Rojnameger Sorgul Şêxo der barê kuştina Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan de axivî û wiha got: “Cîhan û Nazim bûn ziman, deng û hestên Şoreşa Rojava. Hevrêtiya bi gel re, bûyîna zimanê doza wan û avakirina yekîtiyeke navneteweyî ev di kesayet û xebata her dû hevalan de diyar bû.”
Nûçegihana ANHAyê Cîhan Bîlgîn û rojnameger Nazim Daştan ku ji 8ê Kanûnê 2024an ve li Bendava Tişrîn û Pira Qereqozaqê êrîşên Dewleta Tirk, komên çete yên girêdayî wan û berxwedana dijî wan dişopandin di 19ê Kanûnê de bûn hedefa êrîşa balafira şer a Tirkiyeyê.
Di encama êrîşê de Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan şehîd bûn, ajokarê wesayîtê Ezîz Hec Bozan jî birîndar bû. Em der barê rojnameger Cîhan Bîlgîn de bi hempîşeya wê û hevala wê ya nêz Sorgul Şêxo re axivîn.
Sorgul Şêxo di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser kesayeta Cîhan Bîlgîn û ev tişt anî ziman: “Cîhan xwedî kesayeteke balkêş bû. Bi kê re têkilî danîbe teqez bandorek li ser wan kiriye. Tu carî di navbera xwe û kesan de sînor ava nedikir, bi dilnizmiyeke nêzî herkesê dibû. Xwedî cesareteke wiha bû ku di çûyîna ser bûyeran de herçiqas xeter jî bû nediket dudiliyê. Cîhan jineke ji pola bû. Rojnamegereke kurdistanî bû ku xwe berda bû Rojhilata Navîn. Beriya ku ez wê nasbikim bi nûçeyên xwe bala min kişand min dixwest ku wê nas bikin. Di xwendina wê de jî min hîs dikir tiştekî ku nêrîna min û nêrîna wê dike yek heye. Min her pirs ji xwe dikir gelo ev rojnameger kî ye? Awayê çêkirina wê ji nûçeyan û kişandina wêneyan re bala xwîneran dikişand.”
‘Çavkaniya hêz ê bû’
Sorgûl Şêxo li ser keyaset, sekn, û rojnamegeriya Cîhan Bîlgîn jî rawestiya û destnîşan kir ku bi kesayeta xwe hem heval û hem jî mamoste bû û got: “Cîhan bi sekna xwe çavkaniya hêzê bû. Ne mumkun bû ku pirsên me ji Cîhan re bêbersiv bimînin, ew kesayeteke wiha ye ku qet dûbare nabe. Cîhan hem rojnameger hem jî mamoste û hem jî parêzvana mafên jinan bû. Hevrêtiya bi Cîhan re cuda bû. Ji ber Cîhan xwe di her aliyê jiyanê û pergalê de avakiribû, Rêber Apo baş fêm kiribû. Di kesayet û xebata xwe de ev baş diteyisand. Xwe di nav pergala demokratîk de li Rojava kûr kiribû. Bi hişmendiya ku jin yek in û hedefa êrîşa giştî gel, etnîk û mezheban armanc dike, hewl dida ku serpêhatiyên civakê yên hatine jiyankirin belge bike. Dixwest bi êrîşên ku îro xaka Mazopotamyayê dijî re girê bide û bi raya giştî re parve bike. Ji jiyanê hez dikir. Jinên li dor xwe fêr dikir û wan bihêz dikir, hez nedikir ku jin bêhêz bin.”
‘Di çavên Cîhan de tirs tunebû’
Sorgûl Şêxo dazanîn ku Cîhan Bîlgin bi qasî wêrek bû bi heybet û hevî bû û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Çavên Cîhan li sala 2025an bû ku di rewşa gelê Kurd de guhertinek çêbibe, li benda azadiya fizîkî ya Rêber Apo bû ku piştre jî hevdîtina bi malbata xwe re hêvî dikir. Li ser vê mijarê jî Cîhan gelekî bi Rêbertî ve girêdayî bû. Xewnên wê yê şevan her Rêber Apo bû ji perspektîf û silavên ku didan wê hêz digirt ku li hember hemû zoriyên jiyanê bikaribe xebata xwe bidomîne. Cîhan bi qasî ku wêrek û bi heybet bû, ewqas jî di qada çapemeniyê de xwedî bandor bû. Cîhan gelek caran bi gefên MÎTa Tirk re rû bi rû hatiye, dijmin hewl da ku Cîhan ji xeta rastiyê qut bikin, lê belê Cîhan dizanîbû çima ev rê hilbijartiye, dizanîbû li ku derê ye û dê çi bike û çi gavê bavêje. Te tu carî di çavên Cîhan de tirs nedidît, ji ber Cîhan dizanîbû meşa di xeta mamosteya mezin Gurbetelî Ersoz û Mûsa Anter de çi dixwaze.”
Bûn dengê civakê
Sorgul Şêxo bal kişand ser armanca êrîşa li dijî rojnameger Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan û wiha axivî: “Dijminê jinan dijminekî tirsonek e ku heta ji kamereyên rojnamegeran ditirse. Herî dawî Cîhan û Nazim bûn hedef. Lê ev polîtîkayên li dijî xeta çapemeniya azad xwedî dîrokeke dûr û dirêj e. Bi dehan rojnameger di oxira rastiyê de canê xwe feda kirine. Cîhan di hevdîtineke xwe de gotibû ku; Ew ji bo gelê xwe vî karî dikin. Tu di oxira gelê xwe de xebateke wiha bi nirx bikî ne hêsan e, ji lewra hedefgirtina rojnamegeran û taybet Cîhan û Nazim hedefgirtina felsefeya Jin Jiyan Azadî ye ku Cîhan xwe tê de kûr kiribû. Hedefgirtina Şoreşa Rojava ye ku her du hevrêyên me di dengvedana wê ya di warê cîhanî de xwedî gelek ked û par bûn. Eger îro em dibînin ji dehan welat şervanên enternasyonal hatine beşdarî Şoreşa Rojava bûne û hevgirtineke navneteweyî ya gelan çêdibe, divê em vê bispêrin xebata bibandor a ku Cîhan û Nazim li vir didan meşandin. Cîhan û Nazim bûn ziman, deng û hestên Şoreşa Rojava. Hevrêtiya bi gel re, bûyîna zimanê doza wan û avakirina yekîtiyeke navneteweyî ev di kesayet û xebata her dû hevalan de diyar bû. Eger îro hemû cîhan li dijî hedefgirtina Cîhan û Nazim rabûbe, ev nîşan dide ku wêne, nûçe û dîmenên ku dikişandine xwedî bandor bûne.”
‘Em ê xewn û xeyalên wan pêk bînin’
Sorgul Şêxo bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: “Pêwîste em xwedî li mîrateya wan derkevin, meşa wan bidomînin û şopdarê wan bin. Ancax bi vê yekê em bikaribin soza xwe bi wan re bicih bînin û giyanên wan oxirî hembêza axa pîroz were kirin, rehet bikin. Divê em bi xebata xwe raya giştî ya demokratîk û azadîxwaz bandor bikin ku bikaribin zextê li Dewleta Tirk bikin ku polîtîkayên xwe yên li dijî rojnamegerên kurd bide rawestandin, rojnamegerên di zindanan de berdin û bihêlin bi awayekî azad rojname, malper û TV xebatên xwe bidomînin û zextê rawestîn in. Pêwîste saziyên çapemeniyê yên navdewletî û saziyên mafên mirovan jî bikaribin bikevin tevgerê, li dijî Dewleta Tirk dosyayan vekin û mafên rojnamegeran bistînin û windayî nemîne û bihêlin ku Dewleta Tirk hesab bide. Pêwîste edalet pêk were. Herwiha divê ku rojnameger rêya Cîhan û Nazim bernedin, bişopînin û xewn û xeyalên wan pêk bînin, her li pey rastiyê bin û di oxira ragihandina rastiyê de jî bedel çi be divê ku em bê dudilî bidin. Em ji Dayika hevrê Cîhan re jî dibêjin; Xeman nexwe Cîhan nayê jibîr kirin û em ê wê jibîr nekin, ji ber wê bi xebat û giyanê xwe yê di nav me de hişt rê ji bîrkirinê re venekir.”