Serokatiya Daîreya Karên Çand û Civakî ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê têkildarî helwesta li ser beyt û navê helbestvanên Kurd ku li erdê hatine bicihkirin li eywana Çand Amedê daxuyanî da û destnîşan kir ku rexne û daxwaza gel ji bo wan hêja û rê nîşan didin.
Serokatiya Daîreya Karên Çand û Civakî ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê têkildarî helwesta li ser beyt û navê helbestvanên Kurd ku li navçeya Sûr a Amedê li erdê hatine bicihkirin li eywana Çand Amedê (Navenda Çand û Kongreyê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê) daxuyanî da. Seroka Daîreya Karên Çand û Civakî ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Zeynep Yaş, Midûrê Beşa Parastin û Pêşvebirina Ziman a Daîreya Karên Çand û Civakî ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Tahîr Baykûşak, Neviyê Şêx Evdirrehmanê Axtepî Mehmet Işik û xebatkarên saziyên çand, huner û ziman tev li daxuyaniyê bûn.
Di daxuyaniyê de ewilî Seroka Daîreya Karên Çand û Civakî ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Zeynep Yaş axivî. Zeynep Yaş qala girîngiya 15ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî kir û got: “Şaredariya Bajarê Mezin bi vekirina Gerînendetiya Parastin û Bipêşvebirina Ziman dixwaze hem li zimanê kurdî hem jî li zimanên bajêr ên qedîm xwedî derkeve. Gerînendetiya me ya Şaxa Zimên di vê cejnê de hewl da ku pirzimanî û pirçandiya bajarê me bi xwendin û hunerê li her cihekî bajêr bide xuyakirin. Bi xizmeta Alo Kurdî, bi xemilandina kolan û meydanan, bi nîşandana fîlman û şanoyan, bi neqişandina gotinên zanayên me yên li ser lewheyan, me xwast ku em balê bikişînin ser nirxên zimanê kurdî. Hin kesan ji ber gotinên zana û alimên me yên li ser peyarêyan hatine nivîsîn xwe ne qayil kir. Em vê rêzdariya gelê xwe ya li zimên û berhemên kesayetiyên me cihê şanazî û serbilindiyê ye. Elbet wan kesan qedrê zimanê kurdî bilind kiriye, ji bo me jî ew gelek qedirbilind in; ku loma me jî xwast em bi helbestên wan bajarê xwe bixemilînin.”
Zeynep Yaş destnîşan kir ku rexne û daxwaza gel ji bo wan hêja û rê nîşan didin û wiha domand: “Jixwe em jî dixwazin ku her kesên pêyên xwe datînin ser vê axa pîroz kêliyek be jî, bi zanebûn bisekinin, li şûna pêyê xwe binêrin, bixwînin û têkiliyekê bi dîrok, çand, ziman û serboriya vî welatî re deynin.
Em ê hewl bidin ku bîra civakî xurttir bikin
Ev cejn, bi mebesta geşkirina zimanê xwendin û nivîsandinê ye. Bi vê boneyê me me xwast ku em feylesof, alim, zana û şairên zimanê kurdî yên wekî Baba Tahirê Uryan, Ehmedê Xanî, Melayê Cizîrî, Feqiyê Teyran, Hacî Qadirê Koyî, Şêx Evdirihmanê Axtepî û hwd bi bîr bînin ku wan bi gotinên xwe, bi zanîna xwe, bi keda xwe zimanekî dewlemend li pey xwe ji me ra hiştiye. Me dil kir ku bi bîra ciwan, zarok û hemû kesên li kolan û kuçeyên me dimeşin bixin ku bi hezaran sal e gelê kurd bi vî zimanî axiviye û van zana, alim û nivîskaran jî bi vî zimanî ilm û zanîn ji me ra mîras hiştine. Ev mîras di bîra civakî de xwedî cihekî giring e. Em ê wekî Serokatiya Daîreya Karên Çandî û Civakî hewl bidin ku vê bîra civakî xurttir bikin.”
‘Em weke malbata Şêx Evdirrehmanê Axtepî vê xebatê birûmet dibînin’
Neviyê Şêx Evdirrehmanê Axtepî, Mehmet Işik jî wiha got: “Em li ser navê malbata Şêx Evdirrehmanê Axtepî vê xebatê weke xebateke birûmet dibînin. Hevşaredaran hesasiyetên me li ber çavan girtin û derdê wan xebatên zimanê kurdî ye û danasîna kesên li ser zimanê kurdî xebat dane meşandine. Em spasiya wan dikin.”
‘Em ê kolan, kuçe û parkan bi helbestên kurdî bixemilînin’
Midûrê Beşa Parastin û Pêşvebirina Ziman a Daîreya Karên Çand û Civakî ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Tahîr Baykûşak jî diyar kir ku xebatên wan tenê dê li Cadeya Gaziyê nebin û destnîşan kir ku wê li gelek kolan, kuçe û parkan bi helbestên kurdî bixemilînin. Tahîr Baykûşak bi lêv kir ku xwedîderketina gel a nirxan ji bo wan girîng e.