Enqere – Solîstê Koma Çiya Genim li ser rewşa muzîka Kurdî destnîşan kir ku li gor salên 90î ji aliyê civakî vê qelsbûnek heye û got: “Berhemên muzîkê yên niha tên afirandin berjewendiyên takekesî zêdetir li pêş in.”
Koma Çiya di salên 1990î de ji aliyê xwendekar, nivîskar û karkeran ve li Stenbolê bi armanca pêşvebirina muzîka Kurdî ava bû. Piştî Navenda Çanda Mezopotamyayê (NÇM) ava bû Koma Çiya di bin banê NÇMê de xebatên xwe domandin. Di nav avakarên Koma Çiya de Alî Temel, Celal Ekîn, Beser Şahîn, Şêx Abdulbekir Melîk, Zana Farqînî, Halît Şahîn, Huseyîn Îldan, Leyla û Yekbûn Civan cih girtibûn. Koma Çiya bi albuma Rozerîn cara yekem derket pêşberî guhdar û muzîkhezên xwe. Koma çiya piştre bi kasetên Dîla Bê sînor, Venamire û Xelîl derketin pêşberî guhdarên xwe û bandor li muzîka Kurdî kir. Koma Çiya ku niha endam û avakarên wê belav bûnê ji aliyê solîstê komê Genim ve hê li ser dikê ye. Solîstê Koma Çiya Genim, tekildarî xebatên Koma Çiya û muzîka Kurdî ji Ajansa Welat (AW) re axivî.
‘Xebat û projeyên me hene’
Genim destnîşan kir ku li ser muzîkê hîn xebat û projeyên wî hene û got: “Bandora Koma Çiya li civakê û li ser stran û stranbêjiya Kurdî çêbû. Ez niha stranên nû diceribînim. Hewl didim ku di dema pêş de tiştekî nû derxînim. Weke projeyek li pêş min e. Helbesta Alî Temel a Amedê heye. Li ser zindana Amedê çêkiriyê. Ew weke stran me temam kiriyê. Hinek kêmasiyê teknîkî hene. Heke ew jî temam bibin em ê têxin meriyetê. Hinek aliyê wê helbest e û hinek alî jî stran e. Niha weke takesî stranan dibêjim û naxwazim navê Koma Çiya bimere.”
‘Eleqeya civakê qels e’
Genim destnîşan kir ku eleqeya civakê li gorî salên 90î qels bûye û got: “Civak di nav jiyanê de diherike. Muzik jî di nav civakê de diherike. Dem diguhere civak jî diguhere. Dema civak diguhere muzîk jî tiştekî nû diafirîne. Di salên 90î de di nav muzîka Kurdî de gelek tiştên balkeş hatin ceribandin. Muzîka Kurdî gihişt asteke baş. Muzîka Kurdî wê demê bandor li civakê û ciwaan kir. Keç û xortên Kurd bi bandor bûn û ketin nava muzîkê. Berê bêhtir bi rêxistî muzîka Kurdî pêş dixistin. Niha muzîka Kurdî li ser kesan pêş dikeve. Muzik jan, hest, şahî û dilana jiyanê tînê ziman. Di muzîka Kurdî de li gor salên 90î ji aliyê civakî vê qelsbûnek û şikestinek heye. Derd û kulên civakê zêde nayên ziman. Muzîka Kurdî ya herî baş Rojava dibinim. Li Rojava ji aliyê muzîkê vê berhemên baş dertên.”
‘Berjewendiyên takekesî zêdetir didin pêş’
Genim destnîşan kir ku eleqeya ciwan û civakê ya li hemberî muzîka Kurdî li gor salên 90î qels bûye û wiha bi dawî kir: “Gelek aliyên sedema xitimandina muzîka Kurdî hene. Aliyê wê yê aborî berbiçav e. Berê ji aliyê afirandinê hê hesantir bû. Îro stranbêj û berhemên muzîkê gelek zêde bûne. Di warê dîjîtal de bi her alî dikarê muzîka Kurdî guhdar bike. A ku hatiyê xitimandin ji aliyê civakî ve ye. Ji aliyê pêşvebirina civakê û danasîn û hişyarkirina civakê de xitimandinek heye. Niha berhemên muzîkê yên tên afirandin li ser berjewendiyên takekesî pêş dikeve. Ji aliyê danasîna civakê û pêşvabirina civakê ve lêgerîneke xurt tune ye. Xitabî civakê dikin. Lê ji aliyê xwenasîn û rêxistinkirina civakê nîn in. Behtir stranên melenkolîk derdikevin pêş. Mînak stranên li Rojava tên çêkirin bala civakê dikşîn e. Lê stranên li Bakur tên çêkirin, ne wisa ye. Li Bakur lêgerîna civakî ya muzîkê lawaz e. Bêtir tekakesî ye.”