Amed – Siyasetmedar û nivîskar Fadil Bedîrhanoglû ku weke delege tev li civîna Înîsiyatîfa Yekitiya Demokratîk bû destnîşan kir ku yekitî ji her tiştî pêşdetir e û wiha got: “Em helwesta xwe bikin yek em jî dikarin weke hemû insanên dinyayê bibin xwedî mafekê û statuyekê.”
Nûnerên partiyên siyasî yên Kurdistanî, saziyên sivîl ên civakî, rûspî, oldar û bawermend, kesayet, parlamenter jî di nav de 301 delegeyên “Înîsiyatîfa Yekitiya Demokratîk” li Amedê di 10-11ê Gulanê de civîna xwe pêk anîn. Pişt re deklerasyona civînê bi daxuyaniya çapemeniyê ji raya giştî re hate parvekirin.Siyasetmedar û nivîskar Fadil Bedîrhanoglû ku weke delege tev li civîna Înîsiyatîfa Yekitiya Demokratîk bû, têkildarî înîsiyatîfê axivî.
‘Xebata ji bo yekitiyê xebateke herî pîroz e’
Fadil Bedîrhanoglû, diyar kir ku girîngiya yekitiyê ji bo her miletekê gelekî mezin e û wiha got: “Bi taybetî ew miletên weke miletê Kurd pirsgirêkên wan pir heyî, pir hatine perçiqandin û mafên wan hatine binpêkirin, yekitî ji nimêjê, rojiyê feztir e û ji her tiştî jî bi pêşdetir e. Ji ber vê çendê xebata ji bo yekitiyê, xebateke herî pîroz e. Helbet yekitiya li ser qenciyê. Yekitiya miletê bindest jî yekitiya li hemberî derketina pêşberî tiştên nebaş in, zilmê ne. Ji bo ku ev zilma sedan sal in li ser miletê me rabe, em hêza xwe, helwesta xwe bikin yek qet nebe em bikarin vê zilm û zordariyên li ser xwe bidin aliyekî weke hemû insanên dinyayê em jî bibin xwedî mafekê, statuyekê û em jî bibin endamekî dinyayê. Ji ber vê yekê ev civîn pir girîng e û derengmayî ye.”
‘Hereketa miletê Kurd 30 sal in destê aştiyê dirêj dike’
Fadil Bedîrhanoglû destnîşan kir ku divê xebata gelê Kurd a ewilî li ser yekitiyê bûya û wiha berdewam kir: “Lê zilm ewqas li ser gelê Kurd zêde ye. Wan bi dile xwe nekariye mijara xwe kifş bikin. Ketine nav tevgereke heyîn û neyînê de. Ji ber wê hin tiştên divê pişt re bên kirin derketine pêş, hin tiştên paşiyê bên kirin bi paş ve mane. Her çiqas dereng mabin jî kengî mirov dest bi hewldanên ji bo qenciyê bike pîroz e. Lewra heke yekrêzî nebe tu kes mirov li ber çavan nagire. Hereketa miletê Kurd 30 sal in destê aştiyê dirêj kiriye. Dibêje aştî aştî aştî. Bes destê wan nayê girtin, çima nayê girtin? Ji ber destê dewletê ne vala ye. Ji nava miletê Kurd ên destê wan digirin hene. Wezîfeya pêşengên Kurd a sereke ew e ku destê wan ê tejî vala bihêlin. Dema destê wan vala ma dê mecbûr bimînin destê xwe dirêj bikin û bêjin ‘ka hewe çi divê em çareser bikin.’ Vêca heta ku hin ji me destê wan bigirin, ew pêdiviyê pê nabînin ku bên destê aştiyê yê dirêjkirî bigirin.”
‘Gelê Kurd yekrêz e lê rêveberên Kurd ne yekrêz in’
Fadil Bedîrhanoglû, bi lêv kir ku gelê Kurd yekrêz e lê rêveberên gelê Kurd ne yekrêz in û ev tişt gotin: “Lazim e ev bên çareserkirin. Muşterekên me hene. Em Kurd in Kurdistanî ne. Kêmnetewe an jî olên hejmara wan hindik di nava me de hene. Ew jî hemwelatiyên me ne û divê em ji wan re jî rêzdar bin. Lê em hemû Kurdistanî ne. Em hemû hemwelatiyên Kurdistanê ne. Derdê me hemûyan yek e. Ev zilma tê kirin li me hemûyan tê kirin. Ew nexweşiya tê kirin li me hemûyan tê kirin. Em hemû wê zehmetiyê dikişînin. Lazim e em li hemberî van pirsgirêkan yekrêziya xwe çêkin. Em hemû nebin yek, hêza me bela wela be heta niha çawa derbasbûye dê bi şeklekê derbas bibe. Lê dema em hemû bibin yek û yek gotina me û helwesta me hebe êdî muxatabê me dê mecbûr bibin me li ber çavan bigirin. Dema em li ber çavan girtin wê pirsgirêk bikevin rêza çareseriyê. Ji ber wê yekê reçeteya çareseriyê îro bi vê helwestê tê destpêkirin. Lazim e em hemû tev de vê helwestê xurt bikin. Em tu kesê ji derve nehêlin. Em hemû hemwelatiyên xwe yên siyasî bin olî bin civakî bin em xwe bigihînin wan em tev de gotina xwe û helwesta xwe bikin yek. Ji xwe dema em bû yek tu alternatîfên din namînin. Êdî muxatabên me mecbûr in me li ber çavan bigirin bi me re çareseriyê bînin.”
‘Tu tişt ji yekrêziyê qiymettir nîne’
Fadil Bedîrhanoglû, anî ziman ku yekitî her çiqas ji çend tîpan pêk were jî manewiyateke mezin tê de ye û wiha domand: “Dema yekitiya çi miletî be çêbe, ew milet rêzdar dibe. Li cem Xwedê jî, dostan jî û dijminan jî rêzdar dibe. Xwedê jî dibêje ez bi tifaqê re me. Di vir de jî tê fêmkirin ku di tifaqê de manewiyateke pir xurt heye. Ew manewiyat wan civakên xwe kirine tifaq rêzdar dike. Ji ber wê yekê navê wê kurt e lê wateya wê gelek xurt e. Mirov bibe tifaq hêza Xwedê bi mirov re ye. Dema ev hêz bi mirov re be mirov bin nakeve. Ji ber wê çendê tifaq ji aliyê olî ve jî ji aliyê civakî ve jî mirovahiyê ve jî navnetewî ve jî rûmeteke wê ya pir mezin heye. Wexta em li Colemêrgê min ji wan re digot. Min digot ‘Em yeke bikin şaredar û rûmetê bidinê ne gelek muhim e lê wextê em xwe bikin tifaq û dengê xwe bidin xwe rûmeteke ewqas mezin a me dê çêbibe. Her yekî Colemêrgî dê weke şaredarekî rûmeta wî çêbibe.’ Vêca piştî tifaqa xwe çêkir û ji sedî 80 me deng stend me civînek kir û got ‘Colemêrg çawa ye’. Her kesê got ‘li ku be dema hewcehiyeke me hebe û dibêjin em Colemêrgî ne herkes rêzê ji me re digire û dora xwe didin me. Me didin pêş û ewqas qiymet didin me.’ Min got li pêşiya hilbijartinê min ev ji we re digot. Niha ev gihişt armanca xwe. Ji ber wê tu tişt ji yekrêziyê qiymettir nîne. Mirov tev de rûmet dide.”