Amed – Yek ji Kordînatora 3yemîn Festîvala Fîlman a Amedê Lîsa Çalan qala girîngiya festîvalê kir û got: “Em dixwazin sînemagerên Kurd heta 15ê Tîrmehê serî li Fona Sînebîrê bidin.”
Festîvala Fîlman a Amedê îsal wê cara 3yemîn ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ve bê lidarxistin, didomin. Festîval wê di navbera 9 û 16ê Mijdarê de, bi hevkariya Serokatiya Daîreya Çand û Karên Civakî ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, bi pêşengtiya Komeleya Akademiya Sînemaya Rojhilata Navîn û Sinebîrê pêk bê. Festîval wê di du kategoriyên sereke de bê lidarxistin û di bin sernavên “Fîlmên Kurdî” û “Sînemaya Tirkiye û Cîhanê” de wê berhem werin pêşkeşkirin. Festîval wê bi kategoriyên tematîk ên wekî jin, zarok, xwezayî û hevgirtinê jî bê dewlemendkirin.
Di bin sernavê “Rêwîtiya Sînemaya Kurdî” de wê fîlmên dirêj, belgefîlm û kurtefîlm bikevin pêşbaziyê. Di vê beşê de wê bernameyên cuda yên nîşandanê jî hebin. Festîval piştî 8 salan wê careke din derkeve pêşberî sînemahezan. Di kategoriya Piştgiriya Projeyê ya Sinebîrê de jî wê di warên senaryoya fîlmên dirêj ên kurmancî, belgefîlm û kurtefîlman de piştgirî bidin projeyeke kurdî. Serlêdanên ji bo Fona Piştgiriya Projeya Sînebîrê wê heta 15ê Tîrmehê berdewam bikin. Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, ji bo pêşxistina sînemaya Kurdî, wê di warê senaryo nivîsandinê de bernameyên piştgiriyê pêşkêş bike. Serlêdanên festîvalê ku di 1ê Hezîranê de dest pê kiribûn îro bi dawî dibin.
Yek ji Kordînatora 3yemîn Festîvala Fîlman a Amedê û xebatkara Komeleya Akademiya Sînemayê ya Rojhilata Navîn Lîsa Çalan derbarê festîvalê de axivî û xwest ku sînemagerên Kurd serî li Fona Sînebîrê bidin.
Lîsa Çalan bi bîr xist ku festîval herî dawî di sala 2016an de bi hevkariyê li dar xistibûn û wiha got: “Di sala 2016an de qeyûm hat piştî polîtîkayên qeyûm û êrîşên li ser ziman û hunera Kurdî û festîvalên li Kurdistanê hebûn. Her tim sansurek hebû ji ber vê yekê jî me nikaribû festîvalan çêbikin. Niha bi hevkariya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê me careke din destpê kir ku em dixwazin festîvalê li dar bixin.”
‘Her tim sansureke veşartî li ser sînemaya Kurdî heye’
Lîsa Çalan girîngiya festîvalê û pirsgirêkên sinemaya Kurdî pê re rûbirû dimîne wiha vegot: “Bi taybetî 10-15 salên dawî di festîvalên li Tirkiyeyê çêdibin de cihê sinemaya Kurdî nîne ji ber ku sansureke veşartî her tim li ser sînemaya Kurdî heye. Ji ber vê yeke sînemaya Kurdî cihê ku xwe bigihîne gel tune ye. Ew qad her tim jê re girtî ye. Sansureke bi devkî nîne lê sansureke veşartî heye. Sînemaya Kurdî ku bi forûma xwe zimanê xwe çîrokên xwe yên ku bi vî gelî re girêdayî nagihije gel. Ji ber vê yekê girîng e ku em li Kurdistanê van festîvalan çêbikin. Fîlmên Kurdî projeyên Kurdî bigihîjin vî gelî û vî gelî bikin parçeyekî vê festîvalê. Ji ber wê me komîsyonek ava kir ku van deformasyona van 8 salên dawî li ser sînemaya Kurdî çêbûye rabikin. Em du kordînator û komîsyoneke berfireh hene. Me sînor nekir me got ew fîlmên van 8 salên dawî nehatibin nişandan dê cih bigirin. Bi vî rengî me çarçoveya vê festîvalê diyar kir.”
‘Dinya bi çîrokan tê ba hev’
Lîsa Çalan bal kişand ser dirûşma festîvalê ya bi navê “Dinya bi çîrokan tê ba hev” û wiha domand: “Ji ber ku li vê dinyayê tenê çîroka Kurdan nîne ji Afrîkayê bigire heta gelek deveran çîrok tejî ne. Çîrokên jinan çîrokên zarokan. Ev festîval qadeke wiha jî vedike. Ji ber vê yekê ev festîval girîng e.”
Lîsa Çalan da zanîn ku ji bilî Kurdistanê ji welatên din ji bo festîvalê serlêdan hene û wiha got: “Me festîval bi sînor nekiriye. Temayên me hene. Temaya hevkariyê, keziyên serhildêr û temaya zarokan ku me jê re gotiye perdeya xeyalan hene. Di nava van temayan de fîlmên ji der ve jî dê cih bigirin. Ji ber ku bîrdozî û felsefeya vê festîvalê diyar e. Ku sinema li ber xwe bide û ji hêla mijarên jinan, zarokan û mafê mirovan ve tev li festîvalê bibe her tim cihê fîlman heye.”
‘Em bi tenê nîn in’
Lîsa Çalan bi lêv kir ku ji ber dezenformasyona 8 salan niha pêdivî bi hevkariyê heye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ji ber di rojeva me de mijara aştiyê heye em dixwazin bi her civat û komê re jî bikaribin festîvalan li dar bixin û fîlman çêbikin. Bi vî rengî dokumenterîst, kîjan mafên mirovan û filmmor dê hevkariya festîvalê bikin. Em bi tenê nîn in.”
Dê li qadên vekirî jî fîlm bên nîşandan
Lîsa Çalan diyar kir ku dê festîvalê ne tenê li navenda Amedê dê li navçeyan jî li dar bixin û ev agahî dan: “Li vir Çand Amed heye. Hevkariya Şanoya Bajêr a Amedê dê çêbibe. Heke roj xweş bin em ê li derve jî fîlman nişan bidin. Armanc ne ew e ku tenê di bin banê eywanekê de were lidarxistin. Heta ku ji destê me were em ê xwe bigihînin her civat, gund û navçeyê. Plansaziyeke me ya bi vî rengî heye.”
Girîngiya Fona Piştgiriya Projeyê ya Sînebîrê
Lîsa Çalan qala Fona Sînebîrê ya piştgiriyê dide projeya fîlmên Kurdî ku di festîvalê de bên nîşandan jî kir û wiha berdewam kir: “Sînemaya Kurdî ji xwe tê sansurkirin lê sînemagerên Kurd jî otosansurê li xwe dikin. Dibêjin ‘em ê çawa vî filmî çêbikin? Em ê serî li kîjan fonê bidin?’ Ji ber ku qadeke ku serî lê bidin jî tune ye. Tu li çîrokên sinemaya Kurdî dinêrî, piranî li ser mafên mirovan, dagirkerî, sînor û şer e. Dema mijar ev tişt bin. Derhêner û senarîstên sînameya Kurdî nikarin xwe bigihînin fînansê ku fîlmên xwe çêbikin. Ji ber wê yekê ev proje ji bo me û ji bo sinemaya Kurdî jî pir girîng e. Em dixwazin qadekê vekin ku van senaryoyan ji dil û can bi fîlmekî bigihînin gelê xwe û gelên din. Fona Sînebîrê hem ji aliyê fîlmên metraj dirêj hem ji aliyê kurtefîlman hem jî ji aliyê belgefîlman ve piştgiriyê dide. Ev fon ne tene ji bo Bakur e, ji çar aliyê Kurdistanê re vekiriye. Ji Rojhilat, Başûr û Rojava jî dikarin serî lê bidin. Armanca vê fonê ew e ku sînemager bi ziman, form, reng û dengê xwe çîrokên xwe bêjin. Piştî heşt salan û şunde me dest bi vê yeke kir. Lê belku salên din berfirehtir bibe û xwe bigihîne her festîvalê. Me xwest ji bo sinemaya Kurdî pêşengtiyeke bi vî rengî bikin.”
‘Xwediyê her projeyê dê bibin parçeyekî vê xizmetê’
Lîsa Çalan axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir: “Bangawaziya me ew e ku sînemagerên Kurd serî li Fona Sînebîrê bidin. Ew jî bibin pêşengê vê fonê. Ji bo ku ev fon xizmeta çêkirina fîlmên Kurdî bike hem jî nivîs û senaryoyên Kurdî bi pêş bikeve û weke arşîvekê çêbibe. Gelek kes li me geriyan gotin ku ‘tu car fonek ji bo sînemaya Kurdî nehatiye veqetandin ji ber vê senaryoyên me hemû bi tirkî ne em çawa bikin’ Me jî got senaryoyên xwe vegerînin Kurdî ji ber ku ev ji bo sînemaya Kurdî arşîveke û senaryo jî çêdibin. Ew ê xwediyê her projeye bibin parçeyekî vê xizmetê ji ber wê yekê heta 15ê Tîrmehê serî li me bidin û bibin parçeyekî vê festîvalê em ê keyfxweş bin.”