Amed – Rêveberê Weqfa Koçê û Alîkariya Mirovahî Lokman Amac têkildarî Meclisa Zarokan û amadekariya Pirtûkxaneya Amed Donat diyar kir ku ji bo piştgiriyê bidin zarokan xebatên wan didomin û got: “Em hêvîdikin ku ji bo pirtûkxanayê her kes pirtûkan ji mere bişîne.”
Li Amedê di 22ê Gulanê de Meclisa Zarokan hat ragihandin. Meclisê ji bo zarokan dest bi xebatan kir. Gelek sazî di nava meclisê de cih digirin. Weqfa Koçê û Alîkariya mirovahiyê jî di nav meclisê de ye. Rêveberên weqfê Lokman Amac têkildarî meclisê û amadekariya avakirina Pirtûkxaneya Amed Donat ji Ajansa Welat (AW) re axivî.
‘Em ê pirtûkxaneya Amed Donat ava bikin’
Lokman Amac anî ziman ku ew ê ji bo zarokan pirtûkxaneya bi navê ‘Amed Donat’ ava bikin û got: “Amed Donat zarokêkî ku me bûrs didayê bû. Di sala 2022an de jiyana xwe dest da. Em dizanin ku di jiyanê de hemû zarok ne xwedî heman firsendin. Ji bo hemû zarok bibin xwedî heman firsend, divê tevahî sazî bixebitin. Sazî xebitîn. Eger îro li her edrê hewza avê hebûya, dibû ku Amed Donat jiyana xwe dest nedabûya. Divê şert û mercen zarokan nêzî hev bin. Di navbera wan de ewqasî cudahî tunebe. Ji bo ku em pirtûkan bigihijînin zarokan em ê pirtûkxaneyê ava bikin. Ji bo vê jî hewcedarî bi pirtûkan heye. Em li benda pirtûkan in.”
‘Em ji bo perwerdehiya zarokan dixebitin’
Lokman Amac diyar kir ku bi taybetî ji bo zarokan dixebitin û wiha axivî: “Em ji bo zarokên ku şertên wan kêm û derfetên wan kêm dixebitin. Em bi piranî ji bo wan dixebitin. Ji bo ku ew zarok perwerdehiya xwe berdewam bikin bi piştgiriyan bûrsê didin wan. Ji bo zarok xwe nas bikin, mafê xwe bizanin atolyayan pêk tînin. Em di xebatên xwe de nêrinên zarokan distînin. Li gorî xwestêka zarokan xebatan pêk tînin. Meclisa Zarokan di bin siya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê hatiye avakirin. Hemû saziyên amedê endamên meclisê ne.”
‘Em xebatên xwe bi pir zimanî pêk tînin’
Lokman Amac destnîşan kir ku her roj diçe, zimanê Kurdî êdî kêm tê axaftin û wiha lê zêde kir: “Ji bo zarok bi zimanê zikmakî biaxivin em xebatên xwe bi pirr zimanî dikin. Em ji bo zarokan mînak in. Divê em jî her qadê zimanê Kurdî biaxivin. Îro kesên mezin ji bo zarokan biryarê didin. Em vê ferasetê qebûl nakin. Di pêşeroja de zarok çîbikin bila bikin divê biryar zarok bidin. Divê kesên mezin tenê piştgiriyê bidin zarokan. Di nava Weqfa me de jî komîsyona zarokan heye. Em li vir li her qadê piştgiriyê didin zarokan. Salê carekê em li dijî binpêkirina mafên zarokan lêkolînê çêdikin û raporê amade dikin. Ji bo ew binpêkirinên mafên zarokan bên dîtin ev rapor giring in.”
‘Bûrsê didin 455 zarokan’
Lokman Amac da zanîn ku ji bo zarok perwerdehiya xwe berdewam bikin ew bûrsê didin zarokan û ev tişt got: “Nêzî 455 zarok bûrsê digirin. Bi taybetî jî zarokên firsendê wan ne wekî zarokên din in em bûrsê didin wan zarokan. Ew piştgirî jî heta ku zarok lîseyê xilas bikê berdewam dike.”
‘Divê di nava zarokan de cudahî tune be’
Lokman Amac bi bîr xist ku 50 sal in şer heye û ev jî bandorê li jiyana zarokan û axaftina wan dike û wiha bi dawî kir: “Em dikarin mînakê şerên Sûrê bidin. Di wê demê de gelek zarok koçberî bajarên din bûn. Jiyana wan hat guhertin. Ji ziman, perwerdê û welatê xwe dûr ketin. Îro jî behsa aştiyê tê kirin. Em piştgiriyê didin aştiyê. Em dixwazin ku di nava zarokan de cudahî tunebe. Hemî zarok yêk bin. Dema ku firsendê zarokan ne yêk bin ew bandorê li jiiyana zarokan dike. Zarok perwerdê dûr dikevin. Îro em dibînin ku zarokên ji perwerdehiyê dûr ketine tiryakê bikar tînin. Em dixwazin ku aştî ji bo zarokan tiştên baş derxê holê.”