Amed – Hevberdevkê Komîsyona Ziman a Şaxa OHDê ya Amedê Gulbahar Ateş tekildarî mafê hêviyê axivî û diyar kir ku biryara DMMÊ aşkere ye, lê dewlet mafê hêviyê bi awayekî keyfî binpê dike.
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 27ê Sibatê de banga “Aştî û civaka demokratîk” kir. Ev bang li Tirkiye û hemû welatên cîhanê eleqeyek mezin dît û deng veda. Hem gelê Kurd û hem jî gelek nûnerên dewletan û rêxsitinên civakî û siyasî piştgiriyek mezin dan bangê. Piştî vê bangê PKKê jî 1ê adarê de daxuyanî da û agirbest îlan kir. Nûner û rêveberên rêxistinên sivîl ên demokratîk peyamê dinirxînin û piştevaniya xwe tînin ziman. Her beşên civakê azadiya fizikî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dixwazin. Gel û saziyên civakî diyar dikin ku divê dewlet gav biavêje û mafê hêviyê pêk bê. Tevî biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) ya di 2014an de girtibûn jî Dewleta Tirk biryara DMMê ya mafê hêviyê binpê dike. Hevberdevka Komîsyona Ziman a Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) şaxa Amedê Gulbahar Ateş tekildarî mafê hêviyê ji Ajansa Welat (AW) re axivî.
‘Ku samîmî bin dê Mafê Hêviyê têxin meriyetê’
Gulbahar Ateş diyar kir ku ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd di serî de divê tecrida li Îmraliyê rabê û wiha axivî: “Di 27ê Sibatê de rêzdar Abdullah Ocalan banga Aştî û Civaka Demokratîk bi gelê Kurd û hemû gelê cîhanê re parve kir. Di ser bangê re zêdeyî du mehan derbas bû. Lê hêj deshilatdariyê gav neavêtiye. Di serî de ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd pêwîst e tecrîda li Îmraliyê rakin. Divê şertên rêzdar Abdullah Ocalan baş bikin ku karibe xebatê bike. Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) di 2014an de biryar da û xwestibû Tirkiye mafê heviyê têxe meriyetê. Li gorî biryara DMMEyê ya Mafê Heviyê divê mirovekî heta dawiya emrê xwe di girtîgehê de nemîne. Binpêkirina mafê heviyê li dijî xala 3yemîn a Peymana Mafê Mirovan ê Ewropayê ye. Di ser biryara DMMEyê re 11 sal borîn. Lê Tirkiye heta niha tu gav neavêtiye. Ev helwesta deshilatdarî helwestekî sîyasî ye. Heke desthilatdarî ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd samîmî be pêwist e ku biryara DMME bîne cîh.”
‘Bi keyfî înfaza girtiyan tolaq dikin’
Gulbahar Atêş da zanîn ku biryarên li ser girtiyên nexweş politik in û wiha dirêj kir: “Ev helwesta deshilatdariyê israra tecrîd û îzolasyonê ye. Di girtîgehan de pirsgirêkên herî mezin rewşa girtîyên nexweş e. Rewşa girtîyên nexweş pêwist e ku bi fikrên polîtîk neyên nirxandin. Girtiyên nexweş ên rewşa wan giran, bi tena serê xwe nikarin li girtigehê bijîn. Dema girtiyên nexweş dişînin nexweşxaneyan an jî ATK, sedî 90 neyînî tên bersivandin. Ev jî diyar dike ku helwestên polîtîk hîn didomin. Lijneya îdarî ji nû ve li girtîgehan girtiyan ceza dike. Ev nîşan dide ku berpirsiyariyek bêsînor a cezakirinê daye rêveberiya girtigehan. Ev li dijî zagon û peymanê navneteweyî ya Tirkiye alîgire ye. Mînak; Girtîyek hebû. 30 salên xwe xelas kir, lê bi hinceta “Me tu baş nas nekiriye” înfaza wî 6 meh dirêj kirin. Ev jî dide xuyakirin ku biryarên lijneya îdarî hemû keyfî û polîtîk in.”
‘Mafê hêvîyê bi keyfî binpê dikin’
Gulbahar Atêş bibîr xist ku ji aliyê dewletê ve tu gav nehatiyê avêtin û wiha berdewam kir: “Bi awayekî keyfî mafê hêvîyê binpê dikin. Piştî bangawaziya rêzdar Abdullah Ocalan tu gav nehatiye avêtin. Bi tena serê xwe biryara DMME bînin cih ji bo mafê hêvîyê bes e.”
‘Heta mafê hêvîyê dê têkoşîn bidome’
Gulbahar Atêş diyar kir ku ji bo mafê hêviyê pêk bê serlêdana wan dê bidome û wiha bi dawî kir: “Em wek saziyên hiqûqî û saziyên ku li ser mafên mirova dixebitin ji bo ku mafê hêvîyê bê parastin û biryara DMME bînin cîh serlêdanên xwe dikin û bi raya giştî re parve dikin. Di demek nêz de jî bi tevlîbûna 46 saziyan me helwesta xwe bi daxuyaniyek diyar kir û dîsa bi raya giştî re parve kir. Heta ku mafê hêvîyê pêk bê dê têkoşîna me bidome.”