• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
11 ÎLON 2025
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    AVKAMED ava paqij bir 47 gundên Amedê

    AVKAMED ava paqij bir 47 gundên Amedê

    Şahidê 12ê Îlonê: Heta hevrûbûnek çênebe meseleya Kurd çareser nabe

    Şahidê 12ê Îlonê: Heta hevrûbûnek çênebe meseleya Kurd çareser nabe

    Dilawer Zeraq: Mirov nayên perwerdekirin, wek robot tên amadekirin

    Dilawer Zeraq: Mirov nayên perwerdekirin, wek robot tên amadekirin

    ROJEVA 11ê ÎLONA 2025an

    ROJEVA 11ê ÎLONA 2025an

    Walîtiya Mêrdînê meşa zimanê dayikê ya li Qoserê qedexe kir

    Walîtiya Mêrdînê meşa zimanê dayikê ya li Qoserê qedexe kir

    Paytexta Yemenê ji hêla îsraîlê ve hat bombebarankirin

    Paytexta Yemenê ji hêla îsraîlê ve hat bombebarankirin

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    AVKAMED ava paqij bir 47 gundên Amedê

    AVKAMED ava paqij bir 47 gundên Amedê

    Şahidê 12ê Îlonê: Heta hevrûbûnek çênebe meseleya Kurd çareser nabe

    Şahidê 12ê Îlonê: Heta hevrûbûnek çênebe meseleya Kurd çareser nabe

    Dilawer Zeraq: Mirov nayên perwerdekirin, wek robot tên amadekirin

    Dilawer Zeraq: Mirov nayên perwerdekirin, wek robot tên amadekirin

    ROJEVA 11ê ÎLONA 2025an

    ROJEVA 11ê ÎLONA 2025an

    Walîtiya Mêrdînê meşa zimanê dayikê ya li Qoserê qedexe kir

    Walîtiya Mêrdînê meşa zimanê dayikê ya li Qoserê qedexe kir

    Paytexta Yemenê ji hêla îsraîlê ve hat bombebarankirin

    Paytexta Yemenê ji hêla îsraîlê ve hat bombebarankirin

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Aktan: Şewitandina çekan a PKKê peyameke kûr e
Teke: Li şûna can em çekan binax bikin

Fexredîn Kiliç - Bîlal Guldem / AW

11 TÎRMEH 2025 - 08:27
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Amed – Rojnameger Îrfan Aktan bal kişand ser merasima çek şewitandina PKKê û got: “PKK çekên xwe venaşêre, binax nake û teslîm jî nake. Dişewitîne. Tiştek dema bê şewitandin êdî careke din nayê bikaranîn. Ev jî peyameke pir kûr e.” Dayika Nezahat Teke jî got: “Bi salan e em dibêjin. Em ne canên ciwan, çekan binax bikin. Bila êdî tu dayîk negirîn. Bila aştî pêş bikeve.”

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 9ê Tîrmehê de di çarçoveya “Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk” de bangeke nû ya dîrokî kir. Ev bang bi dîmen û li gel 6 hevalên xwe yên li girtîgehê kir. Komeke endamên PKKê dê li ser banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dê îro li bajarê Silêmaniyê yê Herêma Kurdistana Federe merasîma çek şewitandinê li dar bixe. Li ser vê yekê komeke ku siyasetmedar, rewşenbîr, rojnameger, nivîskar, Dayikên Aştiyê û endam û rêveberên saziyên sivîl di nav de li Amedê kom bûn duh ber bi bajarê Silêmaniyê ve bi rê ketin.

Dayika Aştiyê û di di heman demê de dayika xebatkara kovara Ozgur Halkê Nesrîn Teke ku li dijî komploya navdewletî ya li hemberî Rêberê PKKê Abdullah Ocalan di 2yê Hezîrana 2000î de xwe şewitand û di 9ê Tîrmeha 2000î de li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da Nezahat Teke û rojnameger Îrfan Aktan jî di nava vê komê de cih digirin. Dayika Aştiyê Nezahat Teke û Îrfan Aktan li ser banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û merasîma çek şewitandinê ya komeke endamên PKKê ji Ajansa Welat (AW) re axivîn.

‘Bila hinek dayikên din zarokên xwe winda nekin’

Dayika Nezahat Teke keça xwe Nesrîn Teke bi bîr anî û wiha got: “Ne 25 sal here hezar sal jî derbas bibin her roj di dilê me de ne. Dema roja salvegera wan tê em hê bêhtir xemgîn dibin û agirê dilê me bêhtir geş dibe. Duh serê sibê ez wisa bi xemgîniyekê rabûm, weke ku her tiştên xwe yê bi rûmet winda kiribe lê dema ku ez rabûm min dîmenê Rêberê Gelê Kurd Birêz Abdullah Ocalan dît dema banga aştiyê û çekdanînê kir ji bona min moraleke xweş bû. Raste wan canê xwe da, belkî hinek kes ji me re dibêjin qey ew ê zarokên we bên. Em dizanin zarokên me nayên. Em dizanin êdî Nesrîn û bi hezaran hevalên xwe ji mezelan ranabin. Lê yek bangeke me heye, me li ser gorên wan jî got û 25 sal jî derbas bûn em dîsa jî dibêjin bila hinek dayikên din zarokên xwe winda nekin. Bila hinek dayîkên din hêsirên çavên xwe paqij nekin. Ji bo na me îro rojeke gelek dîrokî ye. Bi salane em dibêjin em canên ciwan nekin bin axê, em dibêjin em çekan binax bikin. Em dayik dibêjin heke îro çek bên binaxkirin, divê dewlet jî demildest gavên girîng biavêje. Da ku em jî bibêjin va pêvajo du aliye ku em jî kêfxweş bibin.”

‘Em hêvî dikin ev bang bê bersiv nemîne’

Nezahat Teke destnîşan kir ku banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a bi dîmen bangeke dîrokî ye û wiha domand: “Banga bi dîmen piştî 26 salan hate kirin. Dema ku Nesrînê bedena xwe da ber agir, min jê re got ‘te çima bedena xwe da ber agir?’ Ji min re got, ‘dayîka min dem dema aştiyê û dema agirbestê ye, bi tenê canekî min heye, ez dikarim ji bo na aştiyê canê xwe bidin. Ez nikarim zerarê bidin tu însanan.’ Min got ku ‘tu başbibî tu bêjî çi karî bikî ez ê bikim.’ Got ‘tu dayikî encax tu kar bikî ku hinek dayîkên din negirîn.’ Ji bona vê yekê 25 sal in heta ez saxbim ez ê ji bo ku dayîk negirîn bi têkoşim. Çend roj berê dîmenên dayikên leşkerên ku jiyana xwe ji dest dan min di televîzyonan de dît digiriyan ez jî bi wan re giriyam. Li kurê dema ku dilê dayîkek biêşê ew dikeve dilê me jî. Em hêvî dikin ev bê bersiv nemîne.”

‘Heke aştî pêk were dê bi destê birêz Ocalan pêk were’

Nezahat Teke, destnîşan kir ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hêviya aştiyê daye wan û wiha pê de çû: “Hêviya ku em dibêjin hestirên çava bide sekinandinê. Lê ji bo ku em qaneh bibin, em bibêjin wa aştiyek hat vî welatî lazim e ku dewlet jî gav biavêje. Em ji bere ve jî dibêjin ku aştiyek pêk bê jî dê bi destê birêz Ocalan, pêk bê. Îro yên ku destên xwe dirêjî aştiyê kirine, çi birêz Ocalan, çi birêz Dewlet Bahçelî û çi jî birêz Tayîp Erdogan dibe kî destê xwe dirêjî aştiye bike em rêzdarê wan in. Kî xwe bide pêşiya hestirên em rêzdarên wan in. Me bedenên canên xwe û zarokên windakirine. Lê em rêz ji wan însanan re digirin ku yên keda aştiyê bike. Hinek kes derdikevin diaxivin tiştên cuda dibêjin gelo wan kesên dertên kezeb û dilê wan şewitiye. Gelo zarokên wan li ber çavên wan xwe şewitandine. Gelo perçeyên zarokên wan bi kargoyan ji wan re hatine. Em van tiştan ji wan dipirsin. Em herkesi vedixwînin wijdanê.”

‘Em hêvî dikin ku şer bi dawî bibe’

Nezahat Teke axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Bi salane ku em dibêjin bila çek binax bibin em jî dixwazin ku em jî bibin şahidê wê kêliyê û bi çavên serê xwe bibînin ku çek danîn bi dawî kirina şer e. Ez hêvî dikim bi vî awayî berdewam bike. Û heta em ji wir vegerin mizginiyên xêrê ji me re werin. Peyama birêz Ocalan, bandorê li ser herkesê kirî ye. Em jî weke Dayîkên Aştiyê bi temsîliyeta ku ji her bajarekî yek diçe. Yek ji Erdîş, Îzmîr, Mêrdîn û em dudu jî ji Amedê diçin. Em hêvî dikin ku em bi mizgîniyên xweş bên. Berdewama vî şerî tune be û şer bi dawî bibe.”

‘Ev ji bona serkeftina vê pêvajoyê peyamên gelek girîng in’

Rojnameger Îrfan Aktan jî diyar kir ku dîmenê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi xwe peyamek bû û wiha got: “Peyam bi xwe tiştekî dîrokî bû piştî 26 salan. Bi rêya vîdeoyê Birêz Ocalan, hem peyamek da raya giştî û hem jî tevgera xwe. Naveroka peyama Birêz Ocalan, tabuyek xerab kir. Heta niha hem civaka Kurd û hem jî siyasetmedarên Kurd baweriya wan ew bû ku digotin ji xeynî şer tu rêyên azadiyê û serfiraziyê nîn in. Lê yên ku herî pêşî tivingê girtine destên xwe got, êdî maneya şerê bi rêya çekan nemaye. Ocalan, tabuyek xerab kir. Lê dewletê jî heta niha 26 sal in hemû xerabî û problemên Tirkiyeyê li ser pişta birêz Ocalan, siwar kiribû. Çi pirsgirêkên mezin ên derketin girêdayî PKKê û birêz Ocalan dikir lê dewletê jî bi rêya vî dîmenê tabuya xwe binpê kir. Ev ji bo na serkeftina vê pêvajoyê peyamên gelek girîng in.”

‘Em hêvî dikin ku li payîzê biharê bijîn’

Îrfan Aktan bal kişand ser çekdanîna endamên PKKê ya îro li Silêmaniyê û wiha berdewam kir: “Tiştekî gelekî dîrokî ye. PKKê di pêvajoyên berê de jî digot em çekên xwe deynin ku derê. Dewletê hinek zagon derxistin, zagonên ku navên wan efû, hûn efûyê bixwazin da ku em jî ji bo we tiştekî bikin. Û Kurdan jî digot ev ne aştiyeke bi rûmet e. Niha aştiyeke rûmetî dikare bi vê rêyê bê avakirin. PKK çekên xwe naveşêre, biax nake yan jî teslîm jî nake disoje. Tiştek dema bê şewitandin êdî careke din nayê bikaranîn. Ev jî peyameke pir bi wate û kûr e. Kurd dibêjin ji niha pê ve em bi rêya çekan mafên xwe naxwazin. Nasnameya me hate pejirandin. Lê mafên me yên çandî û nasnameyî hê jî nehatiye pejirandin. Em ê têkoşîn û berxwedana xwe bi rêya demokratîk berdewam bikin. Ka em ê bibînin em jî gelek kelecan in, dibe ku berdewam jî bike. Niha em li Amedê ne, lê Silêmanî gerimtir e. Ev du mehên havînê jî gerimtir in, hêvîdarim bi rêya dîplomasî û siyasete jî pir gerimtir derbas bibe. Em hêvî dikin ku payîzê biharê bijîn.”

‘Rêxistinên şerxwaz tu qulo piloyan nekin dê pêvajo serbikeve’

Îrfan Aktan pêvajoyên beriya niha bi bîr xistin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Ev pêvajo ji nişka ve çênebû. Heta niha 3-4 pêvajo çêbûn û xerabûne û êdî zanyariya her du aliyan jî heye. Ka pêvajoyek baş dê çawa bê avakirin û rêvebirin. Tecrubeyek heye. Niha civaka Tirk û ya Kurdistanê jî ji vê pêvajoyê re ne amade bû, ji ber ku zext û zordariya dewletê pir giran bûbû. Axaftinên mîlîtarîst pir zêde bûbûn di vê demê de kes ji me bi hêvî nebû ku pêvajoyeke wiha dê dest pê bike û serbikeve. Hin netewperestên di nava civaka Tirkiyeyê û di nav Kurdan de vê pêvajoyê weke teslimiyet dibînin. Di nava civaka Tirk de hin kes dibêjin ‘dewlet teslimê PKKê bûye’ û hin Kurd jî dibêjin PKK teslîmê dewletê bûye.’ Lê ne rastiye di dema aştiyeke bi rûmet de divê xwestekên xwe daqûrtînin. Dibe ku xwestekên hin kesan di qirika wan de bimîne. Lê aştî wisa ava dibe, atmosferek baş diguhere. Ev der Rojhilata Navîn e, sibê dibe ku qulo piloyek din çêbibe. Em nizanin dibe ku rêxistinên şerxwaz tu qulo piloyan nekin ez bawerim dê pêvajo serbikeve.”

FacebookTweet

Nûçeyên Din

AVKAMED ava paqij bir 47 gundên Amedê

AVKAMED ava paqij bir 47 gundên Amedê

11 ÎLON 2025
Şahidê 12ê Îlonê: Heta hevrûbûnek çênebe meseleya Kurd çareser nabe

Şahidê 12ê Îlonê: Heta hevrûbûnek çênebe meseleya Kurd çareser nabe

11 ÎLON 2025
Dilawer Zeraq: Mirov nayên perwerdekirin, wek robot tên amadekirin

Dilawer Zeraq: Mirov nayên perwerdekirin, wek robot tên amadekirin

11 ÎLON 2025
ROJEVA 11ê ÎLONA 2025an

ROJEVA 11ê ÎLONA 2025an

11 ÎLON 2025
Walîtiya Mêrdînê meşa zimanê dayikê ya li Qoserê qedexe kir

Walîtiya Mêrdînê meşa zimanê dayikê ya li Qoserê qedexe kir

10 ÎLON 2025
Paytexta Yemenê ji hêla îsraîlê ve hat bombebarankirin

Paytexta Yemenê ji hêla îsraîlê ve hat bombebarankirin

10 ÎLON 2025

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Çîrokek ji Geliyê Zîlan: Delala Dînik

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Girtiyê nexweş ev 3 roj in di beşa lênêrîna awarte de ye

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ROJEVA 01ê ÇILEYA 2025an

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ‘Ragihandin di nav şer de têkoşîna zîhnî dike’

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Keda 200 salî ya Hesinkarê Ermenî Xaço û hedatî

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Zarokên Suryan fêrî suryanî dike

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Abdullah Ocalan Mafê Hêviyê anî rojeva Tirkiyeyê

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Nivîskar û rojnameger Abdurrahîm Kiliç wefat kir

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Onen: Em dixwazin gel ji bin vî şerê psîkolojîk derxin

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • ÎLON 2025 (181)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne