Amed – Hevserokê MED TUHAD-FEDê Kerem Canpolat têkildarî qanûna TMKê diyar kir ku ev qanûn li dijî demokrasiyê ye û divê demildest were guhertin.
Serokwekîlên Koma Meclisê ya DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît û Sezaî Temellî û Cîgirê Hevserokatiya Giştî û Hevberdevkê Komîsyona Mafê Mirovan Ozturk Turkdogan 23ê Nîsanê bi Wezîrê Dadê Yilmaz Tunç re hevdîtin kirin û li ser gelek mijaran nîqaş kirin. Yek ji van mijaran jî guherandin an jî rakirina Qanûna Têkoşîna Dijî Terorê (TMK) bû. Gelek kes bi sedema TMKê ji “alîkarî” anjî “endamtiya rêxistinê” tên girtin û darizandin. Bi sedan siyasetmedar û welatiyên Kurd bi hinceta TMKyê di girtîgehan de ne.
Hevserokê Federasyona Komaleyên Hiqûq û Piştevaniyê yên Malbatên Girtî û Hikumxwaran a Medê (MED TUHAD-FED) Kerem Canpolat têkildarî TMKyê ji Ajansa Welat (AW) re axivî.
‘Divê TMK bê guherandin an jî rakirin’
Kerem Canpolat diyar kir ku TMK ji bo tevahî girtiyan xetere ye û wiha got: “TMK astengî ye. Di qanûna bingehîn ên tevahiya cîhanê de tiştêkî wisa tune ye. TMK tenê li Tirkiyeyê heye. TMK ji hikûmeta berê ya faşîst a Îtalyayê hatiye wergirtin. Ev qanûn ji bo aştîxwaz, demokrasîxwaz û azadîxwazên li Kurdistanê û Tirkiyeyê asteng e. Di qanûna bingehîn de TMK li dijî edelatê ye. TMK niha li pêşiya pêvajoyê jî astengiyek mezin e. Hiqûqnas ji xwe dibêjin divê ev qanûn bê guherandin an jî bê rakirin.”
‘Mafên mirovan ji ber TMKê tên binpêkirin’
Kerem Canpolat da zanîn ku ji bo girtiyên nexweş û tevahî girtiyan divê TMK were guhertin û ev yek anîn ziman: “Raya giştî hemû dizane ku divê li Tirkiyeyê qanûna bingehîn a nû were amadekirin. Lê ne wekî dewlet bibêje were çêkirin. Tirkiye îro bi qanûnên derbêyê tê birêvebirin. Ev tişt ji xwe nakokî ye û li dijî demokrasiyê ye. Ev qanûn bandorê dide tevahiya girtiyan, di serî de girtiyên nexweş. Li girtîgehên Tirkiyeyê îro gelek girtiyên nexweş hene. Em jî wekî federosyên, komelayên mafê mirovan dixwazin ku girtiyên nexweş werin berdan. Di girtîgehan de nikarin tedawî bibin û nayên tedawîkirin. Dema ku girtiyan dibin nexweşxaneyan destê wan kelemçekirî ne. Dema ku vedigerînin girtîgehê jî heta ku li nava devê wan nenêrin, bernadin. Ev binpêkirina mafên mirovan bingeha xwe ji qanûna TMKê digire. Şert û mercên jiyanê yên girtiyên nexweş zehmet dike. Ev yek jî dibe sedema mirina girtiyan. Divê qanûna bingehîn were guhertin û girtî werin berdan. Berdana girtiyan ji xwe ji bo pêvajoyê jî pêwist e. Dewlet ji xwe dilrast be gavên sereke jî ev e. Gelek caran lijneyên girtîgehan bi çavekî dijminatî li girtiyan dinêrin. Ji xwe di rojevê de jî guhertina vê qanûnê heye. Di hevdîtina DEM Partiyê û Wezareta Dadê jî ev qanûn hatiye rojeva wan. Em hêvî dikin ku dewlet demildest di vî warî de gav biavêje. Birêz Abdullah Ocalan di dawiya bangawaziya xwe de diyar kiribû ku ev pêvajo dê bi gavên erênî bi rê ve biçe. Birêz Abdullah Ocalan û aliyê Kurd gav avêt, divê niha jî dewlet gav biavêje.”
‘Ev qanûn li dijî demokrasiyê ye’
Kerem Canpolat bi bîr xist ku tevahiya beşên civakê dixwazin qanûnek nû were amadekirin û got: “Civak di vî alî de eşkere ku dibêje ev qanûn li dijî demokrasiyê ye. Li Tirkiyeyê tu carî qanûn ji bo jiyana mirovan asayî û rehet bikin nehatine amadekirin. Dewlet tenê ji bo xwe biparêze qanûna bikar tîne. Daxwaza me ev e ku qanûna bingehîn a nû were amadekirin. Divê di nava vê qanûna bingehîn de tevahiya beş û civakên li Tirkiyeyê hebin. Ji bo pêvajoyê jî ev gav hewce ye.”