Amed – ATKê der barê girtiyê 85 salî Siddik Guler de rapora “Nikare bi tena serê xwe di girtîgehê de bijî” da. Keça Siddik Guler, Ayşe Guler destnîşan kir ku ji ber bavê wê hem nexweş e û hem jî nikare li xwe binêre divê demildest were berdan. Saziyên mafên mirovan û hiqûqê jî xwestin biryara ATKê were pêkanîn û Siddik Guler bilez were berdan.
Li gorî rapora Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) niha di girtîgehan de 335 jê giran, bi giştî hezar û 412 girtiyên nexweş hene. Ji bo girtiyên nexweş ên rewşa wan giran demildest bên berdan bangawazî tên kirin. Yek ji van girtiyan jî Siddik Guler (85) ê niha li Girtîgeha Tîpa T a Îskenderûnê tê ragirtin e. Siddik Guler, di lîsteya girtiyên nexweş ên giran de cih digire. Ji ber sedemên siyasî, cezayê muebbetê lê hatiye birîn û 27 sal in di girtîgehê de ye. Nexweşiyên Siddik Guler ên weke hîpertansiyon, dil, hestî, romatizma, alzheimer, nebihîstin û nedîtinê hene. Her wiha di kursiya biteker de jiyana xwe didomîne û hêj jî li girtîgehê tê ragirtin.
‘Nikare bi tena serê xwe bijî’
Parêzerên Siddik Guler, ji bo sewqa Saziya Tiba Edlî (ATK) serî li Serdozgeriya Komarê ya Îskenderûnê dabûn. Siddik Guler, di 20ê Hezîranê de sewqî ATKê hatibû kirin. 11emîn Lijneya Texsîsê ya ATKê têkildarî rewşa Siddik Guler di 27ê Hezîranê de rapor amade kir. Lijneyê bal kişand ser temen, tenduristî, derman û raporên ku nexweşxaneyan dane Siddik Guler û rapora “Nikare bi tena serê xwe bijî” da.
Li ser vê biryarê Serdozgeriya Komarê ya Îskenderûnê, 3yê Hezîranê bi nivîsekê têkildarî rewşa Siddik Guler ji midûriyeta polîsan pirsa “Ji bo civakê xeter e” kir. Piştî bersiva midûriyeta polîsan dê derbarê rewşa girtina Siddik Guler de biryar bê dayîn.
Keça Siddik Guler, Ayşe Guler, Hevserokê Federasyona Komaleyên Hiqûq û Piştevaniyê ya Malbatên Girtî û Hukumxwaran a Medê (MED TUHAD-FED) Kerem Canpolat û Serokê Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Amedê Ercan Yilmaz têkildarî biryara ATKê û neberdana Siddik Guler ji ajansa me re axivîn.
Ayşe Guler bal kişand ser biryara ATKê ya derbarê bavê wê de hatiye dayîn û wiha got: “Ji ber bavê min nexweş e em xemgînin û ji ber bavê min dê bê berdan û were nava malbatê jî em keyfxweş in. Divê bavê min zûtir hatibûya berdan.”
‘Tundiyek li ser girtiyên nexweş hene’
Ayşe Guler, da zanîn ku ji bo bavê wê were berdan gelek caran serî li ATKê dane û ev agahî dan: “Ji xwe nexweş bû dema dibirin ATKê di rê de zêdetir nexweş dibû. Ji bo berdana wî jî tu biryar nedidan. Bi salan e em li benda biryara berdana wî ne. Ji ber hem nexweş e û hem jî nikare li xwe binêre. Ji ber vê yekê berdana wî gelek derengî ket û nexweşiyên bavê min zêdetir bûn. Ji ber berdana wî dereng ketiye em dixwazin rojek berî rojekê were berdan. Temenê wî mezin bûye û nexweşiyên wî zêdetir bandorê lê dikin. Pir tê îhmalkirin. Girtiyên nexweş pir tên îhmalkirin. Tundiyek li ser girtiyên nexweş hene. Hinek ji wan dest û milên wan nîne nikarin di girtîgehê de bimînin lê ATKê rapor nedida wan.”
‘Kesên zirarê didin civakê zû berdidin lê yekî nexweş bernadin’
Ayşe Guler bertek nîşanî pirsa dozger a ji midûriyeta polîsan kiriye da û wiha domand: “Kesên zirarê didin civakê zû berdidin lê yekî nexweş û temenê wî 85 salî bernadin. Mirovekî wiha dê çi zirarê bide civakê. Dozgerî ev biryara ATKê şandiye midûriyeta polîsan, ew jî lêkolîn dikin ku ka bavê min dê zirarê bide civakê an nedê. Divê dozger bi xwe biryar dabûya û ne şandibûya midûriyeta polîsan. Hewcehî pê nebû ku midûriyeta polîsan li ser lêkolînê bike. Ji ber ku mirovekî nikare li xwe binere nikare zirarê bide civakê. Di girtîgehê de hevalên wî dibin alîkar, nikare xwarinekê bixwe nikare pêdiviyên xwe yên rojane bi cih bîne. Kesên jinan dikujin, zirarê didin zarokan û civakê, karê tiryak û fihûşê dikin zû tên berdan li ser wan tu lêkolîn nayên kirin. Em dixwazin hemû girtiyên nexweş rojek beriya rojekê bên berdan. Em hêvî dikin ku ji bo bavê min di demek nêzîk de biryara berdanê bê dayîn.”
‘ATK biryarên siyasî dide’
Hevserokê MED TUHAD-FEDê Kerem Canpolat jî da zanîn ku li girtîgehên Tirkiyeyê û bakurê Kurdistanê bi sedan girtiyên nexweş hene û wiha got: “ATK biryarên siyasî dide. Îradeyeke wê ya hiqûqî û tibî nîne. Ji ber vê yekê li ser vê mijarê me gelek çalakî jî kirin. Îro jî em dibînin ku dozger û rayedarên girtîgehê biryara ku ATKê daye naxin meriyetê. Ev yek civakê diêşîne.”
‘Em biryara dozger şermezar dikin û qebûl nakin’
Kerem Canpolat li ser daxwaza dozger a derbarê Siddik Guler de ji midûriyeta polîsan kirî jî ev tişt gotin: “Siddik Guler girtiyê nexweşê giran e. Dozger tevî biryara ATKê ji midûriyeta polîsan dipirse ku ‘ev mirov ji bo civakê xetereye an na’. Ev nêrînên faşîzan, bêhiqûqî, bêdemokrasîbûnê ne. Em vê yekê şermezar dikin û qebûl nakin. Di vê pêvajoya ku hêviyeke mezin daye civakê de jî daxwaza me berdana hemû girtiyan e. Ewilî jî girtiyên nexweş bên berdan. Divê Siddik Guler teqez were berdan rojên xwe yên dawî li cem malbata xwe derbas bike. Em dixwazin hemû aştîxwaz bertekê nîşanî neberdana Siddik Guler bidin. Em weke federasyona malbatên girtiyan berdana girtiyên nexweş ji bo vê pêvajoya aştiyê weke gaveke erênî dibînin. Daxwaz û çalakiyên me dê ji bo vê yekê bidomin.”
‘Daraz rê li pêşiya binpêkirina mafan vedike’
Hevserokê Şaxa ÎHDa Amedê Ercan Yilmaz jî da zanîn ku Siddik Guler di lîsteya wan a girtiyên nexweş de ye û wiha got: “Tevî ku temenê wî mezin e jî girtiyekî bi salan e li girtîgehan tê ragirtin. Derbarê wî de bi salan e serlêdan tên kirin ku were berdan û gelek caran derbarê rewşa wî ya tenduristiyê de sewqî Saziya Tiba Edlî hatiye kirin. Lê li Tirkiyeyê nêzîkatiya darazê û saziyên cemaweriyê ya girêdayî konjonktora siyasî dibe sedem ku mafên mirovan tune bên hesibandin û girtiyên nexweş di girtîgehan de bên ragirtin.”
‘Divê Siddik Guler demildest were berdan’
Ercan Yilmaz destnîşan kir ku dema derbarê Siddik Guler û bi sedan girtiyên nexweş de nirxandin bên kirin divê mafê tenduristiyê, ewlehiya kesane û azadiyê berçav were girtin û wisa biryar were dayîn. Ercan Yilmaz diyar kir ku divê rapora ATKê ya derbarê Siddik Guler de daye were nirxandin û Siddik Guler demildest were berdan. Ercan Yilmaz bi lêv kir ku ji ber qanûn cihekarî û derhiqûqî yên di nava Qanûna Înfazê de biryarên ATKê ku ji bo girtiyan baş in jî dereng tên pêkanîn û wiha got: “Gotina ‘Ji bo civakê bi xetere ye’ gotineke razber e û dibe sedemên pêkanînên keyfî. Weke ku em bi israr dibêjin divê ev gotin demildest ji qanûnê bê derxistin. Divê qanûnên ku rêgezên gerdûnî yên mafên mirovan ên têkildarî girtiyên nexweş esas digirin bi lez werin pêkanîn û girtiyên nexweş bên berdan.”