Amed – Hevserokê Komeleya Mafên Mirovan a Şaxa Êlihê Ahmet Şîray anî ziman ku her roja ku derbas dibe ji bo girtiyên nexweş metirsî zêdetir dibe.
Piştî “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêvajoyek nû dest pê kir, awir zivirîne ser rewşa girtiyên nexweş û berdana wan. Lê tevî hemû daxuyanî, serlêdan û bangan jî hê jî ji bo girtiyên nexweş gavek nehatiye avêtin. Şandeya DEM Partiyê ku ji Serokwekîlên Komê Gulistan Kiliç Koçyîgît û Sezaî Temellî, Cîgirê Hevserokatiya Giştî û Hevberdevkê Komîsyona Mafê Mirovan Ozturk Turkdogan pêk dihat bi Wezîrê Dadê Yilmaz Tunç re hevdîtin pêk anî. Hat zanîn ku di hevdîtina Şandeya DEM Partiyê û Wezîrê Dadê de li ser rewşa girtiyên nexweş jî axaftin û pêşniyarî hatine kirin.
Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) duh raporek nû ya hejmara girtiyên nexweş bi raya giştî re eşkere kir. Di raporê de hat diyarkirin ku 335 jê giran 161 jin, 1251 kes mêr bi tevahî 1412 girtiyên nexweş hene.
Hevserokê ÎHDê ya Şaxa Êlihê Ahmet Şîray têkildarî rewşa girtiyên ji Ajansa Welat (AW) re axivî.
‘Divê rewşa girtiyên nexweş bikeve rojevê û were çareserkirin’
Ahmet Şîray diyar kir ku berî ku ew behsa girtiyên nexweş bikin divê behsa girtîgehan bê kirin û wiha got: “Îro cihê ku herî zêde mafê mirovan lê tê binpêkirin, girtîgeh in. Şert û mercên girtiyan di rewşek dijwar de ye. Li gelek girtîgehan girtiyên nexweş hene. Li gorî daneyên di destê komeleya me de 1412 girtiyên nexweş hene. Ji wan 335 kes rewşa wan gelek giran e. Bi tena serê xwe nikarin bijîn. Ji bo ev pêvajo encam bigire di serî de divê rewşa girtiyên nexweş bikeve rojevê û rewşa wan were çareserkirin. Ji ber ku girtiyên nexweş di girtîgehan de nikarin hewcedariyên xwe pêk bînin. Divê ev girtiyên nexweş bi awayek lez û bez li derve bi awayek baş werin dermankirin. Li girtîgehan tedawî nabe. Daxwaza me ew e ku girtiyên nexweş bên berdan. Girtiyan sewqî nexweşxaneyan dikin li vir rapor didin wan û bijîşk dibêjin ‘bi tena serê xwe nikarin di girtîgehan de bijîn’. Girtiyan dişînin Saziya Tiba Edlî (ATK). Lê bi piranî ATK dibêje ku girtî dikarin di girtîgehan de bimînin. Dozgerî jî li gorî raporên ATKê biryaran dide. Îro serokkomar jî dikare biryar bide ku girtiyên nexweş werin berdan. Em jî dibêjin pêvajo heye divê serokkomar ji bo girtiyên nexweş bikeve dewrê û berpirsiyariya xwe bicih bîn e.”
‘Divê Wezareta Dadê dest bi xebatan bike’
Ahmet Şîray da zanîn ku divê Wezareta Dadê tavilê ji bo girtiyên nexweş dest bi xebatan bike û qanûnek nû derxe û got: “Divê ji bo berdana girtiyên nexweş zemînek were çêkirin da ku bên berdan. Beriya her tiştî divê 335 girtiyên rewşa wan giran bên berdan. Ev girtî nikarin jiyana xwe di girtîgehan de bidomînin. ÎHDê di komxwebata girtîgehan de eşkere kir ku di sala 2024an de li girtîgehan 11 girtiyan jiyana xwe dest daye.”