha Cotmehê de mafê hêviyê hat rojevê. Cara yekem bû ku li Tirkiyeyê her kes bi mafê hêviyê û tecrîdê hesiya. Mafê hêviyê ne tenê ji bo birêz Abdullah Ocalan herî kêm 5 hezar girtiyan eleqedar dike. Ev maf ne mafekî wisa ye ku bibe meseleya bazariyê. Kesên ku di peymana mafê mirovan de cih girtin e mecbûr in mafê hêviyê bicih bînin. Ev mesele pergala edaletê eleqedar dike. Mecbûr in qanûnan derxînin û mafê hêviyê bi cih bînin. Lê bi cih nayînin. Heke ev maf were bicihanîn dê Tirkiye ber bi demokrasiyê û aştiyê ve biçe. Hewceye dewlet, siyasetmedar û hemû kes di vê mijarê de hişyar be. Hiqûq û aştî bi hev ve girêdayî ne. Heke ev maf pêk neyê aştî jî nabe. Heke dewlet samîmî be wê mafê hêviyê pêk bîne.”
Xebatên ji bo bicihanîna mafê hêviyê
Xemgîn Yusuf Gurucu da zanîn ku bi saziyên beşdarî daxuyaniyê bûn e re ew plansazî û pêşniyarkirina qanûna bicihanîna mafê hêviyê dikin û divê ev yek li Wezareta Dadê û Meclisê bên axaftin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Saziyên ku daxuyaniya mafê hêviyê dan, dixwazin ku ji bo birêz Ocalan û girtiyên din mafê hêviyê li Tirkiyeyê pêk were. Em jî weke sazî ji bo her civîna Konseya Ewropayê ji wan re rapor dişînin. Herî dawî jî di sala 2024an de me raporek şand. Ji niha şûn vê jî em ê weke sazî li gel raporên komîteyê bin. Wezîrê Dadê bi şandeya DEM Partiyê re hevdîtinek kir. Di bernameya me de heye ku em wek saziyên mafên mirovan û hiqûqê raporek pêşniyaran ji Wezareta Dadê û Meclisê re bişînin da ku mafê hêviyê bicih bînin. Xebatên me li ser mafê hêviyê berdewam dikin. Em dixwazin bi Wezareta Dadê û Meclis re hevdîtinê bikin.”