Di qedexeyên derketina derve yên Silopiya de zarok û pîr jî di nav de 28 kes hatibûn qetilkirin. Yek ji van welatiyan jî Mele Hesen ê 75 salî bû. Hevjîna wî Ayşe Sanir ku 13 rojan nekaribû xwe bigihînê cenazeyê hevjînê xwe got ku ew ê wan rojan qet ji bîr nekin û xwest kujer bên cezakirin.
Li navçeyên Silopiya û Cizîrê yên Şirnexê di 14ê Kanûna 2015an de qedexeya derketina derve hatibûn ragihandin. Li navçeya Cizîrê 79 rojan li navçeya Silopiyayê jî 37 rojan qedexeyan dom kir. Welatiyên her du navçeyan jî tevî êriş û kuştinan jî taxên xwe bernedan û li ber xwe dan. Di 79 rojên qedexeyên derketina derve ya Cizîrê de zarok û pîr jî di nav de 288 kes hatin qetilkirin. Li Silopiyayê jî di 37 rojên qedexeyan de zarok û pîr jî di nav de 28 kes hatin qetilkirin. Di ser qedexeyên derketina derve re 9 sal derbas bûn. Tevî ku gelek doz der barê kujeran de hatibûn vêkirin jî encam jê derneket û kujer nehatin cezakirin.
Beriya qedexeya derketina derve 13 kes hatin qetilkirin
Li Silopya beriya qedexeyên derketina derve werin ragihandin di 7ê Tebaxa 2015an de dorpêçkirin hatin destpêkirin û di van dorpêçkirinan de jî Ferhat Kartal, Nasîp Yeşîl (18), Kadrî Sencer (19), Fatma Yîgît, Mustafa Aşlig (16), Latîfe Tutuk (23), Kamuran Bîlîn (27), Mehmet Hidir Tanboga (15), Hamdî Ulaş (58), Mutalîp Pûsat (28), Halîl Can (22), Alî Oduk (20) û Fatma Ay (55) jiyana xwe ji dest dan.
Li Silopiyayê 28 kes hatin kuştin
Di qedexeyên derketina derve de Taybet Înana ku cenazeyê wê 7 rojan li kolanê ma jî di nav de 28 kes hatin qetilkirin. Navên kesên di qedexeya derketina derve ya Silopya de jiyana xwe ji dest dan wiha ne: Siyasetmedarên kurd Sêvê Demîr, Pakîze Nayir û Fatma Uyar, Yusuf Înan (40), Yusuf Yagci (25), Omer Masul (65), Omer Yalman (45), Îsmaîl Yevşan (55), Necatî Oden (18), Seyfettîn Sîdar (30), Salîh Erener (Dengbêj Salihê Şirnexî) (75), Omer Sayan (70), Ayşe Buruntekîn (40), Suleyman Çoban (70), Şiyar Ozbek (25), Îbrahîm Bîlgîn (18), Reşît Eren (17), Axîn Kanat (16), Yusuf Aybî (80), Huseyîn Guzel (70), Narînç Kizil (52), Aydin Mete (16), Hasan Yagmur (42), Îslam Atak (20), Şîrîn Altay (43), Hasan Sanir (75) û Mehmet Mete Kutluk (11).
Qedexeya derketina derve ya 5ê Nîsanê
Di qedexeya derketina derve ya 5ê Nîsana 2016an de ku hat ragihandin jî 19 rojan dewam kir. Di vê qedexeyê de jî Îsa Tonguç, Ahmet Tonguç, Muhyettîn Tonguç, Saadettîn Tonguç, Behiye Erener (45), Zulfiye Şalk (70), Esra Şalk (2) û Rahîme Sanir (14) jiyana xwe ji dest dan.
Melê Hesen ê 75 salî hat qetilkirin
Qedexeya derketina derve ya Silopiyayê ku 37 rojan dewam kir bû sedema êşên mezin. Şopê guleyên wê rojê hê li ser xaniyan hene. Her welatiyekî ku di wan qedexeyên derketina derve de hatin qetilkirin êş û çîrokek li dû xwe hişt. Yek jî welatiyên hat qetilkirin Hasan Sanir (Melê Hesen) bû. Mele Hesen 75 salî bû û di nava civakê de jî merivekî qedir bilind bû. Dema qedexeya derketina derva hat ragihandin û Silopiya di nava dorpêçê de bû ew jî di hundirê xaniyê xwe de hat qetilkirin. Cenazeyê wî 13 rojan ji cihê bûyerê nayê girtin û malbata wî ji ber pevçûnan neçar dimîne malê terk bike û cenaze li wir tê hiştin. Dosyeya doza Melê Hesen jî wek dosyeyên welatiyên di qedexeya derketina derve de hatine qetilkirin di sala 2017an de bi “Biryara lêgerîna daîmî” hildan refê. Hevjîna Melê Hesen, Ayşe Sanir qala wan rojan kir.
’13 rojan nekaribûn cenaze bigrin’
Ayşe Sanir bi lêv kir ku piştî qedexeyên derketina derve hat ragihandin tevahî taxa wan hatiye dorpêçkirin û wiha qal kir: “Me nekaribû derkevin derve. Hatin mala me lêgerîn kirin. Ji dûr ve gule li me reşandin. 13 rojan me nekarî ji ber êrişan cenazeyê xwe bigirin. Kî derdiket gulê lê dibarandin. Ji ber êrişan em jî di bin xaniyekî de veşarî bûn. Piştî 13 rojan cenaze me rakir û bir li Şirnexê şûşt û me anî li vir veşart. Mele di nava xelkê navçeyê de pir dihat hezkirin. Her tim alîkariya cîranan dikir. Li ku cenazeyek hebûya wê biçûna eleqedar bibûna. Merivakî welatparêz bû. Ji gelê xwe, welat û doza xwe hez dikir. Me qet dilê hevdû neşikandibû. Her tim bi dil germî em bi hevdû re diaxivîn.”
‘Daxwaza me ew e edalet pêk were’
Ayşe Sanir destnîşan kir ku tevî 9 salan bi ser re derbas bûn jî kujer nehatine cezakirin û wiha got: “Kujer nehat cezakirin. Daxwaza me ew e ku edalet pêk were û kujer bên cezakirin. Em dixwazin êdî ev xwîn bisekine wekhevî û aştî were welatê me. Em wan rojan tu carî ji bîr nakin. Heta ez sax bim êşa wan rojan ji dilê min dernakeve. Dema ew roj tên bîra min ez digirîm lê ji destê min tiştek din nayê.”