Amed – Rêveberên Odeya Bijîjkan a Amedê û Şaxa SESê ya Amedê ku êrişên dewleta tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nirxandin desthilata AKPê hişyar kirin û gotin: “Şer ji bo mirovahiyê qirkirine. Divê were bidawîkirin.”
Êrişên dewleta tirk û koma wê ya paramîlîter SMO’yê yên li ser gund û bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomin. Hevserokê Şaxa Sendîkaya Kedkarên Xizmetên Civakî û Tenduristiyê (SES) ya Amedê Mehmet Nûr Ûlûs û Sekreterê Odeya Bijîjkan a Amedê (DTO) û Berdevkê Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê yê Demê Ahmet Baran êrişên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nirxandin û diyar kirin ku ev êriş nayên qebûlkirin.
Hevserokê Şaxa SESê yê Amedê Mehmet Nûr Ûlûs diyar kir ku ji aliyê kedê ve ji salên 90î vir ve ji bo aştiyê kedeke mezin didin û wiha got: “Em jî ala wan hildigrin û li ser wê esasê xebatên xwe dimeşînin. Heke mirov tenduristvan be û armanca mirov jiyandin be divê mirov jiyanê biparêze. Em ji bo civakê û gel vê têkoşîna xwe dimeşînin.”
‘Şer ji bo gelan dê di pêşerojê de êş û kuştinê bîne’
Mehmet Nûr Ûlûs da zanîn ku dewleta tirk ji bo xebatên ku HTŞê baş nîşan bide xebatan dimeşîne û wiha berdewam kir: “Dibêjin dê ji aliyên hemû netew û baweriyan de wekheviyekê pêk bînin. Lê mirov emelên wan dizane û dizane ku rêxistineke çawa ye. Em li hemberî vê pêvajoya li Sûriyeyê tê meşandinin. Ji ber ku ji bo gelan tu tiştî bi xwe re naîne. Ji bo gelan dê di pêşerojê de êş, şer û kuştin bîne. Em vê baş dizanin. Li ser vê esasê jî em fikrên xwe ji gel, civak û çapemeniyê re dibêjin û xebatên xwe dimeşînin.”
‘Em çiqas piştgiriya hevdû bikin em ê ewqas serbikevin’
Mehmet Nûr Ûlûs diyar kir ku weke Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê di 22yê Kanûnê de çûn piştgirî dan nobeta li ser sînorê Nisêbîn û Qamişloyê ku ji bo piştevaniya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tê girtin. Mehmet Nûr Ûlûs qetilkirina rojnamevan Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn a ji aliyê dewleta tirk ve bi bîr xist û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Du hevalên me yên xebatkarên Çapemeniya Azad hatin qetilkirin. Em piştî piştgiriya nobetê çûn serdana şîna hevala Cîhan jî. Ev bûyer ji aliyê makeqanûna navnetewî ve jî nayê qebûlkirin. Em ê vê neqebûlkirinê bînin ziman. Wekî din saziyên weke Baroya Stenbolê li ser vê bûyerê daxuyaniyê didin û êriş li wan tê kirin. Naxwazin kes biaxive. Dixwazin hêzên ku bi awayekî hevpar tevdigerin ji holê rake. Ji ber vê yekê em çiqas hevdû bigirin û piştgiriya hev bikin em ewqas serbikevin.”
‘Şer bandoreke xerab li ser civak û tenduristiyê dike’
Mehmet Nûr Ûlûs axaftina xwe wiha domand: “Şer derdikeve koçberî çêdibe, zarok dimirin, jin koçber dibin ji aliyê civakî û tenduristiyê ve bandoreke pir xerab çêdibe. Ji ber vê yekê em naxwazin şer çêbibe. Ji sala 2012an vir ve aloziyeke pir mezin li Sûriyeyê hatiye avakirin. Li aliye Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Rojava aramiyek hebû. Gel xwe bi xwe xwe diparast bi rê ve dibir. Divê aramiya li Rojava were berdewam kirin. Weke saziyên sivîl em ê li ser vê esasê têkoşîna xwe bidomînin.”
‘Hêj zêdetir xerab nebe divê gavek were avêtin’
Mehmet Nûr Ûlûs, destnîşar kir ku pêşîlêgirtina şer peywîra herkesê ye û ev tişt gotin: “Şer çêbibe dê bandoreke neyînî li ser krîza aboriyê jî bike, koçberî dê berdewam bike. Li ser vê esasê em desthilata AKPê û MHPê hişyar dikin. Heke fikreke wan a wisa hebe, ew ê ji bo pêşerojê gelek xerab bibe. Pişt re em nikarin çareseriya civakî, aştiyê pêk bînin û jiyaneke birûmet ava bikin. Hêj pir zêde xerabî çênebûye bila gavek were avêtin.”
Mehmet Nûr Ûlûs bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê PKKê Abdullah Ocalan û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Heke têkiliyek bi birêz Abdullah Ocalan re bê danîn dibe ku rêyeke nû were vekirin. Ji ber vê yekê divê tecrîd jî bê rakirin.”
‘Şer qirkirine’
Sekreterê DTOyê û Berdevkê Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê yê Demê Dr. Ahmet Baran jî diyar kir ku êrişên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê qebûl nakin û wiha got: “Em ji bo jiyan û jiyandinê kedekê didin. Di vî warî de şer hem ji bo mirovahiyê hem ji bo ajala û tevahiya xwezayê qirkirine. Em nikarin vê qirkirinê qebûl bikin. Ev şer bi salan e berdewam dike. Lê di demên dawî de şer li tevahiya Sûriyeyê hatiye sekinandin ew çeteyên ku ji wan re digotin rêxistinên terorê ne bûne mûxalîf. Lê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hêj jî êriş berdewam dikin.”
‘Divê îradeya gelan bê nasîn’
Dr. Ahmet Baran destnîşan kir ku mafên mirovan ên bingehîn tên binpêkirin û wiha domand: “Ji aliyê tenduristiyê ji aliyê jiyanê ve binpêkirin tên kirin. Ji ber vê yeke em nikarin vî şerî qet qebûl bikin. Li aliyê din li hemberî sînor xwişk û birayên me, dayikên me gele me heye. Ji me ne qetandiye. Em weke Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê em bandora vî şerî di jiyana xwe de jî dibinin. Hem ji aliyê hiqûq û demokrasiyê ve gotin tên qûtkirin hem jî ji aliyê aboriyê ve jî em dibînin ka em di çi halî de ne. Ji ber vê yeke kedkar vî şerî qebûl nakin. Daxwaza me ew e ku îradeya gelan bê nasîn.”
‘Ambulans tên hedefgirtin’
Dr. Ahmet Baran bi lêv kir ku di şer de sivîl, ambûlans tên hedef girtin û ev tişt gotin: “Ji ber ku hiqûqeke şer jî heye ev nayên qebûlkirin. Kesên ji bo gel xizmetê dikin û karê xwe bi cih tînin tên hedef girtin ev nayê qebûlkirin.”
‘Divê em li qadan bin’
Dr. Ahmet Baran di dawiya axaftina xwe de ev tişt gotin: “Di demên wiha de desthilat dixwazin bi şer gotinên demokrasiyê, aştiyê, hiqûqê bêdeng bikin. Divê ji her demê bêtir em van bibêjin. Em li qadan bin û em bêjin van polîtîkayên şer qebûl nakin. Li welatekî kîjan gel dijî bila ew bi îradeya xwe biryarên xwe bigire, bila desthilatdar ji wir derkevin. Ji bo wê jî têkoşîn hewce dike. Ji aliyê din jî hêzên navnetewî ji aliyê berjewendiyên xwe ve tevdigerin. Divê mirov vê yekê îfşa bike û bang li wan bike ku ji bo aştiyê û çareseriya siyasî tevbigerin.”