Di Festîvala Çand û Hunerê ya Tetwanê de ku ji aliyê Şaredariya Tetwanê ve hatiye lidarxistin, ewilî ji bo ku balê bikişînin ser tiryakbûna madeyan dûçerxe ajotin, dû re jî li ser heman mijarê panelek hate lidarxistin. Roja 7an a mîhrîcanê bi konserê bi dawî bû.
Sendikaya Kedkarên Tendûristiyê (SES) a Şaxa Bedlîsê û Şaredariya Tetwanê di çarçoveya bernameya Mîhrîcana Çand û Hunerê ya Tetwanê de panela “Bikaranîna Madeyên Hişbir û tiryakbûn” li dar xistin. Panel li hewşa Konservatûara Şaredariya Tetwanê hat lidarxistin û pankarta “Qirkirina cîvakî û bikaranîna madeyên hişbir” hat daliqandin. Hevşaredara Tetwanê Belkiza Beştaş Epozdemîr, parlementera Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya Bedlîsê Semra Çagla Gokalp û gelek kes tev li panelê bûn.
Ewilî li ser qeraxa Gola Wanê têkildarî baldarkirina madeyên hişbir dûçerxe hat ajotin. Jin, zarok, ciwan û gelek kes tev li çalakiyê bûn û dirûşmên “jiyana azad xweş e, madeyên hişbir nebaş e” hat berzkirin. Her wiha Komeleya Çand û Zimanê Kurdî (MEDYA-DER) jî tev li çalakiya dûçerxeyê bû û bi dirûşmeyên xwe piştevaniya çalakiyê kirin. Çalakvanan heta cihê panelê dûçerxe ajotin û çalakiya wan a dûçerxeyê bi dawî bû.
‘Bikaranîna madeyan di 40 hezar zarokan de hatiye tespîtkirin’
Dû re panel bi moderatoriya serokê Yekitiya Tabîban a Tirk (TTB) a Şaxa Bedlîsê Osman Fatîh Şanli dest pê kir. Endamê Şaxa SESê ya Wanê Dr. Abbas Bîngol û endama Şaxa SESê ya Hatayê Hemşîre Leyla Kiran weke axîver di panelê de cih girtin. Ewilî moderator Osman Fatîh Şanli axivî û bal kişand ser daneyên bikaranîna madeyên hişbir û tiryakê. Osman Fatîh Şanli, diyar kir ku tiryakbûna bi madeyan zarok, jin û ciwanan hedef digire û got: “Tiryakbûna bi madeyan pirsgirêkek sîstemîk, aborî, malbatî, kesane û bijîşkî ye. Bi taybetî herêma me ji tiryakbûna bi madeyan pirtir bandor dibe. Ma li Tirkiyeyê mimkun e ku meriv tiryak nebe? Rêjeya cixarekêşanê di nav karkerên mêr de ji sedî 70 û di nav karkerên jin de ji sedî 30-40 e. Bikaranîna madeyan di 40 hezar zarokan de hatiye tespîtkirin. Tiryakbûn nexweşiyên kesayetiyê çêdike.”
‘Zarokên 9 salî jî dibin tiryakên madeyan’
Dr. Abbas Bingöl, behsa kesek çawa tevli pêvajoya tiryakê madeyan dibe û wiha got: “Di gelek kesan de rastiyeke mezin a tiryakê heye. Ev yek bi xwe re pêşerojek xeternak tîne. Bikaranîna madeyan ketiye di nava zarokên 9 salî de jî.”
‘Tiryakbûyîn û polîtîkayên dewletan bi hev re girêdayî ne’
Leyla Kalin jî diyar kir ku tiryakbûna madeyan roj bi roj zêde dibe û ev tişt got: “Dema ku em li gorî awayê çêbûna tiryakiyê difikirin, eşkere ye ku ne tenê takekesî ye, lê di heman demê de dînamîkek civakî, dîrokî û pir siyasî jî heye. Ji ber vê yekê, heke em tiryakbûnê tenê wekî helwestek biyolojîk bifikirin û bibêjin tiştekî takeksesî ye, ev ê pênaseyek nebaş û ne temam be. Girseya ku herî zêde tiryak dibin jin û zarok in. Girseya ku tiryakê madeyan e, di heman demê de girseya herî baş e ji bo rêvebirinê ye jî.”
Piştî panelê konser dest pê kir û rapbêj Ronî Artîn û Sîmyager derketin ser dikê. Rapbêj rastî eleqeyeke mezin hatin û bi stranên xwe qad coşandin. Herî dawî Koma Hevra derket ser dikê bi stranên ku wan bi xwe nivîsîne û stranên gelêrî guhdarvan mest kirin.