Amed – Rêveberê TOD-DERê Herdem Dogrûl ku têkildarî pêvajoya heyî axivî, wiha got: “Em derbasî asteke nû dibin. Biryara çekberdanê ya PKKê ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd, azadiya gelê kurd, aştî û wekheviya hemû gelên li Rojhilata Navîn deriyên nû vedike.”
PKKê ku piştî “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” a ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 27ê Sibatê de kir, di 1ê Adarê de agirbest îlan kir. Piştre di 5-7ê Gulanê de kongreya xwe pêk anî. PKKê di 12ê Gulanê de biryarên dîrokî yên kongreyê aşkerekir. Li ser vê yeke bandorên biryarên kongreya PKKê yên ku li cîhanê olan da, tên nîqaşkirin. Rêveberê Komeleya Aştiya Civakî û Guftûgoyê (TOD-DER) Herdem Dogrûl derbarê kongreya PKKê û pêvajoya heyî de axivî.
Herdem Dogrûl, da zanîn ku biryara PKKê ya çekdanînê hestên cuda di mirovan de dide avakirin û wiha got: “Me temamê jiyana xwe di nava şertên şer de derbas kirin. Me çavên xwe di vê dinyayê de bi şer vekir. Di dawiyê de em bûn şahidê rojeke wiha. Hem kelecanek heye hem jî pir hestên cuda hene. Divê em ewilî hemû cangoriyên vî gelî bi bîr bînin. Piştî sekinandina şer û çek berdanê em ê ewilî şînê deynin biçin ser goristanên xwe. Em di sala 2025an de ne. Dinya diguhere, şert û merc tên guhertin. Ji bo gelê Kurd jî êdî şertên jiyanê diguherin. Em derbasî asteke nû dibin. Biryara çekberdanê ya PKKê deriyên nû vedike. Derî ji bo çareseriya pirsgirêka kurd, azadiya gelê kurd, aştî û wekheviya hemû gelên li Rojhilata Navîn vedike. Ev tişteke pîroz e lê belê ji îro pê ve ev kar dikeve ser milê me, milê gel, sazî û dezgehên kurdan. Divê em karê xwe baş bikin. Çend xalên pirsgirêka kurd hene. Şer yek ji van pirsgirêkan bû. Pirsgirêka şer ji holê rabû. Lê bele pirsgirêka maf û edalet û azadiyê hin jî li cihê xwe sekini ye. Ji bo ku ev pirsgirêk jî ji holê rabin, divê em bêtir berpirsyarî bigirin, xebitin û dengê xwe bilind bikin. Ji niha pê ve em zorê bidin hikumet û dewletê ku ev pirsgirêka maf û edaletê û azadiyê jî ji holê rabe. Wekhevî di nava gelê Kurd û Tirk de pêk were. Divê em li ser vê esasê bêtir bixebitin. Em hêvî dikin ku dê aştî û demokrasiyeke esas li vî welatî pêk were.”
‘Divê temamê aştîxwazan dengê xwe bilind bikin’
Herdem Dogrûl, bi lêv kir ku divê di vê pêvajoyê de temamê aştîxwazan dengê xwe bilind bikin û wiha domand: “Divê daxwaza aştiyê bêtir bê xuyakirin. Niha ji bo vê rê vebû. Bila tu kes xwe nede paş. Biryara kongreyê di çareserkirina pirsgirêkê de ji sedî deh e. Ji sedî nod bar li ser milê gel û civakê ye. Ji ber ku ya esasî ew e ku em aştiya civakê pêk bînin. Bi taybetî gelê Tirk nas bike ku gelê Kurd kî ye. Çi kes in heta niha çi kirine. Ji bo vê jî berpirsyartî dikeve ser mile aştîxwazan. Bi taybetî jî aştîxwazên Tirk. Ji aliyê saziyên kurdan ve jî berpirsyariya me çi ye? Îdiaya civaka demokratîk îdiayeke mezin e. Divê em li ser vê esasê kar û xebatê xwe bikin. Divê em li her qada jiyanê, jiyaneke demokratîk ava bikin. Ji bo vê berpirsyartî bigirin. Ev karê me yê ewil e. Divê em di nava siyasete de jî vê esas bigirin.”
‘Divê bilez gav bên avêtin’
Herdem Dogrûl, bal kişand ser peyamên desthilatê yên piştî biryara PKKê ya çek berdanê û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Hinek kesan gotin divê em bilez gavan biavêjin. Kar û barê ku dikeve li ser milê me jî divê em çavdêriya vê bikin. Aliyekê karê xwe kir, berpirsyartiya xwe bi cih anî. Ma berpirsyariya aliyê din. Divê sazî û dezgehên sivîl vê bişopînin. Em jî dê zorê bidin ku bilezgînî ev yek pêk were. Zindan tejî ne. Bi deh hezaran mirov girtî ne. Divê ji bona van formulek bê dîtin û gaveke lezgînî were avêtin. Çavên malbatan li vê biryarê ye. Em jî weke saziyên sivîl çavdêrî û parastina vê pêvajoyê bikin ku neyê sabotekirin. Çekberdana PKKê bila di çavên hin kesan de nebe firsenda tunekirin û asîmîlekirina miletê Kurd. Em ê li hemberî vê yeke bisekinin.”
‘Ji bo ku Kurd bikaribin xwe bi rê ve bibin divê guhertin çêbibin’
Herdem Dogrûl, bi lêv kir ku hêj jî hikumet û miletê Tirk meseleya çareseriya pirsgirêka kurd fêm nekirine û ev tişt gotin: “Mînak Kurd mafê perwerdehiya zimanê zikmakî dixwazin. Ew vê fêm nakin. Bi awayekî zanistî nêzî vê meseleyê nabin. Li vir divê hikumet dest ji kompleksa desthilatê berde li muxatabê xwe guhdarî bike. Mafên navnetewî mafên gerdûnî ku ji bo her miletî derbasdar in divê ji bo miletê Kurd jî derbasdar bin. Ev tişt êdî li derveyî nîqaşan e. Divê hikumet astengiya li ber perwerdehiya zimanê Kurdî rake. Ji bo ku Kurd bikaribin xwe bi rê ve bibin divê di sîstema Tirkiyeyê de hinek guhertin çêbibin. An ku Kurd şaredarên xwe hilbijêrin rîska qeyûman ji holê rabe, şaredariyên ku qeyûm tayînî wan hatine kirin bilezgînî bên teslîmkirin. Divê Kurd li bajarên xwe Meclisên xwe, komunên xwe, rêveberiyên xwe yên xweser ava bikin. Ev tişeke pir anormal nîne. Mînakên vê li cîhanê hene û kes jî ji van gazinan nake. Li welatên Ewropî jî yên Amerîkayê jî mînakên van zêde ne. Li Amerîkayê zêdetirî 50 eyaletan hene her eyaletekê qanûnên xwe hene, li Swêdê kanton hene. Ev esasê demokrasiyê ye.”
Herdem Dogrûl, destnîşan kir ku divê demildest Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan azad bibe û axaftina xwe wiha bidawî kir: “Dewlet Bahçelî got ‘ji bo berpirsyartiya di vê pêvajoyê de hilgirtî ye ez ji birêz Abdullah Ocalan re spas dikim.’ Ê wê demê divê şert û mercên muxatabiyê pêk werin. Bi salan e gelê kurd, siyaset û sazî û dezgehên kurd dibêjin ku di vê meseleyê de mûxatab birêz Abdullah Ocalan e, heke dewlet bixwaze gavekê biavêje divê bi birêz Abdullah Ocalan re têkiliyekê deyne. Bi sedan kesan ji ber vê gotinê ceza xwarin. Dawiya dawî ji aliyê hikumetê ve jî hate qebûlkirin ku mûxatab birêz Abdullah Ocalan e û spasiyên xwe pêşkeşî wî kirin. Piştî ku ev rastî hatibe qebûlkirin divê şert û mercên mûxatabiyetê jî baştir bibin. Şertên Îmraliyê ji holê rabin. Bi milyonan mirov li ser şopa birêz Ocalan dimeşin, pê bawer in û wî Serok qebûl dikin. Divê têkiliya wî bi gel û rêxistina wî re çêbibe.”