Wan – Malbata Ebdulahîzad a li Wanê dijîn, di hemû jiyana xwe de bi Kurdî diaxivin û jiyaneke Kurdewar dijîn. Malbat, biryara jiyaneke Kurdewar weke fedekariyê pênase dikin û hewl didin ku nifşê nû ji wan zêdetir çand û zimanê xwe hez bikin.
Di 20 salên dawî de axaftina Kurdî li hemû bajarên bakurê Kurdistanê lawaz û kêm bûye. Mirov dikare sedem otoasîmîlasyon, polîtîkayên dewletê û medyaya dîjîtal ku niha di nava zarokan de belav bûye, nîşan bide. Lê, îstîsnayên vê yekê jî hene. Malbata Ebdulahîzad ku ji dayik, bav û 2 zarokan pêk tê, di hemû qadên jiyanê de bi çanda kurdî dijîn û bi kurdî diaxivin. Malbat ji rojhilatê Kurdistanê koçberî bakurê Kurdistanê bûye û 9 sal in li bajarê Wanê dijîn. Gava mirov diçe mala Ebdulahîzad, bêhna Kurdewariyê li nav çavê mirov dide û heta bicihkirina amûrên malê jî çanda Kurdî ye.
Zarokên malbata Ebdulahîzad jîr in
Arjîn û Jiyar Ebdulahîzad ku 9 û 10 salî ne, zarokên malbata Ebdulahîzad in. Ew Kurdî (Kurmancî û Soranî), Tirkî, Îngilîzî û Farisî dizanin, lê di hemû jiyana xwe ya rojane de Kurdî diaxivin. Arjîn û Jiyar piyanoyê lê didin, stranan dibêjin û pirpitûkan (kûkla) didin axaftin. Her wiha ew gava pirpitûkan didin axaftin dikêşin kamerayê û bardikin ser Youtubeyê. Arjîn û Jiyar dibêjin ku ji ber Kurdî zimanê dayika wan e, ew herî zêde ji zimanê Kurdî hezdikin.
Dayik Ebdulahîzad bi zimanê Kurdî şanogeriyê dike
Dayika Arjîn û Jiyar Nadiya Setvat, li Rojhilat Rêveberiya Malbatê xwendiye û niha jî bi Kurdî şanogeriyê dike. 3 salan di bin banê ŞanoWanê de perwerdehiya şanoyê girtiye û ev saleke şanoger e. Nadiya Setvat, zarokên xwe bi Kurdî mezin dike û sedema vê yekê jî weke “Ji ber ku em Kurdin divê her Kurdek li mala xwe de Kurdî bi zarokên xwe re biaxive” pênase kir. Nadiya Setvat, behsa fêrkirina ziman kir û got ku ji ber di malê de Kurdî bi zarokan re naaxivin zarok piştî diçin dibistanê Kurdî ji bîr dikin. Nadiya Setvat, wiha got: “Zarokên me gava ji dibistanê vedigerin, ez ji wan re dibêjim ‘Tirkiya xwe li ber derî bihêlin û dest bi Kurdî bikin’. Li bazar, kolan hwd. li hemû deran em bi Kurdî diaxivin.”
Çima bi Kurdî perwerdehiyê nabin?
Nadiya Setvat, diyar kir ku bandora zimanê dayikê li ser zarokan gelek e û got ku dema zarok bi ziman û çanda xwe mezin dibin, zêdetir ji xwe bawer in. Nadiya Setvat, trajediyeke Kurdan vegot û wiha berdewam kir: “Zarok, rojekê ji dibistanê vegeriyan û gotin ‘Çima em bi Kurdî perwerdehiyê nabînin, çima em bi Tirkî perwerdehiyê dibînin’. Ji ber vê mijarê gelek xemgîn dibûn. Banga min ew e ku hemû malbat bi zimanê dayikê bi zarokên xwe re biaxivin û wan fêr bikin. Sibê wê ew zarok mezin bibin û ji malbatê re bibêjin ‘Çima we Kurdî nîşanê me neda’.”
Bav Ebdulahîzad hiqûqnas e ku doktora jî kiriye
Bav Sabîr Ebdulahîzad jî li Rojhilat weke lîsans hiqûq, lîsansa bilind hiqûqa navneteweyî xwendiye û du salan jî li ser hiqûqê doktora kiriye. Sabîr Ebdulahîzad, bi qasî 2 salan li Zanîgeha Mihabadê bi zimanê Farisî mamostetî kiriye û danûstandina wî ya bi zimanê Farisî ya bi şagirtên wî re, ji bo wî bûye derd. Sabîr Ebdulahîzad, wiha behsa vê mijarê kir: “Ez weke mamoteyekî Kurdî dizanim, xwendekarên min jî hemû Kurdî dizanin û çawa tişteke wisa çêdibe ku xwendekar û mamoste bi zimaneke din qala zanistekê, şîroveya zanistekê dikin. Ev qonax ji bo min gelek girîng bû, min berê ji edebiyatê gelek hez dikir, lê şaxa hiqûqê ya maf parêziyê bû sedem ku ez şaxa hiqûqê tercîh bikim. Hertim berhefkirina ferhengeke termên hiqûqê ya Kurdî, Farisî û İngilîzî di mêjiyê min de hebû, lê di qonaxa doktorayê de ez îqna bûm ku ev berhem pêwîst e. Ferhenga min di sala 2018an de li vir li Bakur hat çapkirin û ev hem destpêkek hem jî hîmek bû ji bo min û lîteratura hiqûqê.”
‘Biryara jiyaneke Kurdewar fedekariyê dixwaze’
Sabîr Ebdulahîzad, bal kişand ser fêrkirina zimanê Kurdî ya zarokan û got ku heqîqeteke Kurdan heye û ew heqîqet jî naskirina stûna Kurdewarbûnê ye ku ew jî Kurdî ye. Sabîr Ebdulahîzad, da zanîn ku biryara jiyaneke Kurdewar ji bo dayik û bavan biryareke hêsan nîne û ev tişt got: “Ev biryar fedekariyê dixwaze ku bi taybet li parçeyekê Kurdistanê ji aliyê ziman ve rastiyê gef, zext û zoriyan tê. Lê belê me got ku em ê hewl bidin weke xwe bijîn, em ê hewl bidin ku nifşên li pişt me tên, ne bi qasî me, li me zêdetir jî ji ziman û çanda xwe hez bike. Di siberojê de heke derfetek ava bû, divê em bikarin di warên cuda cuda yên jiyanê de li ser bingeha hîmê ziman civaka xwe bi rê ve bibin.”
‘Zimanê Kurdî têra zanîstan jî dike’
Sabîr Ebdulahîzad, behsa siberoja zarokên xwe kir û destnîşan kir ku ew bawer dike zarokên xwe di siberojê de jî li ser hîmê ziman mezin bike. Sabîr Ebdulahîzad, wiha behsa vê yekê kir: “Ev bawerî ji hêza çanda Kurdî, ji hêza zimanê Kurdî tê. Zimanê Kurdî têra dike ku hem tu jiyana xwe ya rojane li ser ava bikî, hem têkiliyên xwe yên hestiyarî li ser bingeha Kurdî ava bikî. Ji vê girîngtir, zimanê Kurdî têra zanistan jî dike ku niha ez em li ser zanista hiqûqê dixebitin. Zimanê Kurdî têra dike, lê gelo em jî têra zimanê xwe dikin? Divê em hemû di lêgerînekê de bin ji bo bersiva vê pirsê. Problem nîne ku em zimanên biyanî jî hîn bibin, me jî zarokên xwe hînî zimanên din jî kirine. Lê belê me li ser bingeha zimanê Kurdî zarokên xwe hînî zimanên din kirine.”
‘Zarokên Kurdan dikarin bi Kurdî çêtir û rihettir kesayeta xwe ava bikin’
Sabîr Ebdulahîzad, bang li malbatên Kurd ên li Bakur kir û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Li gorî zanistiyê zarokên pirzimanî ji xwe bawertir e li gorî zarokên yekzimanî. Bila dayik û bav pêdivî wê yekê nebînin ku zarokên wan bi zimaneke din jiyana xwe ava bikin. Zarokên Kurdan, bi zimanê Kurdî dikarin ji her zimaneke din çêtir û rihettir xwe û kesayeta xwe ava bike. Bila her dayik û baveke Kurd li zimanê Kurdî xwedan derbikeve û bila bibe pirek di navbera xwe û nifşên din re ji bo veguhestina ziman. Heke em weke neteweyek bixwazin hebûna xwe berdewam bikin pêdiviya me bi zimanê Kurdî heye.”