Amed – Ji malbatekê sê ferd Selîm, Hasan û Cezayîr Orhan 32 sal in winda ne. Kurê Selîm, Adnan Orhan diyar kir ku divê di vê pêvajoya hatiye destpêkirin de komîsyona heqîqetê were avakirin, ji malbatên windayan lêborîn were xwestin û faîl bên darizandin.
Salên 1990î ji bo gelê Kurd rojên reş û tarî bûn. Her roj bi xwîn û kuştin bû. Her roj bi şewitandin û valakirina gundan derbas dibûn ew sal. Hema bêje her roj mirov di binçavan de dihatin kuştin û windakirin, haya kesî ji wan çênedibû. Ev kirin hemû ji aliyê dewleta kûr ve ango bi pêşengiya JÎTEMê ve dihatin kirin. Hêzên tarî jî di nav dewleta kûr de cih digirtin.
Bi hezaran mirov hê jî winda ne û hestiyên wan jî nehatin dîtin. Gelek welatî avêtin bîrên asîtê û di gorên komî de veşartin. Her çiqas hin mirov hestiyên wan hatin dîtin jî lê bes faîlên wan nehatin darizandin û girtin. Tevî têkoşîna edaletê ya ku salên dirêj in didome jî heta niha hikûmetê der barê windayan de tu gav neavêtiye û daraz wezîfeya xwe ya darizandina faîlan neaniye cih. Dibe ku winda nehatibin dîtin û faîl nehatibin darizandin-girtin lê belê têkoşîna malbatan a bênavber berdewam dike.
Selîm, Hasan û Cezayîr…
Yek ji van çîrokên bi êş ku qewimî ye jî ya malbata Orhan e. Malbata Orhan ji mezraya mezraya Adrokê ya gundê Zera bi ser navçeya Pasûrê ya Amedê ve ye. Leşker di gulana 1994an de diavêjin ser gund û gund dişewitînin. Leşker, Selîm û Hasan Orhan ên birayê hev û biraziyê wan Cezayîr Orhan ê 17 salî binçav dikin û wan di binçavan de winda dikin. Hestiyên Selîm û Hasan Orhan di sala 2002yan de di gorek komî de tên dîtin lê dewlet dîsa jî hestiyan ji malbatê vedişêre û hestiyên Cezayîr Orhan ê 17 salî hê jî nedîtiye.
Tevî lêgerîna edaletê ya malbatê jî ku bi salan berdewam kir, hestiyên her sê ferdên malbatê nehatin dîtin û faîl nehatin darizandin.
Yek ji ferdê malbata Orhan, Adnan Orhan e. Ew kurê Selîm Orhan e û bi salan ji bo dîtina bav, ap û kurapê xwe têkoşiya. Adnan Orhan niha jî hevşaredarê Sûrê ye û hê jî têkoşîna ji bo her sê ferdên malbata xwe didomîne.
Adnan Orhan li ber Bîrdariya Mafê Mirovan ku beşdarî çalakiya Xizmên Windayan û ÎHDê bû, têkildarî windakirina bav û ap û kurapê xwe ji Ajansa Welat re axivî.
Ewilî gund şewitandin, paşê jî sê ferdên malbatê kuştin
Adnan Orhan destnîşan kir ku 32 sal berê di 24ê Gulana 1994an de leşker hatin gund, gotin ku ’em ji Bolûyê hatin e’ û avêtin ser gund. Adnan Orhan da zanîn ku piştî bi ser gund de hat girtin, dengê çekan bi derdora gund ket û wiha got: “Rewşekî giran hebû. Helbet ew rewşa giran li her dera welatê me hebû. Hatin gund şewitandin û gotin herin. Em jî gund derketin. Bavê min got em dûr neçin. Nêzi gund me konên xwe danî. Hefteyekî di nav kon de em man û dîsa em vegiriyan gund. Malên me şewitandibûn û em dîsa li gund di nava konan de man. Piştî 2-3 rojan dîsa leşker hatin. Li bavê min pirsîn, jixwe bavê min ew ew sê bira ne. Navê bavê min, apê min û kurê apê min anons kirin. Gotin serleşker dibêje bila ew werin rê nîşanî me bide. Em li ber wan rabin. Wê wextê kî dibiran êdî venedigeriya. Lê bavê min, apê min û kurapê min bi darê zorê birin. Paşê jî me tu agahî ji wan negirt. Paşê xeber ji Pasûrê hat û gotin hin kes kuştin e. Apê min ew çûn li wir. Kesên hatine kuştin şewitî ne, nas nekirin. Ji bo wê apê min, wan nas nekiriye. Gundiyan jî çal-goncal vekirine û kesên mirî veşartine. Piştî deh salan malbatek çû serlêdan kir ji bo ew gor were vekirin. Ew cih hat vekirin lê ew kes ne nasên wê malbatê bûn. Me jî serlêdan kir û her sê ferdên malbata me derketin. Paşê hestiyan ji me dizîn û dan windakirin. 2-3 salan em li hestiyan geriyan û paşê gotin ku me hestiyên 8 kesan li gorên bêkesan veşartin e. Li gorî raporê rapora ATKyê bavê min û apê min li vir veşartin e. Kurê apê min ne lir wir e. Hestiyên wî winda ne. Lê hestiyên 8 kesan li hê jî di wê gora komî de veşartî ne.”
DMMEyê Tirkiyeyê mehkûm kir, lê encamek derneket
Adnan Orhan anî ziman ku Tirkiyeyê di warê hiqûqî de tu gav neavêt û got: “Her tişt bê encam ma. Ji me re gotin, me wan ne biriye, înkar kirin. Ji bo wê me bi rêya parêzerên xwe dozê bir rojeva Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME). Piştî dozê DMMEyê derbarê Tirkiyeyê de biryara mehkûmiyetê da. Tirkiye mehkûm bû. Me dîsa doz vekir, me got belkî encam diyar bibe. Piştî wê dîsa tu lêkolîn nehat kirin. Doz nehatin vekirin. Doz bi biryara demboriyê re rû bi rû hiştin û doz betal bû.”
Orhan: Divê komîsyona heqîqetê were avakirin
Adnan Orhan diyar kir ku niha pêvajoyek hatiye destpêkirin, ew piştevaniyê didinê lê divê li gorî xwesteka civakê pêk were. Adnan Orhan da zanîn ku hewce ye komîsyona heqîqatê were avakirin û ev yek anîn ziman: “Ne tenê ji bo vê mijarê, dewletê berê qala 17 hezar 500 kesên hatine windakirin dikir. Divê ji bo windayan komîsyon were avakirin û ev kes çawa hatine kuştin, faîl kî ne, divê vê yekê eşkere bikin. Bi awayakî ji bo çêkirinê gav werin avêtin, divê ji van malbatan lêborîn were xwestin. Bi hatina aştiyê re tiştek naqede, hêviyên malbatan ji pêvajoyê heye. Malbat dibêjin divê rastî derkeve holê.”
‘Divê gav bên avêtin’
Adnan Orhan destnîşan kir ku ev mijara windayan gelek meseleyek kûr û dûr e û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Jixwe winda hatin windakirin, lê li pey wan bi sedan malbat man. Û piştî wê ji nû ve jiyanek zehmet û zor dest pê dike. Gundê me hat şewitandin. Em zarok bûn û koçber bûn. Kesên me tune bûn, ji bo xebatê em çûn Enqerê, Sakaryayê. Ew jiyan gelek zehmet bû. Di nav wan malbatan de çîrokên gelek balkêş hene. Em dikarin bibêjin ev çîrok dibin roman, mijara pirtûkan. Her malbatek windayan gelek zor û zehmetî kişandin e. Ji bo vê divê îro gav bê avêtin û divê aştî pêk were. Lê aştiyêk mayînde ku dilê malbatan rehet bibe. Em dibêjin texrîbatên gelek giran çêbûne lê ji bo aştiyê divê gav bên avêtin.”