Bedlîs – Siyasetmedarê Kurd Mehmet Can Demîr ku derheqê geşedanên nû yên pêvajoya aştiyê de axivî, bal kişand cudahiyên pêvajoya nû û yên berê û got: “Ti pêvajo yekalî nameşe, divê her du alî jî tawîzkar bin.”
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, di 27ê sibatê de “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” kir û pêvajoyek da destpêkirin. Di encama banga Ocalan de Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) 5-7ê gulanê de kongreya xwe pêk anî û xwe hilweşand û gotin ku ew dawî li şerê çekdarî tînin. Herî dawî di 11ê vê mehê de li Şikeftên Casene ya girêdayî bajarê Silêmaniyê ya Herêma Kurdistanê tevî rojnameger, akademîsyen, nûnerên saziyên sivîl û endam û rêveberên partiyên siyasî merasîmek hat lidarxistin. Di vê merasîmê de Koma Aştî û Civaka Demokratîk ku Hevseroka Konseya Rêveber a KCKê Bese Hozat jî di nav de bû, li ber kamera û şandeyê daxuyaniyek dan û bi sembolîk çekên xwe şewitandin. Bi vê gavê pêvajoya ku Abdullah Ocalan dabû destpêkirin, gihişt merxeleyeke din.
Li ser vê mijarê siyasetmedarê Kurd Mehmet Can Demîr ku ji DEHAPê heta DEM Partiyê di nava siyasetê de bûye û şahidiya pêvajoyên aştiyê kiriye, bi ajansa me (AW) re axivî.
Mehmet Can Demîr, di dema dibistana seretayî de Tevgera Azadiya Kurd nas kiriye û ji wê demê ve bênavber di nava têkoşînê de ye. Ji sala 1998an ve di Partiya Demokrasiyê ya Gel (HADEP) de weke endam û rêveber dest bi siyaseta legal kiriye û piştî girtina HADEPê ya di sala 2003an de wî di damezrandina Partiya Gel a Demokratîk (DEHAP) ya Bedlîsê de cih girtiye. Mehmet Can Demîr, du serdeman serokatiya DEHAPê ya Bedlîsê jî kiriye û piştî fesihkirina DEHAPê du serdeman jî di Partiya Civaka Demokratîk (DTP) de serokatiya Bedlîsê kiriye. Wî di Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) de jî xebatên siyasî meşandine û dû re ji ber ku pêdivî bi rêxistinên sivîl çêbû, Mehmet Can Demîr Yekitiya Hilberînerên Titûnê li Bedlîsê avakiriye. Piştre careke din vegeriya ye siyasetê û niha jî weke rêveber di DEM Partiyê de siyasetê dike. Ew gelek caran hatiye girtin û girtîgehê de jî ma ye. Mehmet Can Demîr, di pêvajoya aştiyê ya sala 2015an de jî xebateke aktîf meşandiye û piştî têkçûna pêvajoyê derbarê wî de gelek lêpirsîn hatine destpêkirin.
‘Pêvajo eleqeyeke mezin dibîne’
Mehmet Can Demîr, bal kişand ser pêvajoya nû ya bi banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye destpêkirin û destnîşan kir ku ev pêvajoye eleqeyeke mezin dibîne. Mehmet Can Demîr, anî ziman ku xwedî li pêvajoyê tê derketin û got: “Projeya Rêzdar Ocalan tê bicihanîn û rêxistin jî di her warî de bersiveke erênî dide nîşan. Çawa em dibînin ku xwe fesih kir û çekên xwe şewitandin, helwesteke di cih de ye. Ji raya giştî re jî bi taybetî miletê Kurd, aştîxwaz û demokrasîxwaz ve jî bi erênî hat pêşwazîkirin. Lê divî em ji bîr nekin ku têkoşîn hê nû dest pê dike. Gelek caran Rêzdar Ocalan rexne dikir û digot ku kes min fêm nake. Bi rastî jî wisa bû, Rêzdar Ocalan di manîfesto û gotinên xwe de hertim digot xebatên xwe mezintir bikin, lê bi rastî jî me fêm nedikir. Gava Rêzdar Ocalan di salên 90î de jî behsa aştiyê dikir, gelek kesan digot têkoşîn qediya. Tiştekî ku qediyayî nîne, têkoşîn nû destpêdike û tenê şerê çekdarî ji holê radibe.”
‘Ti car têkoşîn naqede’
Mehmet Can Demîr, da zanîn ku ji bo pêşketina têkoşînê ew weke gel paşve mane û nekarîne pêdiviyên rêxistinê bi cih bînin. Mehmet Can Demîr, diyar kir ku niha dema rêxistinbûyînê ye û divê herkes di kijan beşa civakê de pêdivî hebe cih bigire. Mehmet Can Demîr, mînaka çand, ziman û nasnameya Kurd da û wiha pê de çû: “Em weke gel di warê ziman, çand û nasnameya xwe de çiqas bi rêxistinkirî ne? Ez bixwe dibînim ku di van xalan de bê rêxistinyeke mezin heye. Di qada tendûristiyê de em çiqas bi rêxistinkirî ne? Divê ji îro pê ve di van qadan lawaz de em xwe birêxistin bikin û vê pêvajoyê jî bi gelê xwe baş bidin fêm kirin. Gel dizane ka pêvajo bi çi awayî dest pê kir,
pêvajoyên berê û ya niha de. Mehmet Can Demîr, anî ziman ku pêvajoyên berê hemû ji hêla Tevgera Azadiya Gelê Kurd ve yekalî dimeşiyan û ev tişt got: “Pêvojoyên yekalî tên meşandin encam nagire û divê yên li hember jî gavan biavêje. Lê mixabin heta 2015an ev daxwaz tinebû. 2015an xw lê dê çawa bimeşe zêde agahdar nîne. Divê em vê hêlê de jî wan agahdar bikin. Dirûşmeyeke me Kurdan ji bo Kurdî heye û dibêje ku ‘Her der Kurdî, her dem Kurdî’. Ez vê yekê ji bo siyasî jî dibêjim, ‘Her der têkoşîn her dem têkoşîn’. Ti car têkoşîn naqede, divê her dem berdewam bike. Ji demokrasiyê, ji bo aştiyê, ji bo azadiyê, ji bo siberojeke xweş û geş divê her dem têkoşîn bê dayîn.”
Ferq û cudahiyên pêvajoya nû ji yên berê çi ye?
Di berdewamiyê de Mehmet Can Demîr bal kişand ser ferq û cudahiya di navbera esteka her du aliyan jî hebû, rêxsitin û Rêzdar Ocalan komîsyonên xwe jî avakiribûn û bi serdestan re jî lihevhatinek hebû. Lê hat xuyakirin ku serdest ne sadiqê vê pêvajoyê bûn û hertim dixwestin ên li hemberî xwe bixapînin û ji holê rakin. Rêzdar Ocalan û Tevgera Azadiyê jî ev yek dizanî, lê ji bo ku xerakerê vê pêvajoyê ew nebin, pêvajo dimeşandin. Heke du alî li hemberî hev di nava têkoşînekê de bin û di dawiyê de bixwazin vê têkoşîna di navbera xwe de ji holê rakin û li ser esasê aştiyê li hev werin, divê bi hev re tawîzan bidin. Tawîzkar bin. Tevgera Azadiyê tişta ku weke tawîz bikaribin bidin dan, lê tenê 2 tiştan de tawîz nedan û ev yek jî nemimkun bû jixwe. Xala yekemîn nasnameya gelê Kurd, ya duyemîn jî zimanê dayikê bû. Heke di van xalan de tawîz bihatana dayîn, ti wateya vê têkoşînê nedima. Lewma hem ji ber van her du xalan, hem ji ber meseleyên siyasî ew pêvajo pêşve neçû.”
‘Rêzdar Ocalan ji xwe bawer e’
Mehmet Can Demîr, da zanîn ku di pêvajoya 2015an de Erdogan hertim gef li Kurdan dixwar û destnîşan kir ku gef ne eşeke, lê belê sergirtî bûn. Mehmet Can Demîr, wiha dawî li axaftina xwe anî: “Erdogan digot ku heke Kurd li ba min cih negirin, alternatîfên we hene, ez dê bi wan re bikevim têkiliyê. Ew alternatîf kê/kî bûn? Ew jî nîjadperestên Tirk bûn, weke MHPê. Di dawiyê de bi nîjadperestran re rûnişt û pêvajo xera bû. Şer careke din dest pê kir, gelek nebaşî û neqenciyan rû da. Lê îro Rêzdar Ocalan tiştekî berbiçav ji desthilatdariyê naxwaze. Çima naxwaze, ji ber ku bi hêza xwe bawer e û gelê Kurd jî bi vê hêza wî bawer e.
Dema 7 xal eşkere kirî, tiştekî şênber naxwaze, ev xal pir ji rêzê ne. Vê yekê xeyalên gelek kesan şikand, lê esasê van 7 xalan nehat fêmkirin. Di van xalan de 2 peyamên girîng hebûn, peyamek ji bo gelê Kurd, peyamek jî ji bo desthilatdariya Tirkiyeyê bû. Ji desthilatdarî û rêveberên Tirkiyeyê re dibêje ku ev bi salan e hûn Tirkiyeyê birêve dibin, lê we nekariye demokrasiyê bînin. We ti wext nezanî ka menfeta gelên Tirkiyeyê di çi de ye. Bi vê yekê barê Tirkiyeyê jî ma li ser milên Rêzdar Ocalan. Lê Rêzdar Ocalan ji xwe bawer e ku demokrasiyê bîne Tirkiyê. Peyama ji bo Kurdan jî ew bû ku digot xwe birêxistin bikin. Hat dîtin û pejirandin ku bi şerê çekdarî encam nayê stendin û bi şerê çekdarî ne têkçûn heye, ne jî serkeftin. Ji ber vê yekê divê guhertin bê destpêkirin û rê û rêbazên din biceribînin. Lê divê Kurd di her warê jiyanê de xwe bi rêxistin bikin. Rêzdar Ocalan dibêje ku divê rêxisitinbûyînek wisa bê avakirin ku desthilatdar mecbûr bimîne ku bi ser rêya rast. Mînak, ne bi hêvî û daxwazan, divê hûn bi xebatên xwe zimanê xwe bikin zimanê fermî.”