Amed – Serokê Federesyona Astengdaran Abdulmecîd Yilmaz diyar kir ku civak li hemberî astengdaran hestiyar tevdigere lê mixabin berpirsyar bi hestiyar tevnagerin û got: “Astengî gelek hene, hem di aliyê fizikî de hem di aliyê hişmendiyê de.”
Di derbarê nifûsa astengdaran a Tirkiyeyê de hejmareke zelal tune, lê ji aliyê Saziya Îstatîstîkê ya Tirkiyeyê (TUÎK) ve di sala 2022an de hat diyarkirin ku ev hejmar ji sedî 12,29 ê nifûsê ye. Lê li gorî daneyên Saziya Îstatîstîkê ya Tirkiyeyê yên 31ê Kanûna 2021an, li Tirkiyeyê 5 milyon û 841 hezar û 180 astengdar dijîn, ji wan 3 milyon û 337 hezar û 922 kes jin û 2 milyon û 503 hezar û 258 jî mêr in. Her wiha; Li gor qeydên îdarî yên Wezareta Malbat, Xebat û Xizmetên Civakî hejmara kesên ku wek “astengdarên giran” hatine qeydkirin 764 hezar û 271 e.
Li Tirkiyeyê rêjeya tevlêbûna hêza kar ji sedî 49,5 e, rêjeya tevlêbûna hêza kar a astengdarên ku dikarin bixebitin tenê ji sedî 22 ye.
Her sal 10-16ê Gulanê Hefteya Astengdaran e. Me jî wek Ajansa Welat li ser pirsgirêkên astengdaran, sedemên van pirsgirêkan, daxwazên wan bi Serokê Federasyona Astengdaran a Amedê Abdulmecîd Yılmaz yê 33 salî, yê ku ji dayikbûnê heta niha çavên wî nabînin re axivî.
‘Civak hestiyar tevdigere lê berpirsyar tevnagere’
Serokê Federesyona Astengdaran Abdulmecîd Yilmaz da diyar kirin ku civak li hember astengdaran hestiyar tevdigere lê mixabin berpirsyar tevnagere û got: “Dema em li derekî diçin derekî tên dibin alîkar li gor xwe lê napirsin ka derde we çiye, hûnê ku ve herin. Bêguman ev jî kêmasiya me tevan e. Divê em bi xebatên xwe hemû beşên civakê agahdar bikin, berpirsyariyê zêde bikin. Astengî gelek hene, him di aliyê fizikî de him di aliyê hişmendiyê de.”
‘Ji ber xemsariyê em nikarin nûçeyan bixwînin’
Abdulmecîd Yilmaz da zanîn ku şert û mercên xwe gihandina mafan ne tenê li bajarê Amedê li tavahiya Tirkiyeyê pirsgirêkeke gelekî mezin e û ev tişt anîn ziman: “Ev xetên zer yên ji bo astengdaran li gelek cihan tunene, li hin cihan hatine xerakirin, taybetî piştî erdheja 6ê Sibta 2023yan ev texrîbat li 11 bajarên ku erdhej lê çêbibû zêdetir bû ye. Dîsa kêsên ku di lingên xwe de astengdar in ji ber ku rampayên wan nebaşin nikarin bi rihetî ji derekî biçin dereke din. Kesên ku kerr û lal in nikarin bi saziyan re têkilî daynin. Ji ber ku tercumanekî ku têkiliya wan bi saziyan re çêbike tuneye. Nexweşînên koronîk yên wek SSEPyê hene, ev kesên ku bi vê nexweşiyê ketine jî wek astngdar tên danasîn. Lê ev kesan ji tu mafên astengdaran sûdwernagrin û malbatên wan jî ji tu mafî sûdwernagrin. Di aliyê teknîkê de jî gelek astengî hene. Minak ez wek kesekî astengdarê dîtinê nikarim ji gelek malperên înternetê nûçeyekî bixwînim. Di telefonên me de bernameyên axaftinê hene. Ew bername di nav telefonê de tên, standart in. Dema ku xwediyên malperan malperên xwe li gor van bernameyên ku deng dixwînin, ekranê dixwînin tasarim nekin em nikarin jê sûd bigrin.”
‘Di dema qeyûman de haya tu kesî ji astengdaran tunebû’
Abdulmecîd Yilmaz anî ziman ku ji bo ku pirsgirêkên li ber astengdaran werin çareserkirin di serî de saziyên dewletê, saziyên sivîl mil bidin milên hev û wiha pê de çû: “Çunkî me di pratika 8 salan de dît dema qeyyûm li şaredariyan tayîn kirin, ji xwe haya tu kesî ji astengdaran tunebû. Divê saziyên dewletê û saziyên rêveberiyên herêmî erk û berpirsyariyên dikevin ser milê wan bi cih bînin. Berî hilbijartinan namzetan hatin federesyona me ziyaret kirin, daxwaz û pirsgirêkên me guhdar kirin. Me xwest ku li hemû şaredariyên navendî serokatiya dayreya astengdaran, li şaredariyên navçeyan jî muduriyeta astengdaran bên damezrandin. Şaredariya bajarê mezin û şaredariyên navçeyên navendî ev sozên xwe pêk anîn. Ji bo vê jî em spasiya xwe him ji rêveberiyên herêmî re him ji Partiya DEMê re dikin. Em dixwazin ev mudiriyet û serokatiya dayreyan bi pirsgirêkên di nav bajar de hene re eleqedar bibin. Bêguman em ne bendê ne ku hema di rojekî zûtir rojeke din her der bibe gulistan. Lê bele pirsgirêkên me di nav bajêr zêdene, ev pirsgirêkan çiqas werin çareserkirin em ê jî kêfxweş bibin.”
‘Pêwist e wezareta astengdaran were avakirin’
Abdulmecîd Yilmaz diyar kir ku ji hikumetê jî bangewaziyê dikin û got: “Pêwîst e Wezareta Astengdariyê damezirînin. Ev peywireke wan ya bingehîn e. ji ber ku wezaretek hebe, ji bo wê butçeyek bê veqetandin belkî xizmetên ji bo astengdaran baştir bi rêkûpêk bên kirin.”
‘ji kelûpelên astengdaran KDV distînin’
Abdulmecîd Yilmaz bilêv kir ku li gorî Destûra Bingehîn a Tirkiyeyê peymana astengdaran heye ,ji aliye Neteweyên Yekbûyî ve hatiye amdekirinû Tirkiye jî bi hemû xalên wê buyê alî anku ew Peyman qebûl kiriye û wiha pê de çû: “Li ser kaxizê gelek zedene mafên me heke mirov bikaribe wan mafan bikar bîne. Lê mixabin di pratîkê de ev maf xuya nakin, xebat nayên kirin. Metirsiyek jî li ser me heye, li Tirkiyeyê him bi têkçûna fikir û ramanê him jî qeyrana aborî hinek mafên me ji deste me diçin, derfet ji deste me tên girtin. Mînak mafê astengdaran yê zû teqawitbûnê hebû, lê hiqumetê bi vê qanûnê leyîst, hin guhertin kirin. Kesên astengdar berê ji gelek fîrmayan dikaribûn ji xwe re wesayît bistînin, lê niha ew şertên standina wesayitên astengdaran hatine girankirin. Gelek mezemeyên ku astengdar bikar tînin li Tirkiyeyê tunene. Li derve tên. Baca wan pir zêde kirin, ji ber vê jî bihayê wan pir zêde ne. Ev melzeme ji KDVyê muaf bûn lê par Meclisa Milet ya Mezin ya Tirkiyeyê(TBMM) ev qanûn guhert. Niha KDV jê tê girtin. Dîsa muçeyê astengdaran gelekî kêm e. A niha astengdarek ji 5 hezar lîreyên Tirk zêdetir mûçe nastîne. Bi 5 hezaran mirovekê çawa bikaribe xwe xwedî bike. Dîsa mûçeyê kesên ku li Astengdaran dinerin jî kêm e. A niha 10 hezar lire ye. Li cihekî ku sînorê xizaniyê evqas bilind bibe ka ev kesên bi deh hezaran çawa debara xwe bikin. Ev jî ji bo astengdaran zehmetiyên mezin in.”
‘Yek ji hedefa federasyona me jî pêkanîna aştiyê ye’
Abdulmecîd Yilmaz herî dawiyê di derheqê xebat, armanc û hedefên federasyonê de agahî dan û got: “Me di sala 2017an de Federasyona Astengdaran avakir. Em rê û rêbazan nîşanî kesên astengdar dikin ji bo ku bikaribin mafên xwe biparêzin. Em ji wan re şêwirmendiyê dikin. Kesên ku bixwazin serî li merciyên dadê, saziyên ku ji bo mafê mirovan dixebitin bidin, em ji wan re dibin alîkar. Ji bo astengdaran xebatên wek konferans û civîn jî dikin. Di bin banê federesyona me de 15 heb komeleyên me hene. Felsefeya me ew e ku her astengdar bikaribe bi xwe mafê xwe biparêze. Dema ku parastina mafan li hêviya hin kesan ma ew maf dikevin bin xeteriyê. Dema tu karê xwe nekî kes karê te nake. Yek ji hedefa federasyona me jî pêkanîna aştiyê ye. Wekî tê zanîn ev 40 salin li hemberî Kurdan şerekî qirêj tê meşandin û gelek însanên me jiyana xwe ji dest didin. Gelek kes jî birîndar dibin, ev kes jî dibin astengdar. Yanê ji ber şer rêjeya astengdaran li herêma me pir zêdeye. Rêjeya astengdaran li gorî daneyan li Tirkiyeyê ji sedî 10 e, lê li Amedê ji sedî 13 e ye.”